KJK: Pêvajoyeke birêve diçe tune, pêvajo sekiniye û xitimiye

Koordînasyona Komeleyên Jinên Kurdistanê KJK, têkildarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, daxuyaniyek belav kir û got “Em li dora Rêber Apo bicivin."

Navenda Nûçeyan – KJK’ê di daxuyaniya xwe de balkişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û her wiha têkoşîna ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Desthilatdariya AKP’ê ne dixwaze pirsgirêk û bêstatuya Kurdan a sed salan derbas bûyî çareser bike, ne jî dixwaze di konjonktura siyasî ya herêmî ya heyî de şerek biqewime. Ji ber vê jî heta jê tê hewl dide pêvajoyê li demê belav bike, mijûl bike û bi mijûlkirinê re hêza têkoşînê lawaz bike, lewma polîtîkaya tasfiyekirinê dimeşîne.”

‘Ev serdem dikare çarenûsa sed salî ya jinan û gelên Rojhilata Navîn diyar bike’

Li Rojhilata Navîn, Kurdistan û Tirkiyeyê pêvajoyeke berfireh û bi liv û tevger heye. Em di demeke wisa de ne ku dikare çarenûsa sed salî ya jinan û gelên Rojhilata Navîn diyar bike. Li Rojhilata Navîn ku bûye qada şewatê û her bihosta wê veguheriye qadeke mayinkirî, pêwîstiya bingehîn a dewletan û gelan e ku biryarên rast bidin û gavên rast biavêjin. Di demeke ku hêzên emperyal ên derve dixwazin Rojhilata Navîn ji nû ve dîzayn bikin de, ji her tiştî girîngtir e ku gelên vê erdnîgariyê û hêzên wê yên rêveberiyê di avakirina hevgirtinên dîrokî de biryarên dîrokî bidin. Kî sosyolojiya dîrokê rast bixwîne û tifaqên rast bikin, ew ê di vê demê de bi ser bikeve.

‘Hevdîtin hatin rawestandin’

Ev rastî ji bo gelê Kurd derbasdar e, lê ji bo gelên Tirkiyeyê bêhtir derbasdar e. Anha, Rêber Apo ji Cotmeha 2024’an û vir ve pêvajoyek daye destpêkirin ku têkiliyên Kurd-Tirkan ên li ber asta qutbûn û dijminatiyê bû bighîne bingeha aştî, xwişk û biratiyê. Vê pêvajoyê sal û nîvek li pey xwe hişt, di nava sal û nîvekê de Rêber Apo û tevgera me ya azadiyê gavên dîrokî avêtin. Li aliyê dewlet û desthilatdariyê jî ji bilî gotinan yekane gava ku hate avêtin, Komîsyona Meclîsê bû ku li gel rexneyan hate damezrandin. Komîsyonê rapora xwe pêşkêşî meclîsê kir, lê belê di mijara qanûn û gavên hiqûqî de yên divê bêne avêtin bi mehan e gavek nehatiye avêtin. Di vê mijarê de Rêber Apo gelek formulên hêsankirin û çareseriyê pêşkêş kir, bi taybetî weke muzakerevanê sereke û îcrakarê siyasetê dikare bi rola xwe rabe, lê belê di vê astê de hevdîtin hatin rawestandin.

‘Pêvajoyeke bi rê ve diçe tune, pêvajo sekiniye û xitimiye’

Sedsala derbasbûyî ya Komara Tirkiyeyê li gorî înkar û îmhakirina Kurdan derbas bû. Bênasnamehiştina Kurdan statuyek, siyasetek û şêweyekî jiyanê bi xwe re anî. Ji xwe karakterê yekperest, faşîst, antî-demokrtîk û sîstema destûra bingehîn a Komarê xwe dispêre vê yekê, çavkaniya xwe ev e. Di kêliyeke wisa de ku Rêber Apo gavên ji bo bidawîkirina vê rewşê diavêt û polîtîka dimeşand, tam di dema şênberbûna çareseriyê de hevdîtinên bi Rêber Apo re hate birîn. Ev yek nêzîkatiyeke gelekî xetere ye. Tevî ku ji 27’ê Adarê û vir ve ti hevdîtin nehatiye kirin û nêrîna Rêber Apo nehatiye wergirtin jî rojeveke statuyê, koordînatoriyê li siyaseta Tirkiyeyê hatiye rûniştandin. Desthilatdariya AKP’ê bi israra dibêje ku ev pêvajo nexitimî ye, bi serketî dimeşe. Eger mirov bi rengekî rasteqîn nêzîk bibe, wê bê dîtin ku pêvajoyeke bi rê ve diçe tune, pêvajo sekiniye û xitimiye. Heta ku bi sermuzakerevanê me Rêber Apo re hevdîtin neyê kirin, heta ku beşdarî rojeva li ser statu û rêveçûnê pêvajoyê nebe, gelo çawa dikare bê gotin ku pêvajo dimeşe?

