‘Komkujiyên li Suweyda û peravên Sûriyeyê li taxên Kurdan ên Helebê dubare dibin’
Jinên Suweydayê, bombebaran û binpêkirinên li dijî sivîlên li taxên Kurdan ên Helebê şermezar kirin û destnîşan kirin tiştên tên jiyîn, sûcê li dijî mirovahiyê ye û bi tu hinceteke siyasî yan leşkerî nikare bê rewakirin.
ROŞÊL CANYOR
Suweyda- Jinên ji bajarê Suweyda yê li başûrê Sûriyeyê, diyar kirin sivîlên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye rastî êrîşên hovane yên cîhadîstên Heyet Tehrîr el-Şam tên û dan zanîn ku ew bi wan re di nava hevgirtinê de ne.
Rama el-Sefadî, di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku bombebaran û hovîtiya li dijî taxên Kurdan ên li Helebê tê kirin, êşa derûnî û fîzîkî ya nêzî 6 meh berê gelê Suweydayê kişand nû kiriye. Rama el-Sefadî, wiha axivî: "Bi êrîşan rasterast jin, zarok, extiyar û sivîlan hedef girtin. Her wiha belgeyên bi dîmen ên binpêkirinên ku derb û biçûkxistina fizîkî û derûnî li dijî jinan dikin jî hene.”
‘Senaryo dubare dibe’
Rama el-Sefadî, diyar kir ku divê şer di navbera artêşan de be, li dijî sivîlan neyê kirin û bang li hemû pêkhateyên Sûriyeyê kir ku destên xwe bidin hev. Rama el-Sefadî, wiha got: "Bi tiştên li Helebê tên jiyîn, armanc ew e ku pêkhateyên Kurd ji cih û warên xwe werin derxistin. Ev senaryoyeke ku beriya niha li dijî Kurdan hatibû sepandin û îro ji nû ve dubare dibe ye.”
Rama el-Sefadî, destnîşan kir ku ev gotin ji tecrubeyeke bi êş ku berê jiyane çavkanî digre û diyar kir ku bêdengiya berê wan ji mafên wan bêpar hiştiye û zirarê daye wan û bêdengiya îro jî dê zirarê bide mirovên din. Rama el-Sefadî, di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Desthilatdarên li Sûriyeyê, pozîsyonên xwe ji bo welat li ser bingeha mezhebî parçe bikin, bi kar tînin. Lewma divê hemû gelên Sûriyeyê, li kêleka sivîlên bêguneh ên ji her pêkhateyê biseknin, piştgiriyê bidin gelê Helebê û vê şerê hovane yê li dijî gelê Sûriyeyê rawestînin."
‘Êş û azar êdî nayên tehemulkirin’
Besme Karaune ya di qada karûbarên sivîl de dixebite, diyar kir ku êrîşên li ser sivîlên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye "sûc" in û bi taybetî di serî de zarok û jin hedefgirtina sivîlan, li dijî nirxên herî bingehîn ên mirovan e.
Besme Karaune, diyar kir gelê Suweydayê berê êşên bi vî awayî kişandiye lewma îro êşa gelê Helebê bi kûrahî hîs dike û dixwaze kuştin, koçberî û zehmetiyên dijîn li Helebê dubare nebin.
Besme Karaune, destnîşan kir ku divê piştî şerê ku bi salan didome, çareseriyên rasteqîn bên dîtin û ji bo aştiyê hewldan bê dayîn, xemgîniya xwe ji ber nakokiyên mezhebî yên li Sûriyeyê anî ziman. Besme Karaune, diyar kir ku Sûriye qet welatekî mezhebî nebûye û got tiştên ku îro diqewimin "şerm" e û yek ji sedemên sereke yên wêrankirina li welat e.
Besme Karaune, di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku herî zêde jin û zarok bi bandor dibin û got: “Gelê Sûriyeyê êdî nikare koçberî, mirin, windakirina zarokên xwe, zarokên sewî û êşa jinên ku hevjînên xwe winda kirine tehemul bikin. Asta êş û azarê êdî nayê tehemulkirin."
‘Divê em li aliyekî bisekinin û mafên xwe bixwazin’
Jina bi navê Negem Nadîr jî sûcên li dijî sivîlên Kurd şermezar kir û got ku tiştên li Eşrefiye û Şêx Meqsûd qewimîn, dişibin tiştên li Suweydayê û li peravê hatine jiyîn. Negem Nadîr, da zanîn ku ev sûcekî ku di bin berpirsyariya rêveberiya demkî û ewlehiya giştî de tê kirin e û diyar kir ku "kêr gihîştiye hestî."
Negem Nadîr, destnîşan kir ku gelê Kurd bi dehan salan e daxwaza azadî û xwerêveberiyê dike û diyar kir ku çareserî di yekîtî û daxwaza mafan de ye. Nadîr Nadîr, wiha bi dawî kir: “Çi azadî be, çi serxwebûn be û çi jî xwerêveberî be. Îro yên ku bedela vê yekê didin bi taybetî jin, zarok, kal, pîr û sivîlên bêguneh in.”