KJK: PKK riya azadiya jinê bi ked û hewldanek mezin ava kir
KJK’ê têkildarî salvegera avabûna PKK’ê daxuyanî da û got: “PKK’ê rêya Kurdên azad û jinên azad bi ked û hewldaneke mezin ava kir û îro bi milyonan mirov bi rûmet û bi wate di vê rêyê de dimeşin.”
Navenda Nûçeyan- Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) têkildarî salvegera 46'an a damezrandina PKK'ê daxuyaniyek nivîskî weşand. KJK’ê di daxuyaniyê de wiha got: “Damezrandina partiya me PKK'ê di serî de li Rêber Apo, li gelê Kurd, gerîlayên me, gelên bindest ên cîhanê û jinan pîroz be.”
Di daxuyaniya Koordînasyona KJK’ê de ev tişt hate gotin:
“PKK weke bersiva li şehadeta hevrê Hakî Karer veguherî heqîqetekê û bi Hakî, Mazlûm, Ferhat, Hayrî, Egîd, Bêrîtan, Zîlan, Delal, Herekol, Berwar, Sara û Rûken, Rojhat û Erdal, Asya û Rojger, şehîdên me yên enternasyonal Gulnaz, Lêgerîn, Azîz û bi hezaran şehîdên me yên leheng bû hebûn, hebûna xwe nîv sedsal e mayinde kir. Li pêşiya bîranîna şehîdên me yên leheng bi minetdarî û hurmet em bejna xwe ditewînin û biryardariya xwe diyar dikin ku bi xeta azadiyê ya PKK'ê em ê bersivê bidin bîranîna wan. Rastiya Rêber Apo û şehîdan garantiya serketin, hebûn û dilsoziya bi vê rastiyê ye.
Beriya PKK'ê Kurdbûyîn, jinbûyîna li Kurdistanê dihat wateya tinebûnê. Kurdîtî û jinbûyîn weke rewşeke ketinê, bênasnamebûnê û înkarê bû. PKK ku bi xeta şehîdan û Rêber Apo xurt bû, rêya Kurdên azad û jinên azad bi ked û hewldaneke mezin ava kir û îro bi milyonan mirov bi rûmetdarî û bi wate di vê rêyê de dimeşin. Rastiya PKK'ê ku veguheriye manîfestoya hemû bindestan, li dijî dijminê faşîst serweriya mêr, dagirker û mêtinger di her gavê de îradeya Kurdbûyîn, jinbûyîn û mirovahiyê mezin kir, kir xwedî kesayet. Bû navê wê yekê ku bêyî bibe desthilatdar gelan û jinan xurt bike, jiberan têk bibe û kesayet û nasnameyê bide afirandin. Bi pêşengiya Rêber Apo, ji gotina 'Kurdistan mêtingeh e' bi rê ket û heta roja îro bi stratejiya Modernîteya Demokratîk, Neteweya Demokratîk, Konfederalîzma Demokratîk mîrateyeke mezin a şoreşê afirand. Ji bo jinê Artêşbûna Jinê, Partîbûna Jinê, Îdeolojiya Rizgariya Jinê, Konfederalîzma Demokratîk a Jinê û bi jineolojiyê re sîstema azadiyê ya jinê, mîrateyeke azadiyê ya jinê afirand.
‘PKK'ê ewil ji xwe re kir esas ku wateyê bide mirov, jin, xweza û jiyanê’
PKK bi xeta xwe ya têkoşînê ya azadîparêziya jinê, demokratîk û ekolojîk ji sînorên Kurdistanê derbas bû û veguherî çavkaniyeke enternasyonal. Ji bo pirsgirêkên bingehîn ên mirovahiyê û jinan çareserî afirand, li hemberî êrîşên li ser xwezayê helwest nîşan da û hişmendiya ekolojîk ji xwe re kir esas, karakterekî enternasyonal, herêmî û neteweyî afirand. PKK'ê destpêkê ji xwe re kir esas ku wateyê bide mirov, jinê, xwezayê û jiyanê. Bilindahiya civakîbûnê, bedewiya jiyana exlaqî-polîtîk, bilindahiya parvekirinê hîn kir. Li ser bingeha komunal, bi hev re, mezinkirina hevalên xwe, mezinkirina xwe, mînakên hevrêtiyê yên herî bedew û nehatiye dîtin, mînakên fedakariyê afirand. Ev hevrêtiya li Kurdistanê mezin bû bi mirovan re bilindahî afirand. Ev bilindahî li dijî hêzên mêtinger faşîst û robotkirin û bênasnamekirina mirovan a ji ber modernîteya kapîtalîst, ji bo gelên herêmê, ji bo mirovahiya cîhanê û jinan dibe mînak. Sîstema xwe ya jiyana azad û bi wate ya bi vê exlaqê dibe model, çavkaniya sûdwergirtinê.
Di salvegera 46'an a damezrandina partiya me PKK'ê de di nava têkoşîna xwe ya azadiyê em hîn bêhtir bi biryar in. Li Îmraliyê ku rejîma tecrîdê dewam dike, Rêber Apo hîn jî di nava tecrîdeke giran de ye. Di nava şert û mercên Şerê Cîhanê yê 3'yemîn de êrîşên herî giran li hemberî Kurdistanê, jinên Kurd, zarokên Kurd, cografya Kurdistanê û gerîla têne kirin. Di salvegera 46'an a damezrandina partiya xwe de em bi biryar in ku li dijî êrîşên qirker û sîstema tecrîdê ya faşîst têkoşîna herî xurt û encamwergirtinê bimeşînin. Bi destpêkirina sala 47'an a partiya me PKK'ê re pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û azadiya Kurdistanê armanca me ya herî mezin e, biryardariya me ye. Têkoşîna ku em ê di sala 47'an de bimeşînin wê bibe wesîleya serketinên mezin.
Banga pîrozbahiyê
Dîsa bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan, em hemû hevrêyên jin, dayikên xwe, jinên ciwan, zilamên ku li hemberî tundiya mêran helwesta xwe nîşan dane ên li hemû deverên Kurdistanê û derveyî welat berê xwe dane qadan û bi biryardariyeke mezin dengê xwe bilind kirine, silav dikin û vê çalakgêriya wan pîroz dikin. A rastî bi vê têkoşîna xwe di navbera 25’ê Mijdarê û 27’ê Mijdarê de pirek ava kirine. Careke din hevgirtina têkoşîna jinan a li gel têkoşîna PKK’ê nîşan dane. Girêdayî vê yekê em weke KJK’ê di serî de jinan, bang li hemû gelê xwe û hevrêyên enternasyonal dikin ku 27’ê Mijdarê ku cejna vejîna azadiya jinan û gelan û cejna azadiyê ye, bi awayê herî biheybet û watedar pîroz bikin û bi awayê herî xurt tevlî çalakiyan bibin.”