‘Rêber Apo temsîlkar û rêberê gelê Kurd e’

Desthilatdariya AKP’ê ne dixwaze pirsgirêk û bêstatuya Kurdan a sed salê derbasbûyî çareser bike, ne jî dixwaze di konjonktura siyasî ya herêmî ya heyî de şerek biqewime. Ji ber vê jî heta jê tê hewl dide pêvajoyê li demê belav bike, mijûl bike û bi mijûlkirinê re hêza têkoşînê lawaz bike, lewma polîtîkaya tasfiyekirinê dimeşîne. Lewma tam di dema şênberkirinê de hevdîtinên bi Rêber Apo re dibire, daxuyaniyên yekalî yên dûrî ji rastiyê dide. Li aliyê din li bûyerên li herêmê dinhêre û hewl dide li gorî wê biryaran bide. Bêguman ev polîtîkayeke gelekî şaş û xetere ye. Li erdnîgariya Rojhilata Navîn ku veguheriye qada şer û mayinkirî, biryara stratejîk a li ser mijara tifaqa bi Kurdan û gavavêtinên ji dil ên di vê mijarê de hem wê li Tirkiyeyê hem jî wê li Rojhilata Navîn pêşketinên gelekî dîrokî bi xwe re bîne. Ji bo vê jî mecbûr e polîtîkayeke welê bimeşîne ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bike armanc, weke muzakerevanê sereke û îcrakarê siyasetê wî nas bike. Rêber Apo temsîlkar û rêberê gelê Kurd e, naskirina statuya wî bêguman wê bê wateya naskirina statuya gelê Kurd. Ev yek ji bo me rastiyeke ku ne ya nîqaşkirinê ye. Ne pêkan e ku ji vê yekê paşve gav bê avêtin.

Şert û mercên tecrîda giran li Rêber Apo tê ferzkirin

Pêvajo gihiştiye qonaxeke girîng, lê belê şert û mercên tecrîda giran li Rêber Apo tê ferzkirin, em vê yekê qet qebûl nakin. Ev tê wateya kûrkirin û sorkirina neçareseriyê. Ev tê wateya dewama qirkirin û bêstatubûna ku sed sal in li ser Kurdan tê ferzkirin. Û eşkere ye ku ti eleqeya vê bi aştî, xwişk-biratî û demokrasiyê re nîne. Divê demildest ev rewş were bidawîkirin, divê dest ji polîtîkayên ku pêvajoyê dixitîmîne û berê wê dide rêyên xetere were berdan. Li ser vê esasê divê demildest hevdîtinên bi Rêber Apo re bên destpêkirin, siyaset were meşandin, şert û mercên ji bo pêşxistina çareseriyê pêk bên û statuya wî li ser esasê demokrasiyê were fermîkirin û zelalkirin. Weke KJK em polîtîkayên mijûlkirin û rizandinê yên desthilatdariyê û hêzên derveyî norman û nêzîkatiyên wan ên ku bêstatubûnê ferz dikin, qet qebûl nakin. Em car din hişyarî dikin ku israra di vê yekê de wê rê li ber neçareserî û tundiyê veke.

Pêwîst e em xeteriyên pêvajoyê rast fêm bikin

Di asteke diyarker de girîng e ku gelê me yê welatparêz, jin, dayîk, jinên ciwan û hemû hevrê û hêzên demokratîk, sosyalîst, femînîst û ekolojîst ên alîgirên çareseriyê weke hêza çareseriyê helwesta xwe nîşan bidin. Yên ku çareserî û aştiyê pêş bixin, gel û jin in. Erka me heye ku em xeteriyên vê pêvajoyê û plana li paş perdeyê rast fêm bikin, tevlî pêvajoyê bibin û azadiya fîzîkî û statuya Rêber Apo pêk bînin. Demeke pir xeter e. Em bang li her kesî dikin ku bi rengekî hestiyar vê pêvajoyê fêm bikin û tecrîd û neçareseriya ku tê ferzkirin, perçe bikin û çalakiyên ji bo helwesta demokratîk bi rengekî bi bandor bipêş bixin.

Em li dora Rêber Apo kom bibin, ji bo azadî û statuya wî hêza xwe ya têkoşînê bikin yek û bi ser bikevin.”