Kolanên Ciwanro û Rojhilatê Kurdistanê bi tirs û xemgîniyê ket nava bêdengiyê
Mehek di ser xwepêşandanan de derbas bûye û niha kolan bêdeng in, zextên ewlehiyê, tirs û fikarê li ser jiyana rojane ya mirovan ferz kiriye.
MEHIYA ROSTEMÎ
Ciwanro- Tevî ku zêdetirê mehek di ser xwepêşandanan de derbas bûye jî çalakî nasekinin lê kolan bêdeng bûne. Divê were zanîn ku ev nayê wateya aştiyeke rast. Her çendî xwepêşandanên li kolanan bi dawî bûne jî zextên ewlehiyê ne kêm bûne û ne jî bandora xwe winda kirine. Berevajî vê yekê, di jiyana rojane de bi şêweyên nû xwe nîşan didin û bandorê li ser jiyana asayî dikin.
Mirov ji kiryarên xwe yên rojane yên herî hêsan ên mîna ji hebûna li qadên giştî û kombûna di komên biçûk de bigre heta axaftina bi hevalan re an jî berteknîşandana parvekirinên li ser medyaya dîjîtal jî bi fikar bûne. Heta parvekirina çîrokek, ecibandinek an jî şîroveyek biçûk jî ji bo avabûna fikar û tirsê bes e.
Tirs û stres êdî bûne beşek ji jiyana rojane. Malbat, ciwan û heta zarok jî bi baldarî li derdora xwe temaşe dikin û bala xwe didin tevgeran. Her çendî dihat hêvîkirin ku bi bidawîbûna xwepêşandanan re aramî vegere û mirov tenê windahiyan bifikirin jî êdî tê hîskirin ku hawirdora ewlehiyê guheriye û heta kiryarên herî biçûk jî dikarin encamên nayên xwestin bi xwe re bînin.
Di hawirdoreke wisa de, jiyana rojane bi fikar û tirsê ve girêdayî ye. Vegotinên giştî nîşan didin ku tirs êdî bi kolanan ve sînordar nîn e, belavî malan, cihên kar û cîhana dîjîtal bûye.
Zextên medyayê
Ji bo gelek kesên ku nikarin beşdarî xwepêşandanên kolanan bibin, bertekên herî hêsan ên di medyaya dîjîtal de yên mîna parvekirina çîrokek, parvekirinek an jî şîroveya li ser şehîdan û xwepêşandanan, yekane riya îfadekirina xemgînî û hevgirtina xwe ye. Lê belê ev kiryarên hêsan jî di bin çavdêrî û zextê de ne.
‘Ez nikarim bi azadî şîrove bikim’
Zeyneb Mohammadî ya ji Ciwanroyê, der barê vê mijarê wiha dibêje: "Dema ku min ji bo parvekirina fikra xwe parvekirinek hêsan kir, yekîneya îstîxbaratê demildest bi min re têkilî danî û gefa girtinê li min xwar. Her wiha diyar kir ku ger ez parvekinek siyasî jî biecibînim, wê yekser min binçav bikin.”
Zeyneb Mohammadî, axaftina xwe wiha domand: "Em di nava pergaleke ku di hawirdora dîjîtal de jî azadiya me nîn e de dijîn. Di vê pêvajoyê de, min gelek parvekirinên şehîdan dîtin û giriyam lê ez nikarim bi azadî şîrove bikim."
Ev vegotin, nîşan didin ku bertekên herî hêsan ên gel di hawirdora dîjîtal de jî di bin çavdêriyê de ne û tirs veguheriye beşeke jiyana rojane ya mirovan.
Girtina gelek ciwanên li Rojhilatê Kurdistanê
Girtina gelek ciwanan li Rojhilatê Kurdistanê, nîşaneyeke ku hikûmet ji kombûnên herî biçûk jî ditirse ye. Di bûyera dawî de çend ciwanên ji Ciwanroyê li kafeyek kom bûbûn û beşdarî tu xwepêşandan an çalakiyek siyasî nebûbûn; lê dîsa jî ew ji hêla hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin. Ev pêkanîn tenê bi Ciwanroyê re sînordar nîn e, li seranserê Rojhilatê Kurdistanê tê dîtin.
