Koçberên Serêkaniyê: Ewlehî ji bo me tiştê herî girîng e

Koçberên Serêkaniyê ku tevî hevpeymana di navbera QSD û hikûmeta demkî ya Şamê de jî nikarin vegerin ser axa xwe, ragihandin ku di demên dawî de gelek caran behsa yekbûn û entegrasyonê hatiye kirin, lê wan bandora wê nedîtine.

RONÎDA HACÎ

Hesekê- – Piştî êrîşên dewleta Tirk yên sala 2019’an ên li hember Serêkaniyê, deh hezaran kes ji bajar û gundên xwe ji neçarî koçber bûn û li herêmên cuda yên Rojava bicîh bûn. Piraniya van koçberan niha di kampên Waşokanî, Serêkaniyê û navendên din ên koçberan de dijîn û heta niha nikarin vegerin malên xwe, ji ber nebûna şertên ewlehiyê, hebûna mayînan û berdewamiya wêranbûna mal û milkên wan.

Di 29’ê Çileya 2026’an de, di navbera QSD û hikûmet demkî ya Şamê de peymanek hate îmzekirin. Yek ji xalên peymanê, balê dikişîne ser mafê vegera hemû koçber û penaberên Sûriyeyê ya ji bo herêmên wan û dabînkirina ewlehiya wan. Têkildarî vê mijarê koçberên ji warên xwe bûne û bi taybetî jî yên Serêkaniyê, ketine nav hêvî û bendewariyan. Xelkê Serêkaniyê li bendê ye ku ev xala peymanê bi awayekî pratîkî were bicihkirin û şertên vegera bi dilxwazî û bi rûmet werin peydakirin.

‘Em dixwazin li Sûriyeyê dosya koçberiyê bi dawî bibe’

Jina bi navê Sûriya Hisên ku ji Serêkaniyê ye, bal kişand ser zor û zehmetiyên jiyana di kampê de. Sûriya diyar kir ku di van salan de şertên dijwar ên jiyanê, serma zivistanê, germa havînê û kêmbûna derfetan dîtine, lê belê hêvîya wan a herî mezin, vegera bi ewle ya ji bo mal û welatê wan e. Sûriya rexne li berdewamiya koçbertiyê û derengketina çareserkirina dosyeya êşa koçberiyê kir û bang li hikûmeta demkî ya Sûriyeyê, rêxistinên mirovî û civaka navneteweyî kir. Sûriya xwest ku ji bo vegera bi ewle, bi rûmet û domdar a hemû koçberan gavên cidî bavêjin û dawî li êşa salan a koçberiyê bînin.

‘Siyaseta hedefgirtina jiyan û çavkaniya derbara gel li Dêrazorê didome’

Sûriya bal kişand ser yekîtiya gelên herêmê û jiyana hevbeş a di navbera wan de û got ku siyaseta dewletan ji bo berjewendiyên xwe hewl didin nakokî û fitneyan di navbera gelan de biafirînin. Sûriya bi bîr xist ku dewleta Tirkiyeyê bi salan av li ser herêmê qut kiriye û wiha domand: “Ji bo ku îradeya gelan bişkîne û aboriyê armanc bike. Niha ev tişt li Dêrazorê bi vekirina deriyê avê qewimî vê ava zirar da canê xelkê, zevî û berhemên çandiniyê. Ev, berdewamkirina wan siyasetan e ku armanca wan, jiyan û çavkaniyên debara gel e.”

Gundê me hatiye rûxandin’

 

Fatma Hemîd da zanîn ku gelek gund û bajarên wan hê jî ji ber şer û wêranbûnê ji bo vegerê ne amade ne. Fatma got ku hebûna mayînan û wêranbûna mal û avahiyan metirsiyeke mezin li pêşiya vegerê çêdike û wiha pê de çû: “Min û gelek malbatan serdana gundê xwe Menacîrê kir. Me dît ku mal û milkên me hatine wêrankirin û şertên jiyanê li wir ne guncaw in.”

Fatma destnîşan kir ku di demên dawî de gelek caran behsa yekbûn û entegrasyonê hatiye kirin, lê koçberan hêj bandora wê di jiyana xwe ya rojane de nedîtiye. Fatma ragihand ku gel hêvî dike ev gav bibin sedema aştiyê, ewlehiyê û yekbûna hemû pêkhateyên Sûriyeyê û wiha got: “Gelê Sûriyeyê di dirêjahiya salan de bi hev re jiyaye û pêwîst e ku ruhê hevjiyanî û yekîtîyê dîsa vegere. Behsa entegrasyona çi tê kirin? Eger îro em biçin ser mal û milkên xwe, emê rastî gelek tiştan werin.”

Min bi dilşadî berê xwe da gund lê bi êşekê mezin vegeriyam

Fatma diyar kir ku piştî serdana mala xwe, dît ku mal û milkên wan gelek zirar dîtine û gelek herêm ji ber şer û wêranbûnê ji bo vegerê ne amade ne. Wê got ku ji bo dîtina mala xwe, her çiqas di nav dilşadiyek de bû jî, di heman demê de dîtina wêranbûnê êşek mezin li dilê wê hiştiye. Fatma bi gotinên “Her kesê ku niha diçe mala xwe, dinhêre, berpirsyartiya xwe radike û kes nizane ku ew ê çi, rastî wan bê”, hêviyên xwe yên nîvşikestî anîn ziman û wiha bidawî kir: “Banga min ew e ku şertên vegera bi ewle û bi rûmet ji bo hemû koçberan werin dabînkirin. Jiyana di kampê de ne hêsan e û gelek kes hêvî dikin ku piştî salên dirêj ên koçbertiyê vegerin ser axa û malên xwe û jiyaneke asayî ji nû ve dest pê bike.”

‘Bê ewlehî veger tune ye’

 


Nûra Elî diyar kir ku vegera bi ewle, şerta bingehîn a ji bo vegera wan a li gund û bajarê xwe ye û got ku  “Ewlehî ji bo me tiştê herî girîng e. Bê ewlehî veger tune ye, em ji bo ewlehiyê koçber bûn” û bi van gotinan bal kişand ser mexdûriyeta xwe: “Dibêjin ew ê heta ku genim biçînin li gundên me bimînin û paşê derkevin. Lê gava em bi zorê ji mal û welatê xwe hatin derxistin, me nikaribû tiştekî bi xwe re bibin. Me hemû tiştên xwe li paş xwe hiştin. Em bang li rêxistinên mirovî dikin ku rê ji bo vegerek bi ewlele vekin û çeteyan ji gund û bajaran derxînin û alîkariyê ji koçberan re pêşkêş bikin.”