Komîteya Xaça Sor hişyariya belavbûna xetereya li Rojhilata Navîn kir

Di demekê ku êrîşên herêmî berdewam dikin de, Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor hişyariya berfirehbûna xetereyê li Rojhilata Navîn û tekeziya li ser pêwîstiya rêzgirtina li qanûna mirovî ya navneteweyî, kir.

Navenda Nûçeyan – Bi zêdebûna aloziyên herêmî û berfirehbûna operasyonên leşkerî li Rojhilata Navîn, tirs zêde dibe ku herêm dikeve qonaxek xeternaktir ku jiyana sivîlan û binesaziya bingehîn tehdît dike.

 Seroka Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor Mêryene Spoliyarêtş di daxuyaniyek ku duh hat weşandin de, hişyarî da berfirehbûna operasyonên leşkerî li seranserê Rojhilata Navîn. Mêryene Spoliyarêtş tekez kir ku ev operasyon gefê li herêmê dixwin ku bikevin nav şerekî çekdarî yê berfireh ku ji kapasîteya her bersiveke mirovî ya ji bo mijûlbûnê derbas dibe.

Berfirehbûna operasyonên leşkerî Rojhilata Navîn dike xeterê

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku berfirehbûna operasyonên leşkerî yên berfireh li seranserê Rojhilata Navîn, ger gavên lezgîn ji bo kêmkirina aloziyê û rêzgirtina li qaîdeyên şer neyên avêtin, dikare herêmê û deverên din ên cîhanê bike nav xeleka xeternak.
Binesazî û sivîlan biparêzin!

Mêryene Spoliyarêtş da zanîn ku hemû alî erkdar in ku rêzgirtinê ji qanûna mirovî ya navneteweyî re bê şîrovekirin nîşan bidin û wiha domand: “Ji bo ku parastina sivîlan û binesaziya sivîl ji bandorên operasyonên leşkerî garantî bikin. Pêwîst e personelên bijîşkî û bersivdayînên yekem, di nav de komeleyên Xaça Sor û Heyva Sor ên neteweyî, di hemû şert û mercan de werin parastin û ew bikaribin erkên xwe bi ewlehî pêk bînin.”

Parastina sivîlan û rêzgirtina li qaîdeyên şer berpirsyariyeke kolektîf e

Komîteya Xaça Sor daxuyaniya xwe bi bangkirina li hemû aliyan ku rê bidin gihîştina bi ewle û bê asteng ji bo alîkariyên mirovî yên bêalî bi dawî kir. Komîteyê tekez kir ku parastina sivîlan û rêzgirtina li qaîdeyên şer, berpirsyariyeke kolektîf e ku nayê paşxistin.