Koçberên Efrînê kiryarên li Efrînê pêk tê şermezar kirin
Koçberên Efrînê yên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yê Helebê dijîn li dijî kiryarên çeteyên girêdayî dewleta Tirk li li Efrînê dimeşîne, daxuyanî dan.
Heleb – Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye li Heleb a Sûriyeyê, binpêkirinên berdewam ên li dijî gelê Efrîn şermezar kir, daxwaza cezakirina sûcdaran û vegera ewle ya xelkê Efrîn bo bajarên xwe kir.
Xelkê Efrînî yê bi zorê koçber bûye, ji operasyona leşkerî ya Tirkiyê ya 2018’an û kontrolkirina herêmê ji aliyê komên çekdar ve, daxwaza xwe ya vegera bi rûmet û ewle bo malên xwe dubare dike. Xwesteka bingehîn a gel ew e ku mal, erd û jiyana xwe ya normal bi dest bixe; jiyanek bê binpêkirin, tundûtûjî û polîtîkayên guhertina demografîk bijî.
Di vê çarçoveyê de, meclisa giştî ya taxên Eşrefiye û Şêxmeqsûd ên Helebê meşekî girseyî lidarxist. Di dawiya meşê de ji aliyê cîgira hevseroka encumena, Dunya Bekir ve daxuyanî hat dayîn.
Dunya Bekir wiha got: "Îro, Efrîn di bin giraniya birînên xwe de dijî, ku her sibeh ji nû ve xwîn diherike. Ev bajarê ku bi zeytûn, dîrok û gelê xwe yê aştîxwaz tê nasîn, di salên şer de ji bo hemî Sûriyan, bêyî ku etnîsîte çi be, wekî penagehek xizmet kiriye."
Dunya Bekir diyar kir ku polîtîkayên talan, dizîn û kuştinê yên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî berdewam dikin û wiha domand: "Dagirker, ku bi dizîna nan, zeytûn û berhemên Efrîn têr nabin, bi kuştinên rojane û dubarekirî mirovan mehkûmî tirsê dikin. Mirov dema ku jiyana xwe ya rojane didomînin, ji nişkê ve dibin qurbaniyên kuştin an êrîşan. Li vê herêmê, di bin parastina hikûmeta demkî de, her sûcek nû êdî dibe sirrek."
Bang: Berpirsiyariya xwe bi cih bînin
Dunya Bekir civaka navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan û hikûmeta demkî ji ber binpêkirin û mirina sivîlan berpirsyar girt:
"Wekî Meclisa Giştî ya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, em berpirsiyariya binpêkirinên sîstematîk, kuştinên rojane û polîtîkayên koçberkirina bi darê zorê yên li dijî gelên Efrîn dikin, dixin stûyê civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan. Her wiha em bang li hikûmeta demkî dikin ku erkê xwe yê parastina sivîlan û milkê wan, cezakirina sûcdaran û berpirsiyariyên xwe yên li hember gelê Efrîn bicîh bîne."