‘Kobanê bû xala dîrokî ya têkoşîna YPJ’ê’
Yek ji fermandarên YPJ’ê Penaber Efrîn, li ser pêşengî, rol û mîsyona YPJ’ê di şerê Kobanê de axivî, tekez kir ku mîrateya berxwedana Kobanê bûye bingeha pêşketina YPJ’ê û berdewamiya têkoşîna jinan.
NEXEM ÇAÇAN
Hesekê – Şerê Kobanê di dîroka têkoşîna YPJ’ê de weke qonaxeke dîrokî hat neqişandin. Di wê demê de, jinan hêza xwe di qada berxwedan û parastinê de nîşan dan û ev berxwedan bû bingeha pêşketina rêxistinî û leşkerî ya YPJ’ê. Ji berxwedana Kobanê heta îro, YPJ’ê bi tecrube, rêxistinbûn û pêşxistina kapasîteya jinan, rola xwe di qada leşkerî de berfireh kir û di qada civakî û fikrî de jî cih digre.
Yek ji fermandarên YPJ’ê Penaber Efrîn, li ser pêşengî, rol û mîsyona YPJ’ê di şerê Kobanê de pirsên nûçegihana me bersivand.
YPJ’ê di şerê Kobanê de çi rol lîst û ev şer çawa bû xala dîrokî ji bo têkoşîna jinan?
Şerê Kobanê ji bo YPJ’ê ne tenê şerekî li dijî DAIŞ’ê bû, qadeke girîng a tecrubeyê, bû xwepêşxistin û xurtbûna hêza jinan. Berxwedana ku li Kobanê hat nîşandan û kesayetên ku di nava vî şerî de derketin pêş, ji bo YPJ’ê bûn çavkaniya hêz û tecrubeyeke girîng ku rê li ber pêşketina kapasîteya leşkerî û rêxistinî vekir.
Ji bo me bû sedema hêzkirin û domandina berxwedanê
Di nava van kesayetan de Arîn Mîrkan weke semboleke berxwedanê cihê taybet digre. Tevî ku di destpêka şerê Kobanê de tecrubeya YPJ’ê wekî asta îro nebû jî berxwedan û riya ku Arîn Mîrkan û gelek hevalên wê li Kobanê ava kirin, ji bo me bû sedema bihêzbûn û domandina berxwedanê. Helbet ev tecrube bû bingeh ku YPJ bikaribe di şerê Kobanê de roleke girîng bilîze, li hemberî DAIŞ’ê berxwedaneke bi hêz raber bike û di dawiyê de bi ser bikeve.
Hêza YPJ’ê ne tenê di qada leşkerî de bû
Şerê Kobanê di dîroka YPJ’ê de, weke qonaxeke girîng tê dîtin, ji ber ku di vî şerî de hêza YPJ’ê ne tenê di qada leşkerî de, di warê biryardayîn, rêxistin û berxwedana civakî de jî xwe nîşan da. Tecrubeyên ku li Kobanê çêbûn, bûn bingeha pêşxistina YPJ’ê û rê li ber mîsyon û rola wê ya di hemû qonaxên têkoşînê de vekir.
YPJ’ê di wê demê de çawa pêşengiya xwe di qada leşkerî û civakî de îsbat kir?
Piştî konferansa ku di 4’ê Nîsanê de li Cizîrê hat lidarxistin û YPJ di wê demê de hat avakirin, jin li derdora vê rêxistinê kom bûn û tevlî xebatê bûn. Di Newroza sala 2013’an de, tevlîbûna hejmareke jinan bi awayekî balkêş pêk hat her wiha piştî Newrozê jî hejmareke ji jinên Kobanê tevlî YPJ’ê bûn ku tevlîbûnê bi awayekî berbiçav hêza berxwedana YPJ’ê zêde kir.
