Kombûna Jinan a Zenûbiya aqûbeta jinên wenda pirsî

Kombûna Jinên Zenûbiya, bi daxuyaniyekî çeteyên El-Emşat û rêveberiya demkî ya Sûriyeyê ji ber windabûna du jinên ciwan ên Kurd tawanbar kir û daxwaza eşkerekirina aqûbeta wan kir.

Reqa – Kombûna Jinan a Zenûbiya li kantona Reqayê der barê binpêkirinên li dijî jinan ên li Sûriyeyê û revandina du jinên ciwan ên Kurd ên binavê Norman Serhan û Heyfa Tayyar ên li ser rêya Helebê, daxuyaniyek da. Kombûnê, di daxuyaniya xwe de çeteyên El-Emşat û rêveberiya demkî ya Sûriyeyê ji ber ewlehiya wan berpirsiyar dît û daxwaza eşkerekirina aqûbeta wan û mîsogerkirina vegera wan a biewle kir.

Kombûna Jinên Zenûbiya, di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Norman Serhan a ji bajarê Dêrîkê, dema ku dixwest derbasî kantona Reqayê bibe li ser riya Dêr Hafêr û jina ciwan Heyfa Tayyar a ji bajarê Kobanê ye ku dema xwest serdana xizmên xwe li taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê bike, li ser riya Dêr Hafêr-Heleb ji aliyê komek cîhadîst ên girêdayî rêveberiya demkî ya bi serkêşiya Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) ve tê birêvebirin, hatin girtin.

Kombûnê, da zanîn ku her du jin di du bûyerên cuda de hatin revandin û aqûbeta wan ne diyar e.

'Bila şert û mercên her du bûyeran bên eşkerekirin'

Kombûnê, di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ev bûyer ne ewile û pêwîstiya rêzgirtina li azadiya tevgerê û parastina sivîlan heye. Her wiha Kombûna Jinan a Zenûbiya, daxwaz ji hemû rêxistinên mafên mirovan ên herêmî û navneteweyî kir ku bi lez mudaxele bikin da ku şert û mercên her du bûyeran werin eşkerekirin û ewlehiya her du jinên ciwan were misogerkirin.

Banga dawîanîna bûyerên revandina jinan

Daxuyaniyê daxwaza serbestberdana her du jinên ciwan û vegera wan a bi awayekî ewle kir. Her wiha daxwaz ji rayedarên peywendîdar û rêxistinên mafên mirovan kir ku van sûcên li dijî jinan bişopînin û ji bo bidawîkirina wan bixebitin. Kombûnê, di dawiya daxuyaniyê de wiha got: "Em bi awayekî tund hemû kiryarên ku gef li ewlehiya sivîlan dixwe şermezar dikin. Em pêşketinên di vê dozê de ji nêz ve dişopînin û em ê hemû hewlên xwe bikin da ku ewlehiya Norman û Heyfa û vegera wan a bi awayekî biewle mîsoger bikin."