Komkujiya Helincê: Hewldanek rawestandina nivîsandina dîroka azadiya jinê
Zehra, Hebûn û Emîne, sê jinên ku bi canê xwe rûpelên dîroka azadiya jinan nivîsandin û di meşa jinan a avakirina dinyayek azad de bûn hêza pêşdeçûn û bilindkirina têkoşînê. Di encama êrîşa dewleta tirk de hatin qetilkirin, mîrateya xwe bi rûmet hiştin.
BERÇEM CÛDÎ
Kobanê- “Dîroka koletiya jinan pir baş hatiye nivîsandin, lê dîroka azadiya wê li benda nivîsandinê ye.” Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rewşa jinan a di vê serdemê ku bi heqîqeta wê ya dîrokî re dike yek, wiha rave dike. Eger em li rewşa jinên Kurd, têkoşîn û destkeftiyên wan binhêrin, em ê bibînin ku van jinan bi fedekariyên pir mezin dest bi nivîsandina dîroka xwe ya azadiyê kirin. Bi taybet li Rojavayê Kurdistanê ku yekem car di dîroka mirovahiyê de jin şoreşa xwe radighînin, gavên pir mezin avêtin û gelek destkeftî qezenc kirin. Her jinek, bû rûpelek di nava dîroka azadiya jinê de. Jinên li Rojavayê Kurdistanê bi bîrdoziyeke xwe dispêre azadiya jin û civakê, dikarbûn ji bo hemû jinan bibin modela îlham, îsrar û têkoşîna ji bo sererastkirina dîrokê û heta dîroka jinê ji nû ve binvîsin.
Îsrara jinan û pencên qirkirinê
Ev rastiya ku li Rojava tê jiyîn, bû armanca êrîşên dijwar a hêzên netew-dewlet ku di her derfetê de projeya jinan a azadiyê kirin armanc. Ji ber ku ger rastiya dîrokî ya jinê xwe bide der, ev tê wateya ku rastî û pergalên heta niha van hêzên hegemon xwe li ser avakirine û bihêz kirine, hilweşin. Lewra jî di salên şoreşa jinê de ev hêz hemleyeke qirkirin û tesfiyeyê dan destpêkirin ku li seranserî Rojavayê Kurdistanê bi dehan komkujî pêk anîn û bi sedan jinên pêşeng kirin armanca êrîşên xwe.
Dewleta tirk di 23’yê Hezîrana 2020’an de maleke sivîl kir hedef
Li bajarê Kobanê ku yekem çirsûka şoreşa jinê destpê kir, di heman demê de bû yekem bajarê ku hemleya tesfiyakirina şoreşa jinê lê destpê kir. Dijminên jinan û azadiyê ku bi riya dewleta tirk ev pêngava xwe birêve birin, di yekem êrîşa li ser nivîsandina dîroka azadiya jinê, sê jinên pêşeng bi riya êrîşeke hewayî qetil kirin. Dewleta tirk di 23’yê Hezîrana 2020’an de maleke sivîl a li gundê Helincê yê li Rojhilatê Kobanê, bi balefirên bê mirov bombebaran dike. Dewleta tirk bi riya vê êrîşê, rêveberên rêxistina Kongra Star a ji 2005’an ve xebatên xwe dike, hedef digre. Di encama êrîşê de endama Koordînasyona Kongra Star Zehra Berkel, rêvebera Kongra Star a navçeya Şêranê Hebûn Mele Xelîl û xwediya malê ku dayîka endama Koordînasyona Kongra Star bû Emîne Weysî, qetil dike.
Bi êrîşa ku li gundê Helincê destpê kir re, êdî dijminên jinan li rex şerê taybet dest bi şerê çekdarî yê qetilkirina pêşengên şoreşa jinê jî kirin.
Sê pêşengên xeta azadiya jinê
Jinên ku di komkujiya Helincê de bûn hedef, pêşeng û têkoşerên ku di meşa jinan ya ber bi azadiyê de kedeke mezin dan û bûn xwedî têkoşîneke bi bandor a di nava civakê de. Zehra Berkel ku di sala 1987’an de li Kobanê ji dayîk bûye, di gelek qadên şoreşê de mohra xwe hişt û bi salên dirêj jiyana xwe kir xizmeta azadiya jinan. Hebûn Mele Xelîl bi navê rast Bedriya Xelîl di 1981’an de li Helincê ji dayîk bûye, 21 salên jiyana xwe fedayî gel û jinên Kurd kir ku tevî nexweşiya xwe ya penceşêrê jî, li seranserî Kurdistanê bûye xwedî têkoşîn û herî dawî ev mîrate bi şehadetê tacîdar kir. Her wiha Emîne Weysî ku 56 salî bû, mala xwe veguherandibû mala partîzan, şoreşger û têkoşeran ku bibû dayîka wan. Emîne Weysî bi karakter, sekin û helwesta xwe dikarîbû nûnertiya dayîkên welatparêz û fedekar bike.
Mala Emîne Weysî ku bûyer lê pêk hat, bi temamî hat rûxandin. Jinên Kobanê jî biryar girtin ku ew mal veguhere mûzexaneya ku ji bo wan bibe hêza pêşdeçûn û bilindkirina têkoşînê, ji bo dijmin jî bibe nîşana binketina hewildanên wan vala derxistina têkoşîna jinan.
Endama rêveberiya Kongra Star a Şêranê Nadiya Hiso ku hevaltiya têkoşîn, xebat û jiyanê li gel cangoriyên komkujiyê jiyaye, helwest û peyama jinan a bi vê wesîleyê bi ajansa me re parve kir.
‘Jinên Kurd rihê xwe fedayî azadiyê kirin’
Nadiya Hiso diyar dike ku têkoşîna jinan nirxên civakên azad parast, wiha bal kişand ser vê yekê: “Jinan di vê şoreşê de bi armancên pîroz têkoşîn meşandin. Ji bo ku jin û civak bi aramî, aştî û rûmet li ser axa xwe û bi rengekî azad bijîn, fedekariyên pir mezin kirin. Cihê ku komkujî lê çêbû jî teqeziya ked û têkoşîna jinan e. Şehîd Hebûn ku di berxwedana li DAIŞ de wek fermandar cihê xwe girt û di têkbirina vê hêza teror de roleke mezin lîst. Hevala me Zehra Berkel ku di kesayeta xwe de li dijî dagirkerî, paşverûtî û zayendperestiyê şer kir û Emîne Weysî ku dilê xwe veguherandibû mal ji bo her kesî ku bibû parçeyek ji vê têkoşînê. Ji ber vê jî jinan bedelên pir giranbuha û binirx di riya azadiyê de dan, jinên Kurd rihê xwe oxirî nivîsandina dîroka azadiya jinê kirin.”
‘Em ê nivîsandina dîroka xwe dewam bikin’
Nadiya Hiso bi vê helwestê peyama jinan anî ziman: “Ji xwe dîroka koletiya jinan hatiye nivîsandin, lê niha jinên Kurd pêşengiya nivîsandina dîroka azadiya wê dikin. Weke jin em bi giyan, têkoşîn, ked û hebûna xwe vê dîrokê dinvîsin, ji ber vê jî em di meşa xwe de bi îsrar in. Ev hevalên me yên şehîd ku her yek ji wan bû rûpelek di vî dîrokê de, em ê jî van rûpelan berdewam bikin da ku azadiyê mîsoger bikin û cîhaneke jinan ya azad ava bikin.”