Komîteya Edaletê daxwaza berdana Dîanaba Ndîaye kir
Komîteya Edaletê, banga demil dest berdana parêzvana mafên jinan Dîanaba Ndîaye ya li Morîtanyayê hate girtin kir û daxwaza bidawîanîna zextên li dijî parêzvanên mafên jinan kir.
Navenda Nûçeyan- Komîteya Edaletê (CFJ), bi fikarekî mezin binçavkirina keyfî ya aktîvîsta mafên mirovan û parêzvana mafên jinan Dîanaba Ndîaye ya li Morîtanyayê ya ji ber beşdarbûna çalakiyên aştiyane, dişopîne.
Komîte, girtina Dîanaba Ndîaye mîna parçeyekî zextên zêde yên li dijî parêzvanên mafên jinan li Morîtanyayê nirxand û mudaxaleya hêzên ewlehiyê ya li dijî daxwazên aştiyane yên mafên mirovan, di warê azadiya ramanê de mîna paşketinek cidî bi nav kir.
Daxuyaniyê wiha domand:
"Girtina Dinaba Ndîaye ya di 28’ê Mijdarê de, zirar dide hewldanên ji bo edaleta veguhêz û lihevhatina neteweyî ya li Morîtanyayê. Nêzîkatiya ku li ser ewlehiyê disekine zirarê dide tomarên mafên mirovan û tengezariyên civakî zêde dike. Em ji rayedaran re bibîrtînin; hedefgirtina aktîvîstên mafên jinan li dijî sozên wan ên navneteweyî ye. Şert û mercên girtina wê, ji parastinên qanûnî yên têrker bêpar in û girtina keyfî pêktîne.
Em demil dest û bê şert û merc daxwaza berdan Dînaba Ndîaye û hemî kesên ku di xwepêşandanên aştiyane yên dawî de hatine girtin dikin. Divê polîtîkayên çavtirsandinê yên li dijî parêzvanên mafên jinan bi dawî bibin û divê pratîkên edaleta veguhêz û ewlehiyê li gorî makezagona Morîtanyayê û peymanên navneteweyî werin danîn. Divê kanalên rastîn ên diyalogê werin vekirin û parêzvan di hawîrdorek ewle û bê zext de bên parastin. Doza Dînaba Ndîaye dê di raporên ku em ê li Cenevreyê pêşkêşî mekanîzmayên navneteweyî bikin de cih bigre."