Komeleya Rojnamevanên Kurdistanê hat avakirin

Rojnamevana Kurdî û Endama komîteya Damezrîner a Komeleya Rojnamevanên Kurdistanê li Ewropa Niyaz Ebdullah, diyar kir ku komele bi armanca pêşxistina rola rojnamegeriya Kurdî li Kurdistan û cîhanê hatiye avakirin.

EFRAH ŞEWQÎ

Parîs – Ji ber kêşeyên ku medyaya Kurdî di serdema nûjen de pê re rûbirû ye, di 19'ê Nîsanê de zêdetirî 70 rojnamevan ji welatên cûrbicûr ên Ewropî li bajarê Alast a Belçîkayê li hev civiyan da ku rastiya rojnamegeriya Kurdî û perspektîfên wê yên pêşerojê nîqaş bikin. Armanca civînê ew bû ku li Ewropayê medyaya Kurdî di çarçoveyek yasayî ya nûjen de were rêxistinkirin.

Di vê çarçoveyê de damezrandina 'Komeleya Rojnamevanên Kurdistanê li Ewropayê' hat îlankirin. Navenda wê jî dê li Brukselê be û armanca Komeleyê, rêxistinkirina rojnamevanên Kurd ên li Ewropa û pêşxistinf têkiliyan a bi saziyên çapemeniyê yên navneteweyî re ye. Di heman demê de Komele hewl dide akademiyek medyayê ava bike, armanc jê pisporî û ezmûnên medyaya Kurdî li ser internetê belav bike.

'Komeleya rojnamevanan ji bo piştevaniya wan û pêşxistina azadiyan e'

Rojnamevana Kurdî û Endama komîteya Damezrîner a Komeleya Rojnamevanên Kurdistanê Niyaz Ebdullah a li Fransa dimêne, bal kişand ser komeleyê û wiha got: "Ev komele yekem komele ye ku ji bo bersîvdayîna pêdiviyeke lezgîn pêk hat. Bi sedan rojnamevanên Kurd ji bo ku ji tacîz û gefan birevin, ji Kurdistanê derketine û berê xwe dane Ewropayê. Gelek rojnamevan ji bo rêxistinên Kurd ên navdar ku li Ewropayê dixebitin, hin jî di rêxistinên medyaya Ewropî de dixebitin. Her wiha ji bo piştevanî û destekdayîna rojnamevanên nû ku dixwazin cihên xwe di medyaya Kurdî de bigrin, ev komele hat avakirin. Her wiha komele parastina mafên rojnamevanan li Kurdistanê jî mîsoger dike."

'Di pêşxistina rola rojnamevanan de rol dilîze'

Niyaz Ebdullah tekez kir ku armanc ew e ku ev komele têkiliyên dostane û hevgirtî di navbera hemû rojnamevanên Kurd ên li derveyî welat de xurt bike û wiha axivî: "Erkê parastina mafên wan ên pîşeyî û rojnamevanî li Ewropa û Kurdistana Mezin jî hildide ser milan. Ew hewl dide ku piştgiriyê bide rojnamevanên ku bi xetereyan re rûbirû ne. Rojnamevanên jin ên Kurd di saziyên medyayê yên Kurdî de jî roleke bingehîn dilîzin, ji ber ku ew beşek girîng a rûbirûbûn û ragihandina medyayê temsîl dikin. Ew bê piştevanî û parastin in. Îro li herêma Kurdistanê di medyayê de, bêparkirina jinan bûye rastiyek berbiçav û rolên wan sînordar dimînin. Ji ber vê yekê komele hat avakirin da ku rola rojnamegeriya Kurdî bipêş bixe û rola wan diyar bike."

Ji bo pêşxistina Rojnamegeriya Kurdî

Di nav însiyatîfên ku komeleya nû dixwaze bişopîne de pêşniyarek ji bo avakirina akademiyek medyayê heye ku ji bo veguheztina ezmûnên Kurdî û veguherandina wan bo belgeyên nivîskî ji bo parastina wan û mîsogerkirina berdewamiya wan hatiye veqetandin. Her wiha proje bi destnîşankirina rola medyayê ya di avakirina civakî de û anîna guhertinek fikrî ya erênî, armanc dike.

Hêjayî gotinê ye ku çapemeniya Kurdî di têkoşîna azadiya Kurdan de roleke girîng lîstiye û destkeftiyên berbiçav bi dest xistiye. Bi belavbûna bi dehan kanalên televîzyonê, ajans û radyoyên Kurdî, her wiha bi sedan rojname û kovaran li çar aliyê cîhanê, Kurd di qada medyaya navneteweyî de xwedî hebûneke berbiçav in.

Konferans dê bê lidarxistin

Tê payîn ku di demek nêzîk de kongreyek mezin were lidarxistin da ku damezrandina komeleyê bi awayê fermî bê ragihandin. Konferans dê ji hêla komîteya rêveberiya komeleyê ve were organîzekirin. Komîte ji 11 rojnamevanan pêk tê, pênc jin û şeş mêr di nav wan de ne. Endamtî dê ji bo rojnamevanên ji welatên cûrbecûr ên Ewropî re jî vekirî be. Ev yek dê hevkarî û ragihandinê di navbera pisporên medyaya Kurd ên li derveyî welêt de zêde bike û piştgiriyê bide hewldanên wan ên ji bo pêşxistina rojnamegeriyê û parastina mafên wan a li seranserê cîhanê.