KJK’ê banga piştevaniya bi gelê Rojava û Îranê re kir

KJK'ê têkildarî êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û berxwedana li Îranê daxuyanî da û banga piştvenaya bi gelê Rojava û gelên Îranê re kir.

Navenda Nûçeyan- Bertekên li dijî êrîşên çeteyên cîhadîst ên Heyet Tahrîr el-Şam (HTŞ) û girêdayî dewleta Tirk li dijî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zeyd ên Helebê her ku diçe zêde dibin. Koordînasyona KJK’ê têkildarî êrîşên ser taxên Kurdan û berxwedana gelê Îranê, daxuyaniyek weşand.

Daxuyaniya Koordînasyona KJK'ê wiha ye:

“Em êrîşên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi tundî şermezar dikin ku di encamê de 7 mirovên me şehîd bûn û zêdeyî 50 mirovên me birîndar bûn. Ji malbatên şehîdan re em sersaxiyê dixwazin û berxwedana xelkê Şêxmeqsûdê silav dikin.

Taxa Şêxmeqsûdê ku zêdeyî 220 hezar Kurd lê ne, ji êrîşên ku sala 2011’an destpê kir û vir ve bi xweparastina xwe, qada xwe ya jiyanê parast, di çarçoveya parastina rewa de li ber xwe da û bi îradeya xwe jiyana xwe meşand. Zêdeyî 10 sal in li hemberî komên çete yên radîkal ên çekdar li gel gelê Helebê tevlî parastina Helebê bû, bi ti awayî li dijî hikûmeta Sûriyeyê çalakî nekir. Lê belê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê bi ambargoyê, bi birçîbûn û rûbirûhiştina di nava sermayê de, bi bombekirina nexweşxane û qadên bingehîn ên jiyanê bersivê dide daxwaza jiyana bi hev re ya gelê Eşrefiyê û Şêxmeqsûdê.

‘Ev êrîş li hemberî hemû bawerî û gelên Sûriyeyê ye

Li gel hewldanên jiyana bi hev re yên gelê Eşrefiyê û Şêxmeqsûdê, êrîşên HTŞ'ê yên ku dema dawî zêde bûne bi êrîşên li ser Elewî û Durziyan re, tê heman wateyê. Ev êrîş di serî de li dijî gelê Kurd û jinan, li hemberî hemû bawerî û gelên Sûriyeyê ye.

Di demekê ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li ser çareseriya demokratîk tê axaftin de, ev êrîşên çeteyên HTŞ'ê ku li ber bayê dewleta Tirk ketiye, bi qasî gelên Sûriyeyê zirarê dide gelên Tirkiyeyê jî. Ev polîtîkaya şer ku Tirkiyeyê ji êrîşên çeteyên DAIŞ'ê re vekirî dike, wê bi rengekî mezin bi Tirkiyeyê bide windakirin.

Gel û jinên Kurd 15 sal in ji bo Sûriyeyeke demokratîk ked didin

Hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ku jiyaneke koledarî û bêrûmet li ser gelê me ferz dike, divê zanibe ku bi van komkujiyên ku weke sedema têkçûna rejîma Baasê ji bîr kiriye, dawiya xwe amade dike. Ji bo Sûriyeyê rêya yekane Sûriyeyeke demokratîk e ku Rêber Apo timî destnîşan dike. Kincê netewe dewletê ku li Sûriyeyê nayê, ku Sûriye warê gelek bawerî, çand û olên cuda ye, wê bibe dawiya hikûmeta demkî ya Sûriyeyê.

Gel û jinên Kurd ev 15 sal in di nava şer de bi têkoşîna xwe ji bo Sûriyeyeke demokratîk kedê didin. Xwedîderketina li vê berxwedanê wê bibe derba herî mezin ku li xeyalên paşverû yên çeteyan bê xistin.

