Komeleya Rojnamevanên Tehranê: Qutbûna înternetê me bê kar dihêle

Komeleya Rojnamevanên Tehranê di daxuyaniyek de bal kişand ser pirsgirêkên aborî yên zêde, qutbûna înternetê û pêla ji kar derxistina di medyayê de. Her wiha li ser qelskirina herikîna agahiyan û têkbirina baweriya gel hişyarî da.

Navenda Nûçeyan – Komeleya Pîşeyî ya Rojnamevanên Tehranê duh daxuyaniyek weşand û diyar kir ku medya ji her demê bêtir di xurtkirina hişmendiya giştî û zêdekirina hevgirtina neteweyî de xwedî girîngiyek e. Komeleyê destnîşan kir ku lê zextên aborî û sînorkirinên binesaziyê bi giranî astengî li pêşiya çalakiyên wan çêdikin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku pêşveçûna aloziyên heyî bandor li ser çapkirinê dike û ev agahî dan: “Her wiha reklam jî kêm dibe, astengiyên xwe gihandina înternetê jî ji bo gelek dezgehên medyaya çapkirî û dîjîtal domandina xebatê pir dijwar kiriye.”

Komeleyê her wiha tekez kir ku sînordarkirinên ragihandinê û qutbûna înternetê ya navneteweyî bandorek kûrtir li ser tora dijîtal kiriye û wiha domand: “Ev yek jî dibe sedem ku xwe gihandina agahiyan jî kêm dibe û her wiha ji bo dahatuya van medyayan jî ne baş dibe. Di mehên Adar û Nîsanê de pêlek rojnamevan ji kar derketine. Ev yêk jî dibe sedem ku rojnamevan karên xwe winda bikin. Ev ne tenê zehmetiyên aborî girantir dike, di heman demê de dibe sedema windakirina beşek ji hêza medyayî ya profesyonel a welêt jî.”