KJAR: Jin pêşengên kampaniya ‘na ji darvekirinanê re’ ne

KJAR di daxuyaniya weşandî de bal kişand ser rola têkoşîna jinan a li dijî zext û cudakariyê û destnîşan kir ku jin di eniya herî pêş a parastina jiyanê de cih digrin.

Navenda Nûçeyan – Komeleya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) di daxuyaniya 8’ê Nîsana 2026’an roja Çarşemê dayî de, darvekirin wek ‘amûrek a bêdengkirina alîgirên azadiyê’ bi nav kir û da zanîn ku ev ceza ne ji bo pêkanîna edaletê ye, awayek sîstematîk ê zextê yê.

Di daxuyaniyê de bal kişand ser rola têkoşîna jinan a li dijî zext û cûdakariyê û îfade kir ku jin di eniya herî pêş a parastina jiyanê de cih digrin û da zanîn ku dengê jinan teyîsîna, ên ku li benda azadiya heskiriyê xwe, an jî dayîkên ku di rêya têkoşînê de bedelan didin, xwişk û êşên hemû jinan e.

‘Gefa darvekirinê didome’

KJAR bal kişand ser rewşa girtiyên siyasî û rewşa Zeynep Celaliyan, Pexşan Ezîzî, Sepideh Gholian, Nêrgiz Mihemmedî, Şerîfe Mihemedî û Werîşe Mûradî û wiha got: “Wan ji bo mafê mirovan têkoşîn kirine, li dijî hemû awayên zext û îşkenceyê bi îradeyek ji pola li ber xwe dan. Ji bo hemû jinên Îranê bû sembola têkoşîn û berxwedanê. Ev jî rejîma Îranê xist nava fikaran. Hê gefa darvekirinê li ser van hemû girtiyên siyasî hene.”

Di beşek din a daxuyaniyê de, hate diyarkirin ku darvekirina girtiyên siyasî, bi armanca tepesandina hêvî û avakirina tirsê tê pêkanî. KJAR da zanîn ku ev pêvajo, li cihê astengkirina daxwazên azadiyê, dewama têkoşîna ji bo rûmeta mirovatiyê ye.

‘Di rojên dawî de 30 kes hatine darvekirin’

KJAR bal kişand ser şertên şer û qutbûnên înternetê û got: “Li gorî daneyên