Jin, Jiyan, Azadî bûye dirûşma felsefe û jiyana gelan û jinan

Li aliyê din, serhildana gel a li Rojhilat û Îranê di 28'ê Kanûnê de destpê kir û ket hefteya duyemîn, di serî de Îlam, Loristan û Kirmaşan li 27 bajar û 88 navçeyan belav bûye. Em vê serhildana gel silav dikin û ji malbatên kesên ku di oxira jiyaneke bi rûmet de şehîd bûn sersaxiyê dixwazin. Berxwedana ku bi greva sendîkayan destpê kir, bi dirûşmên edalet, hiqûq û azadiyê xurt dibe. Em careke din radighînin ku bi têkoşîna mafdar a gelên Kurd, Fars, Belûc û Azerî re ne. Îro careke din eşkere bû ku berxwedana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya ku rejîma Îranê îdîa kiribû ku tepisandiye neqediya ye, berovajî wê mezin bûye û bûye rêya berxwedanên nû. ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bûye dirûşma felsefe û jiyana gelan û jinan.

Di serî de jin, gelên Îranê hemû ji bo Îraneke demokratîk û azad li ser piyan e, ji bo jiyaneke bi rûmet li ser piyan e. Rejîma Îranê ku guh nade daxwazên mafdar ên jinan û gelan, polîtîkaya darvekirin, zextê û zilmê didomîne, her roj hîn lawaztir dibe û weke li Sûriyeyê dawiya xwe amade dike. Di berxwedana 'Jin, Jiyan, Azadî' de ger rejîma Îranê guh bida daxwazên jinan û gelan, veguherîneke demokratîk pêk bianiya, îro li heman serhildanê rast nedihat û wê hîn bi xurtî li herêmê bi rola xwe rabûya. Lê belê di serî de jin, ji daxwazên gelên Îranê re bi zêdekirina polîtîkaya zextê, darvekirin û girtinê bersiv da, lewma Îran hem di nava xwe de hem jî li derve lawaz bûye. Îran ji êrîşên derve re vekirî bûye. Îdîaya ku dibêje ev serhildan bi destwerdana hêzên derve destpê kiriye, tê wateya nedîtina heqîqetê û jinedîtî hatina daxwazên mafdar ên gelên Îranê. Ev yek tê wateya nedîtina zilma rejîma Îranê ya li ser gelan û jinan. Jin dibêjin ew rêveberî û Îraneke li dijî azadî, demokrasiyê û paşverû naxwazin. Jinên Îranî êdî naxwazin bi rejîmên dîktator bijîn. Li hemberî van êrîşan 6 rêxistinên jinan ên Rojhilat û 7 partiyên siyasî yên Kurd daxuyaniyeke hevpar dan. Ev yek ji bo Îraneke demokratîk gelekî bi wate û gaveke girîng e.

‘Ji bilî dîtina daxwazên gelan û demokratîkbûyînê tu rêyên wan nînin

Bûyerên li herêmê û cîhanê rû didin, nîşan didin ku hewlên nû yên dagirkeriyê dest pê kirine û tê xwestin ku nexşe û sînorên netewdewletan dubare li dijî gelan werin guhertin. Hêzên dagirker ji xwe re qadên nû yên dagir bikin, digerin û bêyî ferq û cudahiya jin, zarok, extiyar û ciwanan, mirovan qetil dikin û li gorî tu prensîbên ehlaqî û wijdanî tevnagerin. Di serî de rêveberiyên Îran û Sûriyeyê, hemû netew dewletên ku dixwazin ji vê atmosfera rageşiyê bi hêz derkevin, divê bibînin ku ji bilî dîtina daxwazên gelan û demokratîkbûyînê, tu rêyên wan nînin.

Di serî de gelê Kurd em bang li hemû gelan, jinan, ciwanan dikin ku li hemberî van êrîşan piştgiriyê bidin gelên li taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Îran û Rojhilatê Kurdistanê û li dijî rejîmên faşîst ên van êrîşan pêk tînin, dakevin qadan. Em dizanin ku ne destkeftiyên li Rojava tenê destkeftiyên Rojava ne û ne jî destkeftiyên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê tenê destkeftiyên Îran û Rojhilatê Kurdistanê ne. Ev destkeftî wê bibin yên kesên ku têkoşîna demokrasî û azadiyê dimeşînin, hemû jinên cîhanê û gelan.

Di serî de em bang li jinan, her wiha hemû gelê xwe û raya giştî ya demokratîk dikin ku di asta seferberiyê de li hemberî van êrîşên komkujiyê li hemû cihên ku lê dimînin, dakevin qadan û piştevaniyê bidin gelên Rojava yên ku ev 15 sal in li ber xwe didin û gelên Îranê yên li hemberî rejîma dîktator li ber xwe didin.”