KJK: Divê statuya xweser a Şengalê bê naskirin
Koordînasyona KJK'ê têkildarî zext û lîstokên nû yên hikûmeta Iraqê ya li ser Şengalê bang li her kesî kir ku ji bo naskirin û misogerkirina statuya xweser a gelê Şengalê bikevin nava hewldanên dîplomatîk, siyasî û parastinê.
Navenda Nûçeyan – Piştî zextên dewleta Tirk li ser Iraqê û gefên Wezîrê Karê Derve yê Tirk Hakan Fîdan ên dijî Êzidiyên Şengalê artêşa Iraqê ket nava tevgerê. Duh li Şengalê dest bi çêkirina noqteyên nû yên leşkerî kir û li seranserê Şengalê jî dest bi komkirina çekên welatiyan kiriye ku ji bo parastina xwe li gel xwe radikin kir. Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) têkildarî zext û lîstokên nû yên hikûmeta Iraqê ya li ser Şengalê daxuyaniyek weşand.
Daxuynaiya KJK’ê wiha ye:
“Li Cîhanê piştî Şerê Cîhanê yê 1'emîn em di pêvajoya herî mezin a krîz û kaosê de ne. Rewşa pergala netewe dewletan ku nikare bê dewamkirin û îflasa cîhana ji du cemseran nîşaneya kûrahî û bingehîniya krîzê ye. Kaos jî ji ber şerê navbera hêzên ku dixwazin statukoya pergala hegemonîk dewam bike û jinûve dîzayn bike rû da. Ji ber ku pergala navneteweyî ya pergala hegemonîk li Rojhilata Navîn bi netewe dewletên qirker pêk hatiye, Rojhilata Navîn û Kurdistan a ku bi çar parçeyan hatiye parçekirin bûye navenda Şerê Cîhanê yê 3'yemîn. Lê belê krîza avanî û guherîna kaosî bi xwe re derfetên pêşketina li ser bingeha erênî jî tîne. Lewma Rojhilata Navîn di kêliya çarenûsê de ye: Ya wê li ser bingeha çareseriya demokratîk a Rêber Apo diyar kiriye çareseriyek esas bê girtin, çareseriyên bingehîn ji pirsgirêkan re bê peydakirin, an jî wê siyaseta înkarê ya heyî dewam bike û mehkûmî her cûre hilweşînê be.
‘Komploya 15'ê Sibatê niha bi plana qirkirinê ya li ser Şengalê tê dewamkirin’
Polîtîkaya ku heta niha tê meşandin ew e ku dewletên mêtinger û hêzên desthilatdar ên xwe dispêrin înkar û îmhayê hewl didin xwe dewam bikin û kaosa li cîhanê jî dixwazin ji bo vê armanca xwe bi kar bînin. Komploya 15'ê Sibatê ya duyemîn ku bi êrîşa qirkirinê ya li ser Rojava destpê kir, niha jî bi plana qirkirinê ya li ser Şengalê tê dewamkirin.
Şengal li qirkirineke bêmînak a dîrokî rast hat ku bi destê DAÎŞ'ê hate kirin ku amûra dewletên herêmê ye. Lewma her operasyoneke leşkerî ya li ser Şengalê û her hewldana ji bo têkbirina rêveberiya xweser wê bibe êrîşa duyemîn a mezin a DAÎŞ'ê. Şengal sembola jinên cîhanê, Kurdan, gelên bindest û baweriyan e. Şengal cihê qirkirin û berxwedanê ye û nêzîkatiya li Şengalê çarenûsa herêmê diyar dike. Destwerdan û êrîşeke duyemîn a li ser Şengalê wê bibe qirkirineke nû ya jinê, qirkirineke nû ya Kurdan, qirkirineke nû ya baweriyan.
‘Yekane rêya têkbirina lîstîkan naskirina statuya xweser a Şengalê ye’
Li ser vê bingehê, bi navê KJK'ê em destpêkê bang li dewleta Iraqê û raya giştî ya demokratîk dikin: Li şûna ku li ser bingeha şerê li hemberî Kurdan bikeve xefika hêzên komploger divê bi gelê Kurd û bawermendên Êzidî re çareserî û aştiyeke stratejîk esas bê girtin û pêkanîn. Hevkariya bi pîlana Wezîrê Karên Derve yê Tirk Hakan Fîdan wê bibe desteserkirina îradeya gelên Iraqê. Yekane rêya têkbirina lîstika -tevlîhev bike û bide şerkirin- a hêzên komploger ku li ser civaka Iraqê dimeşîne, misogerkirina hebûna gelê Kurd di nava sîstema îdarî û destûra bingehîn e, naskirina statuya xweser a Şengalê ye.
Bang li hemû kesê kir
Banga me li gelê me û jinan hemûyan e;
Li hemberî êrîşên li ser Şengalê, weke ku ji bo Rojava kir divê bi seferberiya yekîtiya neteweyî ya di asta şoreşê de helwestê nîşan bide. Kurd û jin wê careke din qet tine neyê hesibandin, wê tine nebe, wê xwe li bêstatubûnê ranegirin. Ji bilî 'Yan azadî, yan azadî' wê çareseriyeke din ti carî pêk neyê. Em ê nehêlin ku dagirkerî û koletiya li jinên Kurd rewa tê dîtin dubare bibe û bibe çarenûsa welatê me.
Em bang li rêxistiniyên jinan û derdorên demokratîk çep hemûyan dikin; ji bo careke din li Şengalê zemîn ji qirkirinê re neyê amadekirin, piştgiriyê bidin gel û jinên Şengalê. Parastina gel û jinên Şengalê bê kirin û xwerêveberî mafê rewa ye.
Li ser vê bingehê em bang li her kesî dikin ku ji bo naskirin û misogerkirina statuya xweser a gelê me yê Şengalê li ser bingeha karên dîplomatîk, siyasî û parastinê bikevin nava liv û tevgerê. Hêza berxwedanê ya gelê me çawa ku heta niha serketî bû, ji niha û pê ve jî wê serketî be.”