Kolanên Xezayê bûne şahidên komkujiyên trajîk ên hêzên Îsraîlî

Neclaa Esbîtan ku ji ber travmaya şer tedawiya psîkolojîk distîne, bang li cîhanê dike ku êşa psîkolojîk a jinên Xezayê yên ku zarokên xwe di êrîşên Îsraîlî de winda kirine, bi dawî bikin.

REFÎF ISLÎM

Xeza – Jin li kolanên Zîvala Xezayê dimeşin û bîranînên komkujiyên ku pê re rûbirû mane, hildigirin. Li kolana Taylandê, hêzên Îsraîlî li dijî du jinên ciwan komkujiyek pêk anîn. Tenê daxwaza wan ew bû ku perçeyek pîzza bi bihayek ecêb bixwin, lê mûşek li beriya wan ket, xewna wan hilweşand û jiyana wan ji wan stend.

Li kolana El-Celaa, hêzên Îsraîlê du jin bi saxî şewitandin dema ku ew xwe li malên xwe diparastin. Di heman demê de du jinên temen mezin li El-Sînayê hatin gulebarankirin û qetilkirin. Di heman kêliyan de, taxên El-Nasr û El-Şîfa di êrîşên bejahî de rastî komkujiyan hatin. Li Til El-Hewayê zaroka bi navê Hind Receb ligel malbata xwe dema ku gazî ambulansê dikir da ku wê rizgar bike, hat kuştin. Rewş li her kolan û taxên bajarê mirinê tê pîvandin.

'Kolanên bajêr bi xwînê tijî bûne’

Neclaa Esbîtan da zanîn ku berî şer li Xezayê biqewime, rê gelek xweşik bûn û dikaribûn malbatên ji her astên darayî bicîh bikin. Neclaa diyar kir ku mirov dikaribûn li parkên giştî û li ser kolanên Xezayê jî demek xweş derbas bikin û wiha got: "Em bêriya wan rojan dikin. Ya dawî jî roja 6'ê Cotmeha 2023'an ku rojek berî destpêkirina şer bû. Ev tirs dê kengî bidawî bibe? Li her deverê kolanan gel bi komkujiyan re rûbirû dimînin. Riyên ku bi kenê milet dihatin xemilandin îro bi xwînê tên xemilandin. Hêzên Îsraîlî, deverên ku milet lê kom bûne, dike armanc. Herî dawî jî li xaçerêya Saraya ku çend roj berê bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan."

'Çîroka xwe ya trajîk tu car ji bîr nakim'

Neclaa Esbîtan diyar kir ku hemû kolanên bajarê kevin ji ber wêrankirina sîstematîk a avahiyan girtî ne û gelek riyên taxa Şuca'iyê jî hatine girtin. Neclaa gotinên xwe wiha  domand: "Di encamê de jinên ku ji tankên Îsraîlê direviyan mirine. Leşkeran ew di kolanek asê de dorpêç kirin û gule li wan reşandin. Ev hemû bîranîn zextê li ser jinan dikin, hem ji hêla fîzîkî ve û hem jî ji hêla psîkolojîk ve û wan dixin nav rûbirûbûna bi mirinê re. Ez ê vê çîroka xwe ya trajîk a li taxa El-Celaa ya li navenda Xezayê qet ji bîr nekim. Dema ku hêzên Îsraîlê çar rojan em dorpêç kirin û paşê bombeyên dûmanê teqandin. Her wiha du jin bi awayek zindî şewitandin, xaniyê li kêleka mala me bi dozeran hilweşandin. Qîrîn û girîna wan heta îro jî di hişê min de deng vedide."

Her êş û azar dîtiye

Neclaa Ebîstan ku li taxa El-Sîna'a jî êş û azar dîtiye, wiha dawî li gotinên xwe anî: "Hêzên Îsraîlî êrîşî stargeha ku ez lê dimam kirin, roja yekem ew karîbû bireve, digel xesûya xwe ya seqet. Lê min keça xwe ya biçûk ji bîr kir, ji ber vê vegeriyam û wê ji pêşiya tankê hilda. Di wê gavê de min dît ku guleyek tankê çawa li laşê cîrana me ya ku ji bo rizgarbûna ji girtin û îşkenceyê direviya, ket û bedena wê qul kir."