Komîteya Amadekar banga beşdariya Newroza Amedê kir
Komîteya Amadekar a Newroza Amedê bi daxuyaniyek ev bang li gel kir: “Em hemû gelê xwe yê ku ji bo wekhevî û azadiyê bang dike, ji bo xurtkirina têkoşîna yekîtî, azadî, demokrasî û wekheviyê vedixwînin Qada Newrozê ya Amedê.”
Navenda Nûçeyan – Komîteya Amadekar a Newroza Amedê li avahiya DEM Partiyê ya Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Endamên Komîteya Amadekar, hevserok û rêveberên DEM Partiyê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Amedê, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) beşdarî civînê bûn. Di civînê de pankarta “Newroz Pîroz Be” hat daliqandin.
Metna daxuyaniya bi zaravayê kurmancî aktîvîsta TJA’yê Arzû Karaman xwend. Beriya daxuyaniyê axaftin jî hatin kirin.
Pêşî hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer axivî, di destpêka axaftina xwe de Kemal Korkut bi bîr anî û got: “Newroz bi sedan salan e, ruxmê tundî û qetilkirina hemû Kurdan, roja cejna Kurdan e. Di wê rojê de Kurd deng û hestên xwe li qadan tînin ziman. Bi salan hûn dizanin ku Newroz qedexe bû. Di van salên dawî de jî gelek tişt qewimîn; wekî ku hûn dizanin, çend sal berê Kemal Korkut li vê derê hat qetilkirin. Em dibêjin ku êdî bila tu kes neyê qetilkirin. Bi coş û ruhê Newrozê, em dibêjin êdî dem dema azadiyê ye; Newroz, Newroza azadî û aştiyê ye. Em dizanin ku îsal jî bi milyonan kes wê wekî lehiyê ber bi qada Newrozê ve biherikin.”
‘Hêzên hegemon hewl didin li gorî berjewendiyên xwe tevbigerin’
Arzû Karaman anî ziman ku gelên Rojhilata Navîn û Kurd bi polîtîkaya înkar û îmhayê ku bi sedan selan e berdewam dike re rûbirû ne, bal kişand ser polîtîkayên hêzên hegemon û wiha got: “Axên ku hêzên hegemon ên navneteweyî hewl didin li gorî berjewendiyên xwe biguherinîn, her roj ji şer û wêraniyê re şahidiyê dikin. Van êrîşên ku azadî, wekhevî û yekîtiya gelan tê hedefgirtin, dibin sedema mirina bi hezaran mirovan. Qada ku herî zêde êrîş lê hatiye meşandin jî Rojava ye. Gelê Rojava destkeftiyên xwe afirandin û bi biryardariyeke mezin ew parastin. Gelê rojava tevî hemû hesabên herêmî, destkeftiyên girîng bi dest xistin. Bêguman, hêza yekane ku van destkeftiyan gengaz kiriye, dînamîzma ku ji hêla berxwedana rêxistinkirî ya gel ve hat afirandin e. Tiştê ku îro divê were kirin, ev e ku bi ruhê yekîtîya neteweyî van destkeftiyan werin parastin û bêhtir werin berfirehkirin.”
‘Rêberê Gelê Kurd sermuzakerevanê pêvajoyê ye’
Arzû Karaman diyar kir ku erka wan ew e zemînek peyda bikin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikaribe tê de bixebite û pêvajoyê di şert û mercên azad de birêve bibe û wiha domand: “Baştirkirina şert û mercên birêz Ocalan ku sermuzakerevanê pêvajoya veguherîna demokratîk e, ji hela pêvajoya heyî ve hem ji bo me û hem jî ji bo gel daxwazeke girîng e. Her wiha, bicîhanîna bilez a rêziknameyên yasayî yên ku di rapora meclîsê de hatine destnîşankirin ku pêdiviyên pêvajoyê destnîşan dikin, ji bo pêşîgirtina li her cure astengiyan pir girîng e.”
‘Em ê bi hişmendiya yekîtiya neteweyî Cejna Newrozê pîroz bikin’
Arzû Karaman da zanîn ku tevî hemû pêşveçûnan jî xwe ji bo Nevroza 2026’an amade dikin û got: “Heta niha, li gelek herêman, gel hatina biharê pîroz kir û li dora agirê Newrozê bûn yek. Em ji niha ve kêf û coşa Cejna Newrozê ku dê di 21’ê Adarê de li Amedê bi beşdariya milyonan kesan were pîrozkirin dijîn. Em dizanin ku wekî her sal dê îsal jî bi milyonan kes qadan tije bikin û bi germahiya agirê Newrozê birêz Ocalan silav bikin. Di heman demê de em bawer dikin ku em ê vê Newrozê ji bo gelê Kurd veguherînin bihareke hevpar. Em ê li her çar perçeyên Kurdistanê bi ruh û hişmendiya yekîtiya neteweyî cejna Newrozê pîroz bikin. Çar parçeyên Kurdistanê dê di pîrozbahiyên Newrozê de bibin yek. Ji ber ku Newroz, li dijî kesên ku koletiyê ferz dikin geşkirina agirê azadiyê ye.”
‘Werin em govenda azadiyê mezintir bikin’
Arzû Karaman di dawiya daxuyaniyê de anî ziman ku bi salan e gelê Kurd ku nasname, hebûn û çanda wî li her çar parçeyên Kurdistanê dihat înkarkirin, li dora agirê Newrozê li hev dicive û bi berfirehkirina berxwedana xwe ya civakî gihîştiye vê astê û wiha got: “Em ji bo mezinkirina govenda azadiyê di serî de jin û ciwan tevahiya gelan vedixwînin cejna Newrozê ya ku em ê li Amedê li dar bixin. Bi ruhê neteweya demokratîk û yekîtiyê, em banga berfirehkirina jiyana azad a gelê Kurd dikin. Em gelê xwe yê ku ji bo wekhevî û azadiyê bang dike, ji bo xurtkirina têkoşîna yekîtî, azadî, demokrasî û wekheviyê vedixwînin Qada Newrozê ya Amedê.”