Koalîsyona NADA yekem kongreya xwe li Silêmaniyê li dar dixe

Beşdarên 1’emîn Kongreya Koalîsyona NADA girîngiya hebûn û cudahiya cihêreng ji hêla pirrengiya nasname, etnîsîte û girêdanan ve di xizmetkirina rastiya jinan li Rojhilata Navîn û Afrîkayê de tekez kirin.

ZIHÛR EL-MEŞREQÎ

Silêmaniyê – Bi diruşmeya "Bi Şoreşa Jinan Ber bi Civakek Demokratîk ve" Koalîsyona Jinên Demokratîk a Herêmî "NADA" îro li bajarê Silêmaniyê ya herêma Kurdistanê yekemîn kongreya xwe piştî damezrandinê li dar dixe. Kongre dê sê rojan bi beşdarbûna nêzî 250 jin ji 18 welatên herêmî, Afrîka û Asyayê berdewam bike.

Kongre dê li ser xalên têkoşîna jinan, perspektîfên çareseriyê ji bo polîtîkayên şerê cîhanî û çawaniya pêşxistina şoreşa jinan ji bo bersivdayîna li pirsgirêkên hemdem, bisekine. Her wiha dê rola pêşeng a jinan di însiyatîfa Aştiyê û civaka Demokratîk de jî tekez bike.

'Ev kongra bersiva planên hêzên hegomanîk e'

Sekerterê Giştî ya Koalîsyona "NADA" Buşra Elî  di axaftina vekirinê ya kongreyê de wiha got: "Kombûna jinan di vê şert û mercên ku herêm tê re derbas dibe seknek dîrokî nîşan dide. Ji ber ku jin û zarok herî zêde di şerên ku diqewimin de dibin mexdûr. Di nava van krîzan de bedenên jinan ji bo bikar tînin û mafên wan binpê dikin, ji ber vê ev kongre wek bersiveke ji hêzên ku dixwaizn jinan û îradeya wan qir bikin."

'Kongre derfetek e ji bo kombûna dengê jinan'

Endama komîteya Amadekar a Kongreyê Encêla El-Mumarî a têkildarî kongreyê ji ajansa me re axivî got: “Kongra di şert û mercên herêmî yên dijwar de tê li darxistin. Bi riya vê kongreyê wê dengê jinan li dijî tundî, paşguhkirin û binpêkirinên ku jin pê re rûbirû dimînin, bilind bibe. kongre derfeteke ji bo kombûna dengê jinan. Divê yekîtiya jinan li dijî planên hêzên hegomanîk li ser jinan bê xurtkirin.”

'Hewlên me ji bo peydakirian riyên çareseriyê didomin'

Endama komîteya Amadekar Henan Osman jî wiha qala girîngiya kongreyê kir û got: "Jinên ji paşxaneyên civakî û çandî yên cihêreng, di mijara şîdet û zordariya sîstematîk a li dijî wan di siya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de ku li dijî beden, erd û erdnîgariya jinan tê meşandin de, yek in. Kongre rewşa li herêmên cuda tehîl dike, ji ber ku bedenên jin bûne meydaneke şer a rastîn li dijî wan. Hewlên me ji bo peydakirian riyên çareseriyê didomin. Em dixebitin ku rêxistinên xwe bikin yek da ku tifaqek ava bikin ku sînor, nasname, kêmnetewe û neteweyan derbas bike."

'Dengê jinên Somalî di kongreyê de bilind dikim'

Aktîvîsta femînîst a Somalî Leyla Cemaa ku beşdar kongreyê bûye wiha dibêje: "Armanca min ji beşdariya vê kongreyê ku dengê jinên Somalî bilidn bikin û êşên wan bi jinên din re parve bikim. Ez wek aktîvîst ez ê hewlên xw eyên avakirian toran di nava jinan de bidomînim. Cara yekem e beşdarî kongreya jinan li Rojhilata Navîn dibim, ku derfetek e ji bo fêrbûna ezmûnên li herêmê ye.

Kongre didome.