KJK: Bila her kes li dora Rojava bibe xeleka ji agir

Koordînasyona KJK’ê bi gotina "Rojava ji bo jinên cîhanê keleha azadiyê ye" û “Welatê mirovahiya mezin e" li dijî tarîtiya ku tê ferzkirin bi gotinên "Li dora Rojava bibin “xeleka ji agir” bang kir.

Navenda Nûçeyan- Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di bin êrîş û qirkirinê de ye banga seferberiya mirovahiyê kir.
 
Daxuyaniya KJK’ê wiha ye:
 
“Êrîşa qirkirinê ya li ser Rojava biryareke qirkirinê ye li dijî 60 milyon Kurdan û jinên Kurd. Êrîşa ku bi Helebê dest pê kir û li ser bingeha tasfiyekirina Rêveberiya Xweser û Hêzên Xweparastinê yên Rojava pêşve diçe, biryareke qirkirinê ye li dijî hemû nasnameyên etnîkî, jinan û olan e. DAIŞ û hêzên wê yên rêxistinker bi saya berxwedana hevpar a gelê Kurd, gelan, jinan, komên baweriyê û şervanên mirovahiyê têk çûn. Rojava, di serî de li Rojhilata Navîn û cîhanê modelek destanî ya jiyana azad û wekhev e. Ew modela jiyana bi hev re ya gel bawerî û hemû nasnameyên cuda ye.
 
Hêzên hegemonîk hewl didin kefenek nû li ser gelê Kurd, ku bi bedelên mezin Peymana Lozanê û pergala kolonyalîst a gelê Kurd di sedsala 20’an de bi înkar wêrankirin û qirkirinê re rû bi rû hişt, şikandin û niha bi hêza bidestxistina statuya xwe ya siyasî di sedsala 21’ê de bi vê rewşê re rû bi rû ne bikin.

‘Divê hemû partî û rêxistinên Kurd ji bo Rojava seferber bibin’
 
Rojava Kurdistan e! Em hemû partî û tevgerên Kurd, tevger û rêxistinên jinan û hemû gelê xwe vedixwînin ku ji bo Rojava seferber bibin û li dora wê bibin xeleka agir. Divê neyê jibîrkirin ku ger Rojava bikeve, êrîşa qirkirinê ya li dijî gelê Kurd dê li hemû deverên Kurdistanê belav bibe. Em di kêliyên dîrokî de ne. Werin em bi berxwedana gelê Kurd ji bo statuya xwe ya sedsala 21’ê bersivê bidin vê êrîşa qirkirinê. Em ê winda nekin. Bi berxwedanê, gelê Kurd wê kefenê qirkirinê biçirîne û bi ser bikeve. Em ê tu carî çarenûs an planeke din qebûl nekin.”