Komkujiya Şiêtatê li Dêrazorê hatin bibîr anîn
Li Dêrazorê, di 11’emîn salvegera Komkujiya Şiêtatê ku bi destê DAIŞ’ê pêk hat de merasîmek bîranîne hate li dar xistin. Gel daxwaza edaletê kirin û tekez kir ku divê sûcdar hesab bidin.

Dêrazor – Beşdarên ku bi gotina "Her kesê ku dayik, kur, hevjîn an jî xwişk û birayên xwe windakirine, jiyana xwe bi xemgîniyek bêdawî dijî” merasîmê bûn, diyar kirin ku zarokên sêwî mane û malbatên ku piştî vê komkujiya hovane ya DAIŞ’ê êşên kûr dijîn, hê bandorên vê karesetê dijîn.
Îro, li herêma Dêrazorê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehîdên eşîra Şiêtatê hatin bibîranîn. Gel, xwest hesab ji êrişkaran bê pirsîn. Niştecihên gundewarê rojhilatê Dêrazorê, nûnerên Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê, lîderên eşîran, hêzên QSD’ê, yekîneyên ewlehiya hundirîn û meclîsê xwecihî jî di nav de bi sedan kes beşdarî merasîmê bûn. Lîderekî ya eşîra Şiêtatê, hevgirtina xwe ya bi QSD’ê re anî ziman û tekez kir ku divê sûcdarên komkujiyê werin darizandin.
Di merasîma biranînê de, Meclîsa Malbatên Şehîdan jî mafê axaftinê girt. Axaftvanan, balkişandin li ser rola QSD'ê ya di rizgarkirina herêmê ji destê DAIŞ’ê de û wiha gotin: "Di vê komkujiya ku 11 sal berê ji aliyê DAIŞ’ê ve hat pêkanîn de, zêdetirî hezar û 200 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, bi hezaran kes hatin revandin û bi hezaran kes jî ji cih û warên xwe bûn. Ev yek ji sûcên herî tirsnake ku li herêmê hate jiyîn.”
Rayedarekî ya ji Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê jî di merasîmê de axivî û wiha got: “Em îro kêliyek bi êş dijîn. DAIŞ’ê li dijî erîşa Şiêtatê qetlîamek pêkanî. Qehremanî û wêrekiya gelê eşîrê nîşan da, di dîrokê de bi tîpên zêrîn hate nivîsandin. Em ê heta dawiya jiyana xwe şehîdên xwe bibîrbînin.”
Merasîma bîranînê, bi pêşandana koma zarokan a bi navê "Gulikên Firatê” bi dawî bû. Zarokan, diyar kirin ku re bîranîna şehîdan zindî dikin û di her kêliya jiyana xwe de şehîdên xwe zindî dikin.
Nûnera Rêxistina Jinan Newal Elî, diyar kir ku komkujiyê di her malê de êşek kûr hiştiye û wiha got: " Her kesê ku dayik, kur, hevjîn an jî xwişk û birayên xwe windakirine, jiyana xwe bi xemgîniyek bêdawî dijî. Em ji bo jinan piştgiriya derûnî û civakî mîsoger bikin, dixebitin. Em bang li civaka navneteweyî dikin ku li kêleka mexdûran bin û sûcdarên vê sûca hovanê ceza bikin.”
‘Di vê komkujiyê de gelek kes sêwî man û malbat di nava êşê de dijîn’
Khulfa El-Hamad a dayika sê şehîdan jî, wiha axivî: “Kuştina zarokên min ya di vê komkujiya hovanê de, mîna windakirina jiyana min bû. Di vê komkujiyê de gelek kes sêwî man û malbat di nava êşê de dijîn. Ev bîranîn ne tenê ji bo na min, ji bo hemû malbatan birînek mezin e.”
Khulfa El-Hemed, da zanîn ku malbatan di daxwazên xwe yên ji bo berdewamkirina vê bîranîna bi êş û mîsogerkirina piştgiriya madî û manewî ya ji bo malbatên şehîdan de bi israr in.
Komkujiya Şiêtatê, di hefizeya Dêrazorê de mîna birînek kûr dimîne û mîna şermek mezin a mirovahiyê tê qebûl kirin. Gelê herêmê û nûnerên civakê, di 11’emîn salvegera komkujiyê de daxwazên xwe yên edalet û cezakirina sûcdaran dubare dikin.