KJK: Pisûleya me ya esasî Rêber Apo ye

Koordînasyona Komelên Jinên Kurdistan (KJK) der barê hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyanî da û diyar kir ku hevdîtin bi wate û girîng e, lê nayê wê wateyê tecrît bi dawî bûye û got: “Pisûleya me ya esasî Rêber Apo ye.”

Navenda Nûçeyan – Koordînasyona Komelên Jinên Kurdistan (KJK)  bi daxuyaniyek nivîskî hevdîtina ku di 23'ê Cotmehê de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hat kirin nirxand. Di daxuyaniyê de hat gotin ku pêkhatina hevdîtinê bêguman nayê wateya dawîbûna tecrîdê.

Daxuyaniya KJK'ê bi vî rengî ye:

"Em hevrê Şehîd Bêrîtan ku heta fîşeka wê biqede li dijî mêtingerî, teslîmiyet û xiyanetê bi tilîliyan şer kir û piştre xwe ji zinar avêt û şehîd bû, di salvegera 32'emîn de bi minet, hurmet û hezkirinê bi bîr tînin. Şehîd Bêrîtan ku pîvana 'Berxwedan Jiyan e' ya bi Mazlûm Doganan destpê kir bi fedaîtî xist meriyetê û têkoşîna me ya bi rûmet tacîdar kir, bû xeta pêşeng a tevgera me ya giştî, tevgera jinê û artêşbûna jinê, bi vî rengî tevlî karwanê nemiran bû. Ev xeta ku ispat kir berxwedan jiyan û serketin e, ji bo milîtaniya PKK û PAJK'ê û gerîlayên HPG û YJA Starê her tim bû xeta esasî. Ev ruh xiyanet, teslîmiyet û têkçûnê têk bir, kuşt, weke ruhê berxwedan û serketinê di her kêliya têkoşîna me de jiya û dijî.

Meha Cotmehê di heman demê de meha şehadetê ya şehîdên me yên pêşeng ên jinê Şehîd Azîme, Şehîd Meryem, Şehîd Hêlîn Çerkes, Şehîd Gûrbetellî Ersoz, Şehîd Ronahî Alman, Şehîd Mizgîn Turk, Şehîd Canda Turk, Şehîd Rojîn Gevda, Şehîd Gulnaz Ege, Şehîd Çîçek Kûrtalan, Şehîd Çîçek Kiçî, Şehîd Rûken Bîngol û şehîdên Geliyê Teyarê, şehîd Arîn Mîrkan, şehîdên me yên fedaî hevrê Rojhat û Erdal, hevrêyên me yên fedaî yên mezin ên çalakiyên 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' ku li dijî komploya 9'ê Cotmehê çalakî kirin û şehîd bûn e. Di vê demê de jî li Bakur, Herêmên Parastinê yên Medyayê, Zap, Metîna û Xakurkê şerekî giran tê kirin, di vî şerê awarte de gerîlayên me bi îradeyeke awarte şer dikin û şehîd dikevin. Bi vê wesîleyên şehîdên me yên meha Cotmehê û di şexsê wan de hemû şehîdên têkoşîna me bi minet û hurmet bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku têkoşîna wan mezin bikin û bi ser bixînin.

‘Mezinkirina berxwedanê tê wateya jiyan û serketinê’

Meha Cotmehê ji aliyekî ve dema komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo ye, li aliyê din jî dema têkbirina vê komployê ye. Berxwedana Rêber Apo ya li dijî sîstema tecrîda qirker a li Îmraliyê, berxwedana mezin a gerîlayên me ku li ser şopa vê berxwedanê ne û çalakiyên bêdawî yên gelê me yên li hemû qadan, di qebûlnekirina komployê û lawazkirina wê de bi rola esasî rabûn. Bi taybetî bi destpêkirins sala duyemîn a pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya Rêber Apo de, vê pêngavê bûyerên gelekî girîng bi xwe re anî. Herî dawî hevdîtina Rêber Apo ya 23'ê Cotmehê bi Omer Ocalan re pêk anî, piştî 44 mehan agahî wergirtina ji Rêber Apo bûyereke gelekî girîng û bi wate ye. Gelê me ku li ser xeta berxwedanê ya Rêber Apo dimeşe û ji bo kêliyekê jî teredût nekiriye, têkoşîna xwe nasekinîne. Em vê encama ku berxwedana gelê me, gerîlayên me û dostên me ye pîroz dikin. Wergirtina silava Rêber Apo, bihîstina dengê wî û hînbûna başbûna tenduristiya wî kêfa berxwedêran hemûyan anî, moral da. Careke din ispat bû ku berxwedana di nava her şert û mercî de, mezinkirina berxwedanê tê wateya jiyan û serketinê.

