Komkujiyên li peravên Sûriyeyê: Salek di ser nebûna edaletê re derbas bû

Salvegera yekem a komkujiyên ku ji aliyê cîhadîstên Heyet Tehrîr El-Şam ve li peravên Sûriyeyê pêk hatin derbas bû, heta niha edalet ji bo kesên hatin kuştin û malbatên wan nehatiye bicihanîn.

Navenda Nûçeyan – 7’ê Adara 2025’an weke salek bi xwîn di dîroka Elewiyan de hat nivîsandin. Di komkujiyên ku ji aliyê cîhadîstên Heyet Tehrîr El Şam ve hatin kirin de bi hezaran mirov hatin kuştin.

Salek di ser wan komkujiyan de derbas bû bêyî hesabpirsîn. Kujer di "Artêşa Nû ya Sûriyeyê" de xwedî astên bilind in. Li şûna ku sûcdar hesab bipirsin "Komîteya Lêpirsîna Neteweyî" ku ji ber zexta navneteweyî ji hêla Ehmed El-Şaraa El-Culanî ve bi lez û bez hat damezrandin, êrîşê bi gotina "berfireh bû lê ne bi zanebûn bû" "Li ser bingeha tolhildanê bûn û ne li ser bingeha îdeolojiyê", her çend wê qebûl kir ku êrîşkaran "gotinên mezhebî" bi kar anîne jî rewa kir.

Komîteyên lêpirsînê yên li Sûriyeyê di dema rejîma berê de û heta ya niha jî ji bilî hewldanek paşxistinê tiştek din nekirin ji bo ku gel êş û trajediya xwe ji bîr bike. Ji ber vê komîte negihîşt armanca xwe ya hesabpirsîna sûcdarên ku çend meh şûnde beşdarî komkujiyên Suweydayê bûn.

Bi vê komkujiyê re, rejîma Birayên Misilman a Selefî-Cîhadîst, ku şoreş û serkeftina Sûriyeyan ji wan

1426 sivîl jê 90 jin hatin kuştin

"Komîsyona Lêkolîna Neteweyî" ya bûyerên li peravên Sûriyeyê ku ji aliyê Hikûmeta Demkî ve hatiye damezrandin, 298 kesên ku di komkujiyan de beşdar bûn tesbît kirin ku li gorî komîsyonê bûne sedema kuştina 1426 sivîlan, di nav de 90 jin. Her çendî komîsyonê pêşniyar kir ku kesên ji edaletê reviyane bên şopandin û bi prosedurên edaleta veguhêz berdewam bikin jî heta niha tiştek nehatiye bidestxistin.

Komîteyê sûcên ku di 7, 8 û 9’ê Adarê de li dijî sivîlan hatine kirin qebûl kir û got ku di nava wan de "kuştin, kuştina bi zanebûn, talankirin, wêrankirin û şewitandina malan, îşkence û heqaretên bi karanîna gotinên mezhebî" hene.

Êrîş bi tawanên şer hatin ravekirin

Komîsyona Lêpirsînê ya Neteweyên Yekbûyî ya li ser Sûriyeyê got ku tiştên qewimîne "tawanên şer" in. Di raporê de hat destnîşankirin ku tundî kuştin, îşkence, kiryarên dermirovî yên têkildarî muameleya bi miriyan re, talankirin û şewitandina malan bû sedema koçberbûna bi deh hezaran sivîlan. Hinek ji van kiryarên tirsnak hatin kişandin û li ser medyaya dîjîtal hatin belavkirin, digel dîmenên îşkence û şermezarkirina sivîlan.

Bi heqaret sivlîl kuştin

Her wiha di raporê de hat diyarkirin ku cîhadîstan pêşî mêrên Elewî nas kirine, dûre wan ji jin û zarokan veqetandin, berî ku wan bibin derve ji bo ku werin gulebarankirin û kuştin.  Piştî hatin kuştin, bi rojan li kolanan hatin hiştin û nehiştin ku malbat wan veşêrin, hinekên din jî bêyî belgeyên guncav di gorên komî de hatin veşartin.