Dibe ku ger xwepêşandan hebûya dê van ciwanan di nava rêza ewil de cih bigirtana; lê belê vê rojê tenê bi hev re wext derbas dikirin. Ruxmê vê yekê jî binçavkirin, ji civakê re peyamek vekirî ye; dixwazin bibêjin hûn tiştek nekin jî hûn dikarin werin binçavkirin û sûcdarkirin. Ev peyam fikar û bêewlehiya derûnî ya li ser gel zêdetir dike.
Binyamîn Mihemedî ya ji Ciwanroyê jî wiha dibêje: "Kesên ku hatine girtin hevalên min bûn û dibe ku dora min jî were. Dema ku hatin binçavkirin, nekaribûn çend rojan razêm."
Astengkirina derbasbûna ambûlansa Şehla Kakayî: Nîşaneyek din a tirsa ewlehiyê ye
Dema ku cenazeyê Şehla Kakayî ya di xwepêşandanên 18’ê Çileyê de li Kirmaşanê jiyana xwe ji dest da û ji gundê Qelaje ye, destûr nehat dayîn ku ambulans ji Ciwanroyê derbas bibe. Xizmeke malbatê ya bi navê Lîmo Moradî, diyar dike ku hêzên ewlehiyê bêyî ambulans ji nava bajêr derbas bibe, ji riya alî ber bi gundê Qelaje ve birine. Li gorî endamên malbatê, ev kiryar tirsa ji nû ve destpêkirina xwepêşandanan nîşan dide.
Lîmo Moradî, da zanîn ku xwişka Şehla di merasîma cenaze de giriyaye û wiha gotiye: "Di destpêkê de hêzên ewlehiyê radestkirina cenaze jî nefikirîn.” Lîmo Moradî, axaftina xwe wiha domand: “Hevjînê Şehla jî di 11’ê Çileyê de jiyana xwe ji dest da. Qetilkirina herdu kesan di medyaya herêmî ya Ciwanroyê de nehat ragihandin û vê bêdengiyê êşa malbat û civakê careke din kûrtir kir.”
Cihên raya giştî û tedbîrên ewlehiyê yên li bajêr
Tirsa di vê asta de, bi astengkirina gihîştina ambulansê ve sînordar nebû. Mehek piştî xwepêşandanan, li kolanên Ciwanroyê tu leşker bi eşkereyî nehatin dîtin. Ji ber ku hêzên ewlehiyê dizanibûn hebûna wan dê gel bêhtir teşwîqê xwepêşandanan bike û şehîdên tevgera şoreşgerî "Jin, Jiyan, Azadî" bîne bîra wan.
Yekane tedbîra ewlehiyê ya diyarker, komkirina qutiyên çopê li kolanên sereke bû. Li gorî gel, ev tedbîr di 18 û 19’ê Çileyê de ji bo pêşîgirtina di dema xwepêşandanan de qutiyên çopê bibin sembola xwepêşandanên kolanan, hatiye girtin.
Bandora girtin û tepeserkirina ewlehiyê ya li ser jiyana mirovan
Birîndarkirin, gef û tepeserkirina ewlehiyê ya berfireh, jiyana mirovan bi giranî guherand. Malbat, ciwan û heta zarok jî dema ku karên herî hêsan dikin bi fikar nêz dibin û tirs bûye beşek ji jiyana rojane.
Vegotinên gel, nîşan didin ku bi van tepeserkirinan ne tenê xwepêşandanan tên çewisandin, di heman demê de bandorê li têkiliyên civakî, baweriya di navbera kesan de û hesta ewlehiya kesane jî dikin. Di demeke dirêj de, ev yek bandorê li tenduristiya derûnî ya mirovan dike, dibe sedema fikar, hêrs û hesta bêçareseriya li hemberî qedexeyan.