Koçberî û dagirkerî: Rêbazek din a tundiya mêr dewletê

Koçberên kampa Waşokanî tekez kirin ku koçberî rêbazek din a tundiya mêr-dewletê ye û rê li ber her cure xirabiya aborî, civakî, psîkolojîk, an fîzîkî vedike û daxwaza xwe ya vegera bi ewle ya Serêkaniyê anîn ziman.

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Koçberî, bi hûrguliyên xwe yên şokdar, dijwar û bi êş, bûyerek pêwist e ji bo dûrketina ji xetera herî giran da ku jiyan were parastin. Di nava koçberiyê de, çerxa tundiyê berfireh dibe û jin bi giştî û bi taybetî jî ew kesên ku ji perwerdeyê bêpar mane, rastî xeterên zêdetir tên. Jinên ku ji ber êrişên dagirkeriyê ya dewleta Tirk neçarî koçberiyê bûne, di kampan de zehmetiyên jiyanî dijîn û ji hêla aborî ve jî bi tundiyê re rû bi rû ne.

Şêniyên koçberên Serêkaniyê û gundewarên wê û gundewarê Ebû Rasînê, piştî ku dewleta Tirk a dagirker di sala 2019’an de êrîşî Serêkaniyê kir, bi darê zorê ji deverên xwe hatin koçberkirin û di şert û mercên dijwar de dijîn. Kesên koçber li kampên ‘Serêkaniyê - Waşokanî" yên li bajarê Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn. Kampa Waşokanî malovaniya nêzî 2 hezar û 260 malbatan dike. Tevî şert û mercên jiyanê yên dijwar, nebûna rêxistinên navneteweyî û nebûna alîkariyê ji bo koçberan, berxwedana jinan zindî ye.

Sedsalek ji bo guhertina zîhniyetê

Rêvebera Kongra Star a kampa Waşokanî Sebah El-Bekir, tekez kir ku jin pir caran rastî tundiyê tên û heta niha jî di civakeke ku jin li ser navê namûsê tên kuştin de, ev yek kêmasiya di zîhniyeta li ser civakê hatiye ferzkirin de nîşan dide û wiha got: “Em vê sedsalê, sedsala rizgariya jinan, weke sedsalek ji bo guhertina zîhniyeta ku civakê dikuje û ditepisîne dibînin.”

‘Koçberî hemû cureyên tundiyê di hundirê xwe de dihewîne’

Sebah El-Bekir wiha got: “Di civaka xwezayî de, wekhevî di navbera jin û mêran de hebû lê ji dema damezrandina dewletên kapîtalîst ve, cudakariya zayendî dest pê kir. Em dixwazin civakek komunal bê tundî ava bikin. Îro bi hezaran kesên koçber bi zorê ji malên xwe hatine derxistin û niha di konan de dijîn û bi hemû aliyên jiyanê re têdikoşin. Ev bi serê xwe tundî ye, ji ber ku koçberî hemû cureyên tundiyê di hundirê xwe de dihewîne û rê li ber zêdebûna tundî û hilweşîna civakê vedike.”

Sebah El-Bekir diyar kir ku tundî li herêmên hundirîn ên wekî Suweyda û peravên Sûriyeyê her wiha li herêmên dagirkirî zêdetir berdewam dike û got: "Divê em xwe bi awayekî berfirehtir bikin yek û ramanên xwe yên azad bigihîjînin hemû jinan, ji ber ku jin tehemulê zehmetiyan dikin û niha em dibînin ka jin çawa li eniyên şer civaka xwe diparêzin."

‘Tundî çavkaniya zîhniyeteke otorîter e’

Cewahîr yasîn Îso yek ji koçberên Kmapa Waşokanî ye tekez kir ku koçberkirina bi darê zorê ya niştecihan ji malên xwe û hebûna wan di kampên bê alîkariya rêxistinên navneteweyî de tundiya li dijî mirovahiyê ye û diyar kir ku kal û pîr, zarok û jin rojane rastî hemû awayên tundiyê tên. Tenê hebûna wan di kampek de bi xwe jî kiryarek tundiyê ye û got: “Em daxwaza cîbicîkirina Peymana 10’ê Adarê dikin da ku tundiya li dijî kesên koçber bi dawî bibe û em bikaribin bi rûmet di malên xwe de bijîn. Em dizanin ku tundî di tevahiya civakan de heye ji ber ku çavkaniya wê zihniyeteke otorîter e lê koçberî rê li ber zêdebûna hemû awayên wê vedike.

‘Li hemberî hemû cureyên tundiyê jin li kampê berxwedanek mezin didin meşandin’

Zekiya Xidir tekez kir ku jinên li kampê rastî tundiyek mezintir tên ji ber ku ew li hemberî zehmetiyan li ber xwe didin û hewl didin rê li ber civaka xwe vekin û wiha berdewam kir: “Jinên li kampê, di hewaya bi sir û seqem de û bi ava cemidî cilên xwe bi destan dişûn. Ma ev edalet e? Îro, ew ji malên xwe bêpar in û di bin konên qetiyayî de têkoşînê didomînin, bi serma û barana zivistanê re şer dikin. Em bang li hemû rêxistinên mafên mirovan û yên mirovî dikin ku alîkarî  bikin ji bo koçber vegerin malên xwe, ji ber ku koçberî tundî bi xwe ye. Li gel her tiştî, zehmetiyên jiyanê û nebûna alîkariya rêxistinan, jinên li kampê li hemberî her cure tundiyê li ber xwe didin da ku vegerin malên xwe û bi rûmet û azadî bijîn.”