Koçberên Efrînî: Çeteyan ji Efrînê derxin mercên vegerê avakin
Jinên koçber ên Efrînê diyar kirin ku pêwîst e dawî li dagirkeriyê were û koçber di bin parastina hêza xwe de bi awayekî mîsoger vegerin ser axa xwe.

RONÎDA HACÎ
Hesekê – Şêniyên Efrînê di sala 2018’an de ji ber êrîşên hovane yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê, neçarî koçberiyê bûn. Tevî berdewamkirina sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî şêniyên Efrînê, jinên koçber ên Efrînê bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) kirin ku bi awayekî lezgîn destwerdanê bikin, dewleta Tirk a dagirker û çeteyan ji herêmê derxin û vegereke bi ewle ji bo koçberan mîsoger bikin.
‘Ji sûcan rêveberiya demkî ya Sûriyeyê berpirsyar e’
Yek ji koçberên Efrînê Rûxweş Azo, bal kişand ser pêvajoya ku Sûriye tê de derbas dibe. Rûxweş diyar kir ku pêwîst e dawî li çîroka koçberî û dagirkeriyê were û got ku heya niha koçber di bin şert û mercên dijwar di nava kamp, dibistan û malan de dijîn. Rûxweş wiha got: “Di 2018’an de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî me kirin. Di encamê de em neçarî koçberiyê bûn û li Şehbayê hatin bicîhkirin. Lê careke din êrîşî Şehbayê kirin û em neçar man berê xwe bidin kantona Cizîrê. Îro rêveberiya demkî ya Sûriyeyê dibêje vegerin Efrînê. Em ê çawa vegerin û bi kesên ku êrîşî me kirin, zarokên me kuştin û malên me talan kirin re bijîn? Kesên ku dizivirin rastî destdirêjî û qetilkirinê tên, ji van hemû binpêkirinan rêveberiya demkî ya Sûriyeyê berpirsyar e.”
‘Divê li Sûriyeyê çîroka koçberî û dagirkeriyê bidawî bibe’
Rûxweş tekez kir ku Efrîn a xwediyên avakirin û çandina darên wê ye û wiha got: “Em miletek ji xaka Sûriyeyê ne, em dixwazin vegerin bajar û malên xwe. Em dev ji Efrînê bernadin. Ev çend sal in em di bin şert û mercên dijwar de em dijîn. Ev ji bo vegera Efrînê ye. Heya çete ji Efrînê dernekevin, em nikarin vegerin. Ji ber ku em ê rastî qetilkirinê werin. Kîjan roj be û di çi temenî de be em ê bi rûmeta xwe vegerin Efrînê. Em bang li rêveberiya demkî ya Sûriyeyê dikin ku bi erkên xwe rabe û çîroka koçberî û dagirkeriyê bi dawî bibe.”
‘Dagirkerî û koçberî pêşeroja zarokan dixin xeterê’
Efrîniya bi navê Sûzan Oso da zanîn ku dagirkeriya li ser Efrînê pêşeroja zarokan tune kiriye û nêrînên xwe wiha anî ziman: “Ev du car in em neçarî koçberiyê dibin. Her ku em xwe li cihekî birêxistin dikin û jiyana bi îsrara vegerê didomînin, dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê êrîşê me dikin. Di dagirkeriya Efrîn û Şehbayê de bandoreke mezin li ser sîstema xwendina zarokan çêbû, ev xeteriyek li ser pêşeroja zarokên me ye. Mafê me heye em vegerin Efrînê cihê ked û jidayikbûna xwe. Em bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) dikin ku bi awayekî lezgîn destwerdanê bike û çeteyan ji xaka me derxe ji ber ku kesên niha li Efrînê dijîn rastî hemû cureyên tundî û kiryarên derexlaqî tên.”
‘Em naxwazin wan li ser axa xwe bibînin’
Henan Elî jî destnîşan kir ku heya çete ji Efrînê venekişin dê veger ne bi ewle be û wiha got: “Em xwedî xak û îradeyek serbixwe ne. Li Efrînê me ked û berxwedaniyek mezin meşand û heya vê kêliyê ev berxwedan berdewam dike. Heta ku çete bi temamî dernekevin em vegera di bin kontrola wan de qebûl nakin. Çeteyên dewleta Tirk a dagirker hemû rêbazên xirab li ser gelê me meşandin. Em wan li ser xaka xwe qebûl nakin û Efrîn a me ye. Niha li herêmên dagirkirî zarok tên qetilkirin, kal û pîr rastî rê û rêbazên xerab tên her wiha mal û milkên me tên talankirin. Ji vê yekê hemû dewlet berpirsyar in û gere zextek li ser dewleta Tirk were kirin ku çeteyên xwe ji xaka me vekişîne û em bi ewlehî vegerin Efrîna xwe.”