Koçber dixwazin vegerin Serêkaniyeyek azad
Li kampên Waşokanî û Serêkaniyê jin behsa zehmetiyên ku li kampan dijîn kirin û daxwaza vegera Serkêniyeya bê dagirkerî kirin.
RONÎDA HACÎ
Hesekê - Xelkê koçber ê Serêkaniyê û gundewarên wê û gundewarê Ebû Rasînê, piştî ku dewleta Tirk a dagirker 2019’an de êrîşî Serêkaniyê kir, bi darê zorê ji deverên xwe hatin koçberkirin û di şert û mercên dijwar de dijîn. Kesên koçber li kampên ‘Serêkaniyê - Waşokanî" yên li bajarê Hesekê ya bakur-rojhilatê Sûriyeyê dijîn.
Kampa Waşokanî malovaniya nêzîkî 2 hezar û 260 malbatan û kampa Serê Kaniyê jî malovaniya nêzîkî 2 hezar û 165 malbatan dike. Tevî şert û mercên jiyanê yên dijwar, nebûna rêxistinên navneteweyî û nebûna alîkariyê ji bo koçberan, di kûrahiya çavên her koçberekî berxwedanek ji bo vegerê tê payîn.
Jinên pîr ên ji kampa Waşokanî daxwaza guhertina konên xwe yên çiriyayî dikin. Konên ku ev 7 sal in li ber ba, baran û rojê liberxwe didin.
‘Berxwedaniya rastîn li gel jinan e’
Meryem Mihemed, yek ji koçberên li kampa Waşokanî ye. Meryem, piştrast kir ku şert û mercên jiyanê li kampê xirab in û rêxistinên navneteweyî karê xwe nakin û got: “Rewşa me pir xirab e û zivistan nêzîk dibe. Matrasên me tunene û çadirên me 6 salî ne. Em daxwaz dikin ku ew werin guhertin. Ger baran bibare, rewşa me dê xirabtir bibe. Em kal û pîr û nexweş in û ev rewş ji bo me nayê qebûlkirin.
Meryem tekez kir ku her tişt li kampê li ber xwe dide, lê berxwedana rastîn bi jinan re ye û wiha berdewam kir: “Jinên li kampê cil û bergan bi destan di ava sar de dişon û zivistanê ji ber vê yekê nexweş dikevin.”
‘Konên çiryayî jiyana me tehdîd dikin’
Henîf Xelîl destnîşan kir ku piraniya kesên ku koçber bûne nexweş in û axaftina xwe wiha domand: “Em di rewşek dijwar re derbas dibin û gelek nexweşî li cem me hene. Yek ji wan nexweşiya dil e û pêdivî bi stent heye. Em dikevin demsala havînê û ev yek jiyana me, nemaze konên ku em tê de dijîn, ku xirabe ne û em dixwazin wan biguherînin, tehdît dike. Em dixwazin vegerin Serêkaniyê û di malên xwe de bijîn ku em bi salan ji bo wan xebitîn. Çima divê em di bin konan de bijîn? Em mafên xwe dixwazin.
‘Em vegera Serêkaniyê dixwazin’
Emîna Husên piştrast kir ku xelkê koçber ji ber konan ji baranê ditirsin û wiha got: “Em niha li ser agir xwarinê çêdikin, gelo rewşa me dê di zivistanê de çawa be? Em niha ji bo vegerê li kampê ne. Em ji rêxistinan tiştekî naxwazin; em tenê dixwazin vegerin malên xwe."
‘Pêwîst e Rêveberiya Demkî peymana 10’Adarê pêk bîne’
Emîna diyar kir ku piştî hilweşîna rejîma Baasê, hêviyeke mezin a xelkên koçber hebûye ku vegerin û pirsgirêka koçberiyê çareser bikin, lê ew di rejîmê de tu guhertinekê nabînin. Wê diyar kir ku divê rêveberiya veguhêz peymana 10’ê Adarê bicîh bîne û pirsgirêka koçberan çareser bike, ji ber ku ev pirsgirêka sereke ya Sûriyeyê ye.
Li gorî agahiyên ku me ji Rêveberiya Kampa Waşokanî girt, rêxistinên mirovî di nava 6 salan de 159 kon pêşkêşî kampê kiriye, ji bilî wê ji bo guhertina çadiran tu alîkarî pêşkêş nekiriye. Her wiha qada tenduristî û ya xwendinê gelek pêwîstî hene.