Kobanê ji bo şahiya mezin a 8’ê Adarê amade ye

Desteya Çandê ya Bajarê Kobanê, ji bo şahiya mezin a dê li Kobanê bê lidarxistin lez da xebatên xwe.

ÊLVÎN MIHEMED

Kobanê – Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê xebatkarên çand û hunera Baqî Xido û Hîlala Zêrîn a Bajarê Kobanê ji bo 8`Adarê amadekariya şahiyan dikin. Ji bo vê jî li navenda Çand û Hunera Bajarê Kobanê xwe perwede dikin.

Rêvebera Hîlala Zêrîn Fatmê Xelîl ku cihê xwe di nava koma dayikan de girtiye û hem jî di rêveberiya wê de ye axivî.

Fatmê Xelîl ku rêvebera Hîlala Zêrîn e û cihê xwe di nava koma dîlanê dayikan de girtiye, wiha got: "Meha pîroz li pêşiya me ye. Newroz û 8`Adarê nêz dibin. Di destpêkê de em meha Adarê û Roja 8`ê Adarê li hemû jinên berxwedêr pîroz dikin."

Fatmê Xelîl li ser hejmara komên ku beşdarî şahiyê bibin wiha got: “Navenda Hîlala Zêrîn û Tevgera Çand û Hunera Bajarê Kobanê ku yekser jin cihê xwe di nava govendê de digrin, komek ciwanan û yek jî ya dayikan e. Min cihê xwe di nava koma dayikan de girtiye. Hunermendên me yên serbixwe 2 ne ew jî ji bajarê Kobanê ne. Komên ku amade ne, ji Peymangeha Vejîn, Koma Şehîd Esmer û Şehîd Gîvara ne."

‘Berxwedana Tişrînê dê rengekî cuda bide çalakiyên îsal’

Fatmê Xelîl di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Em dikarin bibêjin ku li kêleka van amadekariyan, berxwedana li Bendava Tişrînê dê rengekî cuda bide çalakiyên îsal. Ew ê were dîtin ku jin çawa li bendavê li ber xwe didin. Ne tenê jin, ciwan û xort jî li ber xwe didin. Em dikarin bibêjin ku perwerdeya me berdewam dike. Her roj kom xwe perwerde dikin û îro jî em li Navenda Çand û Hunera Baqî Xido kom bûne ji bo Desteya Çandê li koman binêre. Di dawiyê de ez bi hêvî me her kes xwedî li 8`ê Adarê derkeve, xwedî li têkoşîna jinan derkeve. Ji ber ku dirûşma Jin Jiyan Azadî li cîhanê belav bûye divê em bi ruh û rengê vê dirûşmê vê rojê pîroz bikin. Em dixwazin şanoger û wênexêzên ku di malên xwe de rûniştîne, werin tevlî komên çandê bibin û cihê xwe bigrin."