Komîteya Koçberên Serêkaniyê nameyek radestî NY kir

Di salvegera dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî ya 5’emîn de Komîteya Koçberên Serê Kaniyê li bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nameyek radestî Neteweyên Yekbûyî kir.

Qamişlo – Bi boneya 5’emîn salvegera dagirkirina bajarê Serê Kaniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û komên çete yên ser bi wê ve, Komîteya Koçberên Serê kaniyê û bi amadebûna bi dehan koçberên Serêkaniyê û Girê Spî, li bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nameyek radestî Neteweyên Yekbûyî (NY) kirin.

Naveroka nameyê wiha bû:

“Dewleta Tirk û komên çekdar ên girêdayî wê herêma Serê Kaniyê ya girêdayî parêzgeha Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku beriya êrîşa dewleta Tirk ji aliyê rêveberiyeke herêmî ve ji gelê xwecihî û şêniyên bajêr hatibû hilbijartin, dagir kirin. Di bin hincetên nezagonî û ne rast de, biryara êrîşa li ser herêma ewle û niştecih girt, ev yek li dijî nirxên mafên mirovan û rewatiya navneteweyî ye.

‘Li Serê Kaniya dagirkirî her cûreyên sûcan’

Ev berovajî peymanên Neteweyên Yekbûyî ye ku banga parastina ewlekariya sivîlan dike û hewlên we ji bo dîtina çareseriyeke aştiyane ji krîza Sûriyê re, ji ber ku ev pêvajo bû sedema koçberkirina bi darê zorê ya piraniya xelkê wê yên xwecihî di encama rewşa panîkê de û tirsa ji zulm û binpêkirinên wan aliyan. Ji bilî kuştin û jidestdana gelek sivîlan. Hinek ji wan çend kesên ku mane, heta niha çarenivîsa wan ne diyar e, di heman demê de gelek girtiyên sivîl bo dadgehên Tirkiyê hatine şandin. Ev yek zagonên li Tirkiyeyê û civaka navneteweyî binpê dike, ji bilî acizkirina sivîlan bi ferzkirina heqdestên bi zora çekan li ser wan.

Operasyona “Kaniya Aştiyê” hişt ku binesaziya bajêr wêran bibe û piştî dagîrkirina wî, desteserkirina mal û milkên sivîlan ji aliyê komên “Artêşa Niştimanî ya Sûriyê” ve ku Tirkiyê piştgiriya wan dike, ta ku ev deverên di bin kontrola dewleta Tirkiyê de bûne hêlîngehek ji bo rêxistinên terorîst ên ku metirsiyek nêzîk in ji bo tevahiya herêmê. Her wiha hewldanên we yên ji bo çareseriya aştiyane ji kirîza Sûriyê re. Her wiha hewlên ji bo jinavbirin û şerê rêxistinên terorî yên navneteweyî yên weke El-Qaîde û DAIŞ.

‘Bi Sed hezaran koçber di rewşeke trajîk de dijîn’

Rastiya rewşa derbiderên ku hejmara wan bi sed hezaran tê texmînkirin, ew e ku ew di şert û mercên pir trajîk de dijîn ji ber nebûna navend û kampan, bi sedan malbat hîn jî di dibistanên perwerdehiyê de dijîn. nebûna desteka pêwîst ji bo wan, û ew jî ji ber şert û mercên giran ên hewayê bi tevahî bê niştecîh in. Ev yek ji bilî şerê nû yê ku Tirkiye bi qutkirina ava bajarê Hesekê dimeşîne û belavbûna nexweşiyan û derketina nexweşiyan, ya herî dawî Covid-19 e ku gelek ji wan jiyana xwe ji dest dan ji encama lawazbûna xizmet û lênerîna tenduristî.

Di encama van hemû tiştên li jor de em di Komîteya Koçberên Serê Kaniyê de van daxwazan dikin:

Seknandina siyaset, reftar û guhertina demografîk, ji ber ku ew binpêkirina eşkere ya zagon û peymanên navneteweyî yên ku jiyana sivîlan diparêzin û rê li ber hewldanên we yên ji bo tunekirina rêxistinên terorîst ên ku ji aliyê dewleta Tirk ve tên piştgirîkirin. Her wiha şermezarkirina dewleta Tirk, ku binpêkirina prensîbên herî nizm ên mafên mirovan, rêziknameya we, nirxên mirovahiyê û peymanên we ye, di peymanên navneteweyî de jî peymanên ku dewleta Tirk ji bo ewlekarî û aştiya welatên cîran tehdîd neke hatiye îmzekirin binpê dike.

Em daxwazê ​​ji we dikin ku bi rêya saziyên xwe destek û alîkariyê bidin gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybetî gelê Serê Kaniyê, da ku ji vê dagirkeriyê û rêxistinên terorîst ên ku Tirkiye destekê dide wan rizgar bibin.  Di heman demê de em daxwaz dikin ku zextên li ser dewleta Tirk û komên çekdar ên girêdayî wê zêde bibin da ku ji Serê Kaniyê û bajarên din ên dagirkirî yên Sûriyeyê vekişin, ji bo vegerandina bi ewle ya xelkê xwecihî, û vegerandina mal û debara sivîlan ji bo pêkanîna daxwazên me yên rewa.”

Çalakî bi radestkirina nameyê bo nûnertiya NY ya li Qamişlo, bi dawî bû.