Komeleyên jin ên Tûnisê kampanyayên reşkirinê yên li dijî Besma Xelfawî şermezar kirin

Komeleya Jinên Demokrat ên Tûnisê, kampanyayên reşkirinê yên li dijî Besma Xelfawî ya li ser platformên medyaya dîjîtal ên serhêl şermezar kirin û hevgirtina xwe ya bi Besma Xelfawî re anîn ziman.

ZIHÛR EL-MEŞREQΠ 

Tûnis – Kampanyayên reşkirinê ya li dijî aktîvîsta femînîst Besma Xelfawî didome. Besma Xelfawî, hevjîna rêberê çepgir  Şukrî Belaîd ku di 6’ê Sibata 2013’an de bi sêzdeh guleyan hate kuştin e. Derdorên tarî yên li dijî mafên jinan, Besma Xelfawî bi kuştina hevjînê xwe Şukrî Belaîd re sûcdar dikin. Rêxistinên jinan ên Tûnisê, van sûcdariyan bi awayekî tund red dikin û van sûcdariyên mîna tundiya siyasî ya li dijî jinan şermezar dikin. 

Li gorî aktîvîstên femînîst, edaleta bijartî an jî derengmayî cureyekî bêcezatiyê ye û nikare pêvajoya demokratîk biparêze û rê li ber dubarebûna sûcan bigre. Berevajî vê yekê, atmosferek tirs û tundiya siyasî xurt dike, derî li ber binpêkirina qadên siyasî û maf vedike. Ev helwest, di çarçoveya nêzîkatiyek li hemberê cînayetên siyasî yên ku ji şoreşa Tûnisê û vir ve tê jiyîn de tê ziman. 

Komeleya Jinên Demokrat ên Tûnisê ya yek ji mezintirîn rêxistinên jinan ên welat e, destnîşan kir ku Şukrî Belaîd yek ji "şehîdên welat" e. Komeleyê, diyar kir ku edaleta rastîn tenê bi vegerandina navûdengê malbatan, parastina zarokên wan a ji demxekirin û rûreşkirinê û naskirina êşa domdar a mîna mexdûrên rasterast ên pergala bêcezatiyê dikşînin, dikare were bidestxistin.  Her wiha Komeleyê, hevgirtina xwe ya femînîst a tevahî û bê şert û merc bi Basma Xelfawî û zarokên wê ya keç re anî ziman. 

Tevî ku li ser sûc zêdetirê deh sal derbas bûye jî, Besma Xelfawî hêj rastî kampanyayên reşkirinê yên sîstematîk tê û ev yek bi awayekî derûnî bandor li zarokên wê yên keç dike. 

Tundiya siyasî ya li dijî jinan 

Seroka Komeleyê Raja Dehmanî, diyar kir hedefgirtina Basma Xelfawî ya mîna aktîvîstek mafên jinan û mafên mirovan, tundiya siyasî li dijî jinan e û hewildanekî ji bo bêdengkirin û şikandina berxwedana jinan e. Raja Dehmanî, ev yek tê wateya domandina heman sûcê ya bi rêbazên cûda. 

Raja Dehmanî, diyar kir Şukrî Belaîd ji ber deng û vîzyona xwe ya azad a ji bo Tûnisek demokratîk di pêvajoya "dehsala tarî" de hatiye hedef girtin û tevî ku 10 sal derbasbûye jî hêj doz nehatiye zelal kirin û ew ji biryarên dadwerî yên hatine dayîn ne razî ne. 

‘Ji bêcezatiyê re cih nîne’ 

Raja Dehmanî, di berdewamiya axaftina xwe de daxwaz kir heta ku rastî bi tevahî were eşkerekirin û ceza bê sepandin lêpirsîn û lêkolîn bên domandin û got: "Em dixwazin kesên ku ferman dane, plan kirine û pêkanîne hesab bidin. Em tevahiya rastiyê dixwazin; ji bêcezatiyê re cih nîne.” 

‘Em dijminatiya mafên jinan, wekhevî û demokrasiyê red dikin.” 

Raca Dehmanî, destnîşan kir têkoşîna ji bo eşkerekirina rastiyê ne bi kûrkirina dabeşbûn û nakokiyên siyasî, bi yekkirina eniyan re pêkan e û wiha axivî: “Em ê bi kesên ku bûne sedema şehîdbûna gelê Tûnisê an jî kesên ku di navbera hêzên pêşverû de dibin sedema nakokiyan re dest nedin hev. Em hemû kesên paşverû yên dijminatiya mafên jinan, wekhevî, demokrasî û hemwelatîbûna tevahî ya her jin û mêrê Tûnisî dikin, red dikin.”