‘Tecrîd didome’

Rêber Apo di vê hevdîtinê de bi taybetî destnîşan kir ku tecrîd hîn jî dewam dike. Pêkhatina hevdîtinê bêguman nayê wateya dawîbûna tecrîdê. Ji 1'ê Cotmehê û vir ve ji eniya Tifaqa Cûmhûr li dora Rêberê me li ser çareseriya pirsgirêka Kurd hin gotin têne kirin, nîqaş têne meşandin. Hikumeta AKP-MHP di dema ku tengav dibe, ji aliyê desthilatdariyê ve zehmetiyê dikişîne, serî li taktîkên bi vî rengî dide, ji pêvajoyên berê ve her kes bi vê yekê baş zane.

‘Girîng e ku gelê me, jin û dostên me bala xwe bidin ser Rêber Apo’

Ji bo pêkhatina çareseriyeke rasteqîn û demokratîk, ji destpêka salên 1990'î û vir ve Rêber Apo kete nava hewldanên bi wate, wêrek û gav avêt. Rêberê me û tevgera me nêzîkatiya xwe ya li ser vê mijarê her tim bi şênberî raxist pêş çavan. Di vir de pîvana esasî ew e ku Rêber Apo muxatab bê dîtin, polîtîkayên samîmî bêne meşandin û gav bêne avêtin. Navê xwe çi dibe bila bibe eger ev pîvan nebe esas, wê tenê bê wateya komployeke nû, lîstikeke nû. Di demekê de ku her agahî, gotin tevlîhev bûne, serî tevlîhev bûne, gelekî girîng e ku gelê me, jin û dostên me bala xwe bidin ser Rêber Apo ku navnîşana esasî û navenda çareseriyê ye û şaşitî û rastiyê ji hev derxîne, li gorî vê yekê têkoşînê mezin bike. Pisûlaya me ya esasî Rêber Apo ye, gotinên wî yên hatine gotin û yên bêne gotine.

‘Divê pêngava ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê mezinkirin’

Li gel ku hevdîtinek hatiye kirin jî tecrîda li ser Rêber Apo hîn neqediya ye. Heta ku ev tecrîd biqede û Rêberê me ji aliyê tenduristî û ewlekariyê ve karibe siyaseta azad bimeşîne, şert û mercên vê yekê bêne afirandin, gelekî girîng e ku em têkoşîna xwe mezin bikin. Li ser vê bingehê divê pêngava ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê mezinkirin, hîn bêhtir bê berfirehkirin, her kes di asta seferberiyê de bimeşînin. Ji heft heta heftê salî her kes divê ji dil û can tevlî vê pêvajoyê bibin, jin pêşengiyê ji vê pêvajoyê re bikin, di sala duyemîn a pêngavê de di asteke hîn bilind de pêngav bê meşandin û dawî li dîlgirtina Îmraliyê bê anîn.

Weke KJK'ê em bang li jinan, gelê me û dostên xwe dikin ku vê têkoşîna pîroz û bi wate mezin bikin, bi ruhê azadiyê yê Şehîd Bêrîtan û şehîdên me yên Cotmehê vê pêngavê bi ser bixînin.

Êrîşên dawî yên êvara 23'ê Cotmehê ji aliyê dewleta Tirk ve li Til Rifetê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Şengalê û Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin kirin, bi tundî şermezar dikin. Di van êrîşan de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hin jê jin û zarok bi giştî 13 mirovên me şehîd bûn, bi dehan saziyên xizmet û tenduristiyê hilweşiyan. Her wiha li Şengalê jî şehadetek û du birîndar hene. Em sersaxiyê ji malbatên mirovên me yên şehîd bûne, ji gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji xelkê me yê Êzidî re dixwazin û şîfaya lezgîn ji birîndaran re dixwazin. Di van êrîşên li derveyî mirovahiyê de dewleta Tirk a dagirker ti carî encam bi dest nexist, wê ji niha û pê ve jî encamê bi dest nexe."