Civaka Kobanê bi awayekî berfireh tevlî şoreşê bû
Di warê civakî û fikrî de jî derbasbûna Rêber Apo ji bo herêmên Rojava û destpêkê di Kobanê de bû, ev yek jî bandoreke girîng li ser hişmendiya jinan û çanda civaka Kobanê çêkir. Civaka Kobanê di demeke kurt de dest bi guhertina hişmendiya xwe kir û bi awayekî berfireh tevlî şoreşê bû. Di heman demê de, civak xwedî li ked û mîrateya Rêber Apo ya li Kobanê hat dayîn derket.
Em bawer bûn ku em ê Kobanê rizgar bikin
Yekemîn tabûra ku li Kobanê hat avakirin, Tabûra Şehîd Dîcle bû. Bi destpêka şer û berdewamkirina pevçûnan li Kobanê, hêviya gel bi YPJ’ê hêzeke mezin di kesayetiya me de ava kir. Em bawer bûn ku em ê Kobanê rizgar bikin û gelê wê biparêzin. Ev bawerî û berpirsiyariya li hemberî gelê Kobanê, tevî di wê demê de tecrubeyên me yên leşkerî hê kêm bûn jî hêza me ya berxwedanê zêde kir û hişt em berdewam bikin, li ber xwe bidin, têkoşîna xwe bidomînin û di encamê de em bi ser ketin.
Ji Şerê Kobanê heta îro di rêxistinbûn û şêwaza têkoşîna YPJ’ê de çi guhertin çêbûn?
Li Kobanê me ne tenê li hemberî DAIŞ’ê şer kir, di heman demê de li hemberî hişmendiya hişk û hêzên ku DAIŞ’ê ava kiribûn û berê wan dabûn ser gelê Kurd, me berxwedaneke bêhempa raber kir. Şerê Kobanê derfet da ku kesayetên jinên Kurd ên ku teslîmbûn qebûl nedikirin û bi berxwedanê îsrar dikirin, xwe nîşan bidin û bibin sembolên vê berxwedanê.
Di nava van kesayetan de Arîn Mîrkan wekî nimûneyeke girîng derket pêş. Çalakiya wê nîşanî me da ku li hemberî me tenê hêzeke çekdarî tune ye, sîstem û hêzên hegemonik hebûn, dixwestin li hemberî sîstemên demokratîk û modelên civakî yên ku li ser azadiya gelan û jinan ava dibin, astengiyan derxin. Ev helwest û berxwedan ji bo me mîrateya xeta fedayîtiyê bû, bandoreke mezin li ser têgihîştina me ya berxwedanê kir.
Jinên ji pêkhateyên cuda di nava YPJ’ê de cih digrin
Di wê demê de YPJ bi çend herêmên Rojava re sînordar bû lê bi berxwedana Kobanê û têkbirina DAIŞ’ê, hêza jinan veguherî qadeke berfirehtir û ev tecrube bû mîrateyek li seranserê cîhanê. Îro jinên ji pêkhateyên cuda di nava YPJ’ê de cih digrin û YPJ’ê di gelek herêman de xwe bi rêxistin kiriye. Pêşketina heyî ne tenê rola YPJ’ê ya di warê parastinê de berfireh kiriye, bandoreke girîng li ser têkoşîna jinên li gelek deverên cîhanê jî kiriye. YPJ di nava QSD’ê de wekî hêzeke pispor û profesyonel cih digre. Her wiha di artêşa Sûriyeyê de jî heman tişte.
YPJ’ê di van salan de ji aliyê xweparastin, perwerdeya leşkerî û pêşxistina kapasîteya jinan ve çi bi dest xistine?
Di van salên dawî de, di warê teknîkî û leşkerî de pêşketinên girîng çêbûn û YPJ jî ji vê pêşketinê dûr nemaye. Di demên berê de, hikumetê digot jin nikarin çekên giran bi kar bînin an jî di hinek şerên dijwar de li ber xwe bidin. Lê YPJ’ê bi têkoşîn û tecrubeya xwe ev hişmendî şikand û îsbat kir ku jin dikarin di her qad û warî de hebûna xwe nîşan bide û roleke girîng bilîzin. Bi vê yekê re, YPJ’ê di qada leşkerî de, di parastina jin û civakê de jî xwe îsbat kir.
