Komeleya Ewraq El-Hinaa di warê aborî de piştgirî dide jinan

Seroka Komeleya Ewraq El-Hinaa diyar kir ku xebatên wan ên bingehîn jinan di warê aborî de xurtkirin e û bang li jinan kir ku li dijî her cure tundiyê bisekinin û aboriya xwe ya serbixwe bidest bixin.

HENAN HART

Mexrib- Li Mexrîbê gelek komele û tevgerê jinan di her qadê de li dijî cudakarî û hişmendiya mêr têdikoşe. Jinan bi taybet di warê aborî de di nav hewildanek mezin de ne ku serxwebûna xwe bi dest bixin ji ber krîza aborî ya li hemû welatan belav bûye herî zêde jin bandor dike û zexta heyî du qat zêde dike. Ji ber vê yekê jî Komeleya Ewraq El-Hinaa ango Pelên Hinê ya pêşxistina jinan ku di sala 2013’an de hate damezrandin, ji bo pêşxistina kar û aboriya serbixwe alîkariya jinên Mexrîbî dike.  Seroka komeleya Ewraq El-Hinaa Sefaa Ayt Idmo der barê kar û xebatên komeleyê ji ajansa me re axivî.

‘Armanca komeleyê pêşxistina jinan e’

Sefaa Ayt Idmo di destpêka axaftina xwe de behsa armanca komeleyê kir û wiha got: “Armanca komeleyê di warê aborî de pêşxistina jinan e. Bi taybet komele ji bo jinên di malê de dimînin, asta wan a xwendinê nîne, komele ji bo zextên derûnî û pirsgirêkên malbatî were derbaskirin bi taybet bi jinên li malê dimînin û asta wan a xwendinê nîne re dibe alîkar. Ger hemû qeyd û sînorên ku li pêşiya jinan dibin asteng derbas nebin pêşketinek ber biçav çênabe. Eger em bixwazin civakeke pêşketî ava bikin divê em hemû nerînên kevnare derbas bikin."

Sînorên derûnî û civakî pêşxistina jinan asteng dikin

Sefaa Ayt Idmo  di berdewamiya axaftina xwe de behsa astengiyên li pêşiya pêşxistina jinên di civaka Mexribê de kir û wiha pê de çû: “Sînorên derûnî û civakî pêşxistina jinan asteng dikin. Dema jin di rewşeke lawaz û xizaniyê de bin dê tundî li wan were kirin û werin istismarkirin. Lê belê dema karînên wan ên madî zanistî û zanabûnê her wiha derûnî hebin dê karibin li hember her cûre zextan bisekinin û bi karê xwe bawer bin û kesek nikare wan biçûk bibîne."

Sefaa Ayt Idmo  di heman demê de teqez kir ku xurtkirina jinan di warê aborî de yek ji hêmanên sereke yên rewşa jinan pêş dixe ye û wiha li ser zê de kir: "Ev yek dê alîkariya jinan bike ji mafên xwe sûd bigrin. Her wiha dê mafên wan di derbasbûna kar de bêyî astengî garantî bike. Gelek nimûneyên jinên serkeftî hene dikarin bibin teşwîqek ji jin û ciwanan re. Ji ber dema jin berpirsyariyan radikin û dikarin encamên baş bidest bixin."

‘Bêdeng nemînin’

Sefaa Ayt Idmo  di dawiya axaftina xwe de behsa rê û rêbazên çareseriyan jî kir û wiha gotinê xwe domand: "Ji bo jin di civakê de ispat bike, divê ji xwe destpê bike. Dema jinek rastiya tundî lê hatiye kirin red bike, divê çareserî werin danîn ku ev rewş wisa berdevam neke. Ez bang li jinan dikim ku  bêdeng nemînin û tundiyê qebûl nekin. Her wiha ji bo piştgiriya we were kirin û zehmetiyên xwe derbas bikin li rêxistin û komeleyan bigerin.”