Komeleya Têkoşîna ji bo Wekhevî û Welatîbûyînê mekanîzmayên parastinê ava dike

Li Mexribê ji ber zêdebûna rejeya şîdeta dîjîtal, Komeleya Têkoşîna ji bo Wekhevî û Welatîbûnê ji bo destekê bide jinên rastî tundiyê hatine û qadeke ewlehiya dîjîtal ava bike Mala Çavdêriya Parastina Neteweyî xist meriyetê.

HENAN HARÎT

Mexrib – Komeleya Têkoşîna ji bo Wekhevî û Welatîbûnê duh ango roja 25’ê Mijdarê civînek li dar xist, bal kişand ser xeterên şîdeta li ser medyaya dîjîtal li dijî jin û zarokan zêde dibin da zanîn ku gelek mexdûr ji ber tirs û demxebûnê gilî nakin. Her wiha hat gotin ku nîşaneya herî xirab jî ew e ku nasnameya kiryar gelek caran nediyar e.

Komeleya Têkoşîna ji bo Wekhevî û Welatîbûnê di roja 25’ê Mijdarê de li Kazablankayê bi dirûşma “Di nîşangeriya tikandinan de: Cehenema şîdeta dîjîtal” civîneke çapemeniyê li dar xist rapora xwe ya ku li Mexribê der barê şîdeta dîjtîtal a li ser jina û zarokan de amade kiribû eşkere kir û di çarçoveya xebaten 16 rojî yên ji bo têkoşîna bi şîdeta li dijî jinan re tên lidarxistin de avakirina Mala Çavdêriya Neteweyî ya Parastina ji Şîdeta Dîjîtal ragihand.

Zêdebûna bûyeran û daneyên bingehîn

Komeleyê da xuyakirin ku navendên guhdarkirinê yên ji yekîneyên sabît û mobîl pêk ten, di mehên dawî de 535 bûyeran qeyd kirine. Dane nîşan didin ku ji sedî 40 kesên bi şîdeta dîjîtal re rû bi rû tên jin û keçên ciwan in.

Di raporê de hat diyarkirin ku bi bilindbûna asta perwerdeyê re, rejeya kesên mexdûrên şîdetê zêdetir dibe. Ev rewş jî ji ber ku gelek tişt bi riya amûrên dîjîtal tên kirin ve hat girêdan. Di navbera cureyên şîdeta dîjîtal de şandina dîmenan di rêza herî pêş de ne ji sedî 14 jî şantaja dîjîtal cih girt.

Dema ku mirov li nasnameya kiryaran dinêre, dibîne ku di ji sedî 68 bûyeran de nasnameya kiryar nediyar e, ji sedî 31’ê de jî kiryaran nas dikin. Her wiha hem kesên bi temen mezin hem jî xwendekar gelek ji wan naxwazin gilî bikin. Tevî ku peyam, wêne û vîdyoyên tên şandin pir cidî ne jî; hejmara dosyayên ku şandine darazê tenê 70 ye.

Li ser zêdebûna şîdeta dîjîtal daneyên ku fikaran zêde dikin

Seroka komeleyê Buşra Abdu, diyar kir ku di civînê de li ser sê xalên bingehîn sekinîne û got: “Pêşkêşkirina rapora tematîk a bi mijra şîdeta dîjîtal, avakirina mala çavdêriya neteweyî û lêkolînkirina li biryarên darazê yên têkildarî biryarên darazê yên têkildarî jinên rastî tundiyê hatine.”

Buşra Abdu, got ku bi xebaten li navendên guhdarkirinê yên li Kazablankayê û yên li yekîneyên mobîl meşandine de, zêdebûna şîdeta dîjîtal di navbera jinan de daneyên “bi fikar” derxistiye holê û da zanîn ku ji sedî 79 jin bûyerên şîdeta dîjîtal venabêjin ku ev yek jî asta tirs û demxebûna civakî nîşan dide.

Yek ji pirsgirên ku derketiye pêş jî “nezanîna nasnameya kiryar” e û ev yek jî “nîşaneyeke bi tirs e.” Bi taybetî jinên ciwan ên temenê wan di navbera 18–28 salî de de bi taybetî ji ber ku xwendekarên zanîngehê di platformên dîjîtal de çalak in zêdetir rastî şîdetê tên.

Here wiha bal hat kişandin ku ji ber li ser WhatsApp parvekirin gelek hêsan e, yek ji riyên herî zêde şîdet lê te ew e. Buşra Abdu da zanîn ku di encama xebata komeleyê ji heft herêman bi 13 komeleyan re kiriye de Mala Çavdêriya Parastina Şîdeta Dîjîtal a Neteweyî hatiye avakirin û got ku li ser çar stûnên bingehîn ên weke; belgekirin, şopandin, têkildariya bi jinên rastî tundiyê hatine re û parastina wan hatiye avakirin.

‘Hejmarên şîdeta dîjîtal xeterê nîşan didin’

Berpirsa koordinasyon û parastinê Raja Hamîn, got ku şîdeta dîjîtal di asteke “metirsî” de ye û hemû beşên Mexribê dorpêç kiriye.

Raja Hamîn, diyar kir ku di navbera daneyên saziyên fermî û navendên guhdarîkirin û mobîlê de paraleli heye û bal kişand ku van daneyan asta xeterê nîşan didin û ji bo ku ji vê bîra tarî ya şîdeta dîjîtal jinan û keçên ciwan rizgar bikin divê hewldanên hevpar werin zêdekirin.

‘Yek ji cureyên şîdeta ku ser wê tê girtin’

Mudura Navenda Perwerdeya Jinan Muhammed Aztat a li Tetouanê û endama mala çavdêriyê Şuruk Macît, got ku avakirina Mala Çavdêriya Parastina Şîdeta Dîjîtal, yek ji perçeyên hewldana têkoşîna bi “şîdeta sergirtî” re ye û got: “Armanca mala çavdêriyê ew e ku bûyerên şîdeta dîjîtal bişopîne, belge bike, bi jinên rastî tundiyê hatine re têkildar bibe, biparêze û bêyî cudahiya navbera bajar û gundan, di asta neteweyî de daneyên rast berhev bike.”

Şuruk Macît diyar kir ku dê mala çavdêriyê li heft herêmên Mexribê xebatan bike û bi vê yekê bi qasî ku pêkan be dê hewl bidin destekê bidin gelek jin û keçên ciwan. Macît bal kişand ku gelek kes jiyana îzole didomînin û hinek ji wan ji ber vê sedemê ber bi xwekuştinê ve diçin ji ber wê yekê divê tekez hevgirtina di navbera sazî û komeleyên jinan de çêbibe.