Kombûna Jinan a Zenûbiya êrişên Tirkiyeyê şermezar kir

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Reqayê êrişên domdar ên dewleta tirk ên li dijî herêmê şermezar kirin û ji bo rawestandina van êrişan bang kir.

Reqa – Balafireke bêmirov a biçek a dewleta tirk pêncşemê êvarê, li ser rêya di navbera bajarê Amûdê û Qamişloyê de li nêzî gundê Xezalîka êrişî erebeyekê kir û di encamê de 2 şêniyan jiyana xwe ji dest dan. 

Endamên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya û Meclisa Idliba Xedra (Kesk) û Meclisa Jinan a Sûriyeyê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta tirk ên li dijî herêmê şermezar kirin.

Endama Komîteya Lihevhatinê ya Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Fatme Mihemed daxuyanî xwend û diyar kir ku li dijî herêmê êriş û sûcên herî hovane têne kirin lê civata navneteweyî bê deng e.

Fatma Mihemed got ji bo bidawîkriina tundiyê û êrişên qirkirinê yên li dijî jinan, divê bi lez aliyên têkildar tev bigerin û divê rêxistinên jinan di vî warî de û ji bo bidestxistina edaletê tedbîrên pêwîst bigirin.