Komîsyona jinan a OHD’ê ji bo Leyla Zana serlêdana sûc kir
Komîsyona Jinan a OHD’ê têkildarî heqaretên li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc kir û diyar kir ku li TFF’ê serlêdana hiqûqî kirine.
Navenda Nûçeyan – Komîsyona Jinan a Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) têkildarî çêr û heqaretên ji hêla alîgirên Bursasporê ve hatin kirin û ji hêla alîgirên Ankaragucu û Rîzesporê ve hatin domandin, li pêşiya Edliyeya Amedê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta ‘Leyla Zana rûmeta me ye’ hate hilgirtin. Nûnerên gelek sazî, rêxistin, partiyên siyasî, hevşaredar û welatî tev li daxuyaniyê bûn. Di civîna çapemeniyê de gelek caran dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ hat berzkirin. Metna daxuyaniyê ji hêla Hevseroka OHD'ê Ekîn Yeter Moray ve hat xwendin.
‘Em wek êrîşek organîze dibînin’
Ekîn Yeter Moray diyar kir ku ew heqaretên ku di maça futbolê ya di navbera Somaspor û Bursasporê de li Leyla Zanayê hatine kirin, weke êrîşeke rêxistinkirî ya ku pergala serdestiya mêran û kodên nijadperestî li hev dicivîne dibînin û wiha got: “Leyla Zana di sala 1987'an de yek ji damezrînerên şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê bû. Di Meclîsê de wekî endama Parlamentoyê xebitî û di tevahiya jiyana xwe ya siyasî ya nêzîkî 40 salan de kesayetek sembolîk a siyaseta Kurd û jinan bûye ku ji hêla beşek mezin a civakê ve hatiye pejirandin. Di vê rewşa taybetî de, hedefgirtina Leyla Zana ku niha tu nakokiyek bi civaka futbolê re tune û tu têkiliya wê bi maçê re tune ye, bi zelalî nîşan dide ku dirûşmên ku behsa wan tê kirin ne li ser êrîşên kesane, lê li ser nasname û aîdiyetê ne.”
‘Êrîş parçeyek ji polîtîkayên lîncê yên bi pilan û zanabûne’
Ekîn Yeter Moray diyar kir ku ev atmosfera nefretê, ku cihên werzîşê ji bo jinan û hemû beşên civakê ne ewle dike nayê qebûlkirin û got: “Ev êrîş berdewamiya êrîşên li dijî aştî, demokrasî û azadiya jinan li welat e. Di van êrîşên li dijî birêz Zana de, hem nijadperestiya etnîkî û hem jî zayendperestiya ku jinan biçûk dixe bi hev ve girêdayî ne. Weke parêzer em li kêleka têkoşîna azadiya jinan û li dijî vî celebê piralî yê cudakariyê radiwestin. Têkoşîna azadiya jinan her gav rê li ber têkoşînên rizgariya gelan, avakirina aştî û civatek demokratîk vekiriye. Çawa ku em hewl didin ku têgihîştinek rizgariya jinan li malê, li kolanan, li dadgehan, li navendên ragirtinê, li saziyan û di siyasetê de ava bikin, em ê bi perspektîfek hiqûqî ya azadîxwaz tevbigerin da ku vê xetê li cihên werzîşê jî ava bikin.”
Li dijî êrîşan giliyê sûc
Ekîn Yeter Moray destnîşan kir ku wan li dijî êrîşan serlêdana sûc kirine û axaftina xwe wiha qedand: “Wezîrê Edaletê û Wezîrê Ciwan û Werzîşê vê dawiyê ji raya giştî re ragihandin ku ji aliyê rayedarên dadwerî, wezaret û Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) ve li dijî alîgirên Bursasporê yên ku li dijî Leyla Zana dirûşmên nijadperest û zayendperest pêvajoyên qanûnî hatine destpêkirin. Em van daxuyaniyan girîng dibînin, lê daxuyaniyek dayîn û destpêkirina pêvajoyê têrê nake. Di vê çarçoveyê de, wekî Komîsyona Jinan a OHD'ê, em bi raya giştî re parve dikin ku me li dozgeriyê serlêdana sûc kir. Her wiha serlêdaneke qanûnî li TFF’ê tomar kiriye û em wekî parêzerên jin dê pêvajoya hatî destpêkirin bişopînin.”
Daxuyanî bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi dawî bû.