Koçberên li Idlibê ji xizmetên tendirustiyê bêpar in

Jinên penaber ên li wargehên bajarê Idlibê bi cih bûne behsa nexweşiyên xwe kirin û gotin: "Girtina nexweşxaneya Beb El-Hewa, rewşa zarok û jinên koçber dixe xeterê. Em ji dermankirinê bêpar mane."

ESÎNAT EL-MUHEMED

Idlib – Wargehên koçberan ên li bajarê Idlibê yê Sûriyeyê bi şert û mercên tendirustiyê yên dijwar re rûbirû dimînin. Bi taybetî piştî rawestandina saziyên tendirustiyê û nexweşxaneyên li herêmê rewş xirabtir bûye. Herî dawî rawestandina xizmetên nexweşxaneya Beb El-Hewa, rewşa koçberan bi taybetî jinan dijwartir kir. Biryara rawestandina nexweşxaneyê ji hêla rêveberiya demkî ya Sûriyeyê ve hat dayîn. Bi milyonan koçber ji xizmetên tendirustiyê bêpar mane. 

Jinên koçber ên ku li wargehan bi cih bûne ji ajansa me re qala zehmetî û kêşeyên ku di warê tendrustiyê de pê re rû bi rû tên, kirin.

'Ez niha nikarim zarokê xwe tedawî bikim'

Xilûd El-Raxêb a 28 salî û li kampa Kefer Loslîn a bakurê Idlibê bi cih bûye ji ber tunebûna xizmetên tendirustiyê nikare zarokê xwe tedawî bike. Xilûd El-Raxêb dibêje: "Em ji şert û mercên dijwar derbas dibin û qutbûna pêdivî û xizmetên tendirustiyê jî zehmetiyan dijwartir dike. Zarokê min nexweşiya nefesê pê re heye û ji ber rewşa aborî em nikarin wî li nexweşxaneyên taybet derman bikin. Nexweşxaneya Beb El-Hewa me gelek sûd jê digirt û xizmetên wê bê pere bûn. Ji ber nexweşxane rawestiya, em neçar man pêvajoya tedewiya zarokê xwe rawestînin ev jî rewşa wî xeternak dike."

Girtina deriyên nexweşxaneyê zehmetiyên penaberan dijwartir dike

Jinên koçber diyar kirin ku rawestandina karê nexweşxaneya Beb El-Hewa zehmetî û kêşeyan dijwartir kiriye û got: “Herî zêde jin ji van biryaran êşê dikşînin ji ber ji pêvajoyên dermankirinê qut dibin û rewşa wan a tendirustiyê dijwartir dibe. Her wiha ji ber aboriya wan têrê nake li nexweşxaneyên taybet pêvajoya tedawiyê bidomînin. Divê rêveberiya demkî berpirsyariyên xwe li hemberî bi hezaran jinên koçber ku ji ber wêrankirina malên xwe nikarin vegerin bajarên xwe, bigrin ser milên xwe.

Rewşa wê ya tendirustiyê xirabtir bûye

Fatime Ezz El-Dîn a 48 salî jî ku li wargehên bajarê Sermeda yê bakurê Idlibê bi cih bûye da zanîn ku bi rawestandina xizmetên nexweşaneyê re rewşa wê ya tendirustiyê jî xirabtir bûye û wiha dibêje: "Nexwşiyên tansiyona bilind û şekir bi min re hene. Loma divê her dem bên şopandin. Lê mixabin piştî nexweşxaneya Beb El- Hewa deriyên xwe girt nikarim nexweşiya xwe bişopînim û dermanên xwe bigrim. Li derveyî nexweşxaneyê derman bi buhayên gelek zêde tên firotin û ez nikarim wan bikrim. Nexweşxane hêviya me bû. Rewşa min niha dijwartir bûye."

'Divê xizmetên tendirustiyê ji bo koçberan bên peydakirin'

Bijîjk Semahêr El-Edel seroka beşa anesteziyê ya nexweşxaneya Beb El-Hewa tekez kir ku cudahiya vê nexweşxaneyê ji nexweşxaneyên din ew bûye bi belaşî gel derman bike û lênêrîna tendirustiyê ji wan re pêşkê dikir û got: “Beşên wê yên tendirustiyê gelek bûn û gel pêdiviyên xwe li vir pêk dianîn, sûd jê digirtin. Rawestandina wê êşên jinên koçber zêde kir. Sekinandina xizmetên nexweşxaneyê di vê pêvajoyê de felaketek mezin e. Zêdetirî 2 milyon kesên koçber berê xwe didan vê nexweşxaneyê. Divê pêdivî û nuqteyên tendirustiyê ji jin û zarokên koçber re bên peydakirin, heya ku vegerin malên xwe."