Rola YPJ’ê tenê bi qada leşkerî nehat sînordarkirin
Di heman demê de, rêbazên perwerdeyê li gorî pêdiviyên şer û şertên nû her dem hatin guhertin û pêşxistin. Li gel vê yekê, jinên civakê jî hatin rêxistinkirin. Bi berxwedan û têkoşîna jinan, civakê hîs kir ku azadî dikare bibe bingeha jiyana nû. Ji ber vê yekê, rola YPJ’ê tenê bi qada leşkerî nehat sînordarkirin, di heman demê de di warê fikrî û îdeolojîk de jî xwe bi pêş xist û xwest jin û civak li ser bingeha netewa demokratîk û hevjiyana azad xwe rêxistin bikin.
YPJ’ê her du aliyan esas girt
Di vê têgihîştinê de, artêş tenê bi hêza leşkerî nayê avakirin. Ji bo avakirina hêzeke xurt, hem aliyê leşkerî hem jî aliyê fikrî û îdeolojîk divê hev temam bikin. YPJ’ê jî herdu aliyan esas girt û bi vê yekê xwest di heman demê de hem li hemberî hêzên çekdar, hem jî li hemberî îdeolojiyên ku li dijî azadiya jin û civakê ne xwe biparêze.
Di vê çarçoveyê de, YPJ tenê li hemberî îdeolojiya DAIŞ’ê tênekoşiya, di heman demê de li hemberî bandora sîstema kapîtalîst û şerê taybet ku li dijî jinan tê meşandin jî helwest girt. Bi vê yekê, YPJ’ê têgihîştina xwe ya berxwedanê ji qada leşkerî derbasî qada civakî û fikrî kir.
Îro, di bin siya guhertinên siyasî û leşkerî yên li herêmê çêdibin de, mîsyon û armancên sereke yên YPJ’ê çi ne her wiha pêşeroja YPJ’ê çawa tê dîtin?
Sîstemên dewletê, sîstemên desthilatdar in ku di gelek waran de li hemberî azadiya jin, ciwan û pêkhateyên civakê radiwestin. Ji ber vê yekê, armanca me wekî YPJ’ê ew e ku di pêvajoyên li herêmê de, hemû destkeftî û mîrateyên ku YPJ’ê bi têkoşînê bi dest xistine biparêzin û di çarçoveya yasayî ya Sûriyeyê de, bi awayekî fermî misoger bikin.
YPJ bi salan di qada leşkerî û siyasî de têkoşiya
Îro jin her roj rastî tundî û binpêkirina mafên xwe tên. Her wiha rewşa revandina keçên ciwan jî berdewam dike. Ji ber vê yekê, xweparastin ji bo jin û civakê gelek girînge. YPJ’ê bi salan di qada leşkerî û siyasî de têkoşîn raber kir û îro jî armanca me ew e ku parastina civakê bi rêbazên aştiyane û riyên ku şert û mercên nû pêdivî dibînin bidomînin.
YPJ dê li gorî şert û pêdiviyên wê herêmê rola xwe bilîze
Eger li herêmek ji herêmên Sûriyeyê pêdiviya parastinê hebe, YPJ dê li gorî şert û pêdiviyên wê herêmê rola xwe bilîze û têkoşîna xwe bidomîne. Ji bo pêşeroja YPJ’ê jî bi Wezareta Hundirîn re gelek hevdîtin û nîqaş hatine kirin. Di çarçoveya van nîqaşan de, wekî gaveke destpêkê hat gotin ku YPJ wekî yekîneyek di nava artêşa Sûriyeyê de cih bigre.
YPJ bi rêxistinbûna xwe ya leşkerî hatiye nasîn
YPJ bi disîplîn, rêxistinbûn û pîvanên xwe yên leşkerî hatiye nasîn. Ji ber vê yekê, bi destekdayîna civakê em ê bikaribin li şûna Komara Ereb, di Komara Sûriyeyê ya Demokratîk de cih bigrin.