Kobanê di bin dorpêçê de ye: Mal tên şêlandin

Li Kobanê ku ji 20'ê Çileyê ve dorpêçkirî ye, rê hatine girtin û gund hatine valakirin. Her wiha malên Kurdên hatine koçberkirin bi awayekî pergalî tên talankirin.

Navenda Nûçeyan- Dorpêça li ser Kobanê ku ji 20'ê Çileyê û vir ve didome, gef li jiyana sivîlan tê xwarin û malên Kurdên hatine koçberkirin tên talankirin. Çeteyên cîhadîst ên rêveberiya demkî ya Sûriye û Tirkiyeyê riyan digrin û li gund û qadên bejahî yên Kobanê heya roja îro gelek sivîl bi hovane qetil kirine.

Li gorî nûçeya ANF’ê, ketine malên Kurdên ji cihên xwe hatine kirin, mal û milkên wan bi rengekî sîstematîk hatine talankirin, dizî hat kirin û ev yek hê jî didomin.

Wêran, talan, revandin û xwestina fîdyeyê ji aliyê çeteyên cîhadîst ên rêveberiya demkî  ya Sûriyeyê û dewleta Tirk ve tên kirin, dorpêçê girantir dike. Di nîvê meha Çileyê de, di rojên herî giran ên zivistanê de ji ber êrîşên çeteyan beşekî mezin ê gel neçar ma koçî Kobanê bike. Piştî valakirina gundan çeteyên ku ev rewş weke firsend dîtin, ketin cihên niştecihiyê yên Kurdan û eşyayên madî û manewî yên mirovan talan dikin.

Hat zanîn ku bi taybetî panelên enerjiya rojê, kabloyên elektrîkê, dolabên qeşayê, depoyên mazotê, televîzyon, taximên kanepeyan, mînder, makîneyên kar, patos, bi wesayîd û kamyonên ji Girê Spî, Serêkaniyê û Reqayê yên dagirkirî anîne, hatin dizîn.

Hat zanîn ku bi taybetî li van gundan komên çeteyên bi navê Sultan Murad, Hemzat, Emşat, Firqeya 42’emîn û 72’yemîn ên girêdayî Tirkiyeyê hene, her cure pêkanînên bi zihniyetên talanker û wêranker tên meşandin.