Êrîşên hovane

Ji roja guhertina rejîmê ji aliyê hêzên navneteweyî û herêmî ve di 8ê Kanûna 2024’an de, binpêkirinên ku komên taybet hedef digrin dest pê kirin, carna bi kuştinê, carna bi revandin an tacîzê. Gelek ji van binpêkirinan li ser Elewiyan bû, ji Humsê bigre heya Laziqiyê, Cebla, Tartûs, û Şamê domiya. Hikûmeta Demkî û alîgirên wê wan weke "kiryarên takekesî" rewa kirin, heya ku karesata mezin qewimî.

Çîrokê bi leşker û efserên artêşa Sûriyeyê yên ji hemû mezheban dest pê kir, yên ku çekên xwe radestî desthilatdariya ku welat girt ser xwe kirin û rewşa wan aram bû. Lê ji ber ku îdeolojiya Îbn Teymiye ji aliyê cîhadîstên Heyet Tehrîr El-Şam ve tê pejirandin, ne zihniyeta dewletê yan şoreşê, zihniyeta tolhildan û mezhebperestiyê serwer bû.

Bi hinceta ku Elewî rejîma berê daxwaz dikin êrîş pêk hat

Ji ber ku ji her sûcek re hincetek heye, hikûmeta demkî got ku Elewî dixwazin rejîma berê vegerînin. Ji ber ku hikumeta demkî nikaribû kontrol bike, çarçoveya êrîşan firehtir bû, komkujî gihîştin asta qirkirinê li dijî pêkhateyek rastîn a Sûriyeyê, dema ku hêzên hikûmeta demkî hêmanên cîhadîst in di bin ala El Qaîdeyê ku ji DAIŞ’ê bigire heya El Nusra û dûre Heyet Tehrîr El Şam xizmet kirine, di 6’ê Adara sala borî de bi piştgiriya helîkopterên şer û topan êrîşî bajarokê Beyt Anayê li gundewarê bajarê Cebleh ê Laziqiyê kirin.

Êrîşa dijwar ji aliyê komeke xortan ve hat bersivandin ku ji bo parastina xwe çek hildan. Li şûna aramkirina rewşê û kontrolkirinê, hikûmeta demkî bi hemû hêzên xwe êrîşî herêmên Elewiyan kir, mîna ku li benda vê derfetê bû da ku wan ji holê rake. Ev yek bi gotareke medyayî ya tijî nefret û xerabiyê re hat ku kuştina Elewiyan rewa dikir û vê mezhebê berpirsyarê hemû tawanên ku di 53 salên desthilatdariya Baasê de hatine kirin, didît.

Sekn û berxwedana jinên Elewî

Cîhadîstan êrîşê hemû gundên Elewiyan kirin û pesnê xwe dan. Mînaka herî berbiçav kuştina xortan û rawestandina li ser cenazeyên wan li ber çavên dayîkên wan bû. Zerqa Sebahia ku li dijî wan derket dayîk û dapîra 86 salî, bi xemgînî lê bi îsrar sekinî, hêsirên xwe girt li dijî çeteyên ku pesnê xwe didan û heqaret li wê dikirin.

Çarenûsa girtiyên jin

Jinên Elewî yên revandî dîl bûn, hinek ji wan şandin Îdlibê paytexta cîhadîzma Sûriyeyê. Li wir rastî şîdet û koletiya zayendî hatin û hinek ji wan jî piştî dayîna fîdyeyê vegeriyan ba malbatên xwe, hinek ji wan hê jî winda ne.

Edalet li ku ye?

Edalet heta niha jî nehatiye bicihanîn lê belê komkujî dereng mane wekî ku di komkujiyên li Suweydayê de derket holê, heman komkujî li dijî sivîlan hatine kirin û rûyê sûcdarên ku gelek sûcan herêmên peravê kirine derket holê. Li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, komkujî dubare bûn, di nav de derxistina dil û çavan, perçekirina bedena mirovfan û avêtina mirovan ji avahiyan bilind jî hene. Gelê Sûriyeyê jî hê meraq dike ka kengê edalet ji bo kuştiyan û malbatên wan dê were bicihanîn?