Kombûna Jinan a Zenûbiya: Heya sûcdar neyên darizandin em ê nesekinin

Kombûna Jinan a Zenûbiya rawakirina kujerên jinan şermezar kir, banga hesabpirînê kir û got: “Heya sûcdar neyên darizandin em ê nesekinin.”

Navenda Nûçeyan – Kombûna Jinan a Zenûbiya têkildarî hebûna çete Hatim Ebû Şeqra û Ebû Emşa di rêveberiya demkî ya HTŞ’ê de daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye: “Em jinên Zenûbiya îro dengê xwe bilind dikin, em bi hêrseke mezin û êşeke kûr hebûna sûcdar Hatim Ebû Şeqra (Îhsan Feyad El Hayîs) û Ebû Emşe di rêveberiya HTŞ’ê de şermezar dikin. Her du sûcdaran ku dawî li jiyana sekretera giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef anî, destê wan di xwîna sivîlan de heye. Ev sûcdar ku îro bi serbestî tev digerin, bi destê rejîma îdiaya nûnertiya gel dike, tên parastin.

Em dibînin ku hebûna her du kujeran di rêveberiya demkî ya HTŞ’ê re cihê pêkeniyê ye û bêrêziya li hemberî ked û xwîna şehîdan e. Çawa kesên ku destê wan di qetilkirina Hevrîn Xelef û sivîlan de heye, dibin beşek ji rejîma îdiaya şeriyet û edaletê dike. Ev mijar wekî şiqameke giran li rûyê her jineke azad û her mirovekî bi heq û edaletê bawer e.

Hatim Ebû Şeqra û Ebû Emşe ku serçeteyên koma bi navê Ehrar El Şerqiye ne, wekî kujerên ji rêzê nîn in, lê sembolên teror û tundiyê ne ku erdê me û xwîna me helal kirine. Dîroka her du qatilan bi sûcan tijî ye. Her duyan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wekî Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê sûcên herî mezin li dijî gel, jin û zarokan kirine. Her du sûcdar ku bi xwe çeteyên dewleta Tirk a dagirker in, li ser ewlehî û silametiya civaka me xetere ne.

‘Heya sûcdar neyên darizandin em ê nesekinin’

Bi dengekî bilind em bang dikin ku divê hesab ji van her du sûcdaran û tevahî kesên ku sûcên mezin li dijî gelê me kirine were pirsîn. Em bang dikin ku divê sewqî edaletê werin kirin û li gorî qanûnên navneteweyî û mirovî cezayên giran li wan bên birîn. Em ê nehêlin xwîna şehîdên me vala biçe. Em qebûl nakin sûcdar ji cezayan werin xilaskirin.

Em bang li tevahî rêxistinên hiqûqî, mirovî û aliyên têkildar dikin ku ji bo pêkanîna edaletê zextê bikin, bila hesab ji Hatim Ebû Şeqra û Ebû Emşe û 3 kujerên pê re were pirsîn. Bêdengiya navneteweyî ya li hemberî van sûcan mîna teşwîqkirina li ser tundî û zilmê ye ku em nikarin li hemberî wê bê deng bin.

Em aşkere dikin ku doza şehîd Hevrîn Xelef dozeke ferdî nîn e, bi qasî ku doza her jineke azad û her mirovekî aştîxwaz û edaletxwaz e. Em ê têkoşînê berdewam bikin heya ku edalet pêk were û mirovahî li hemberî hêzên şer û tarî bi ser bikeve.

Em Kombûna Jinên Zenûbiya sozdayîna xwe ya bi şehîd Hevrîn Xelef û tevahî şehîdan re nû dikin ku em wan ji bîr nakin. Heya sûcdar neyên darizandin û civakeke azad, edilane û wekhev neyê avakirin em ê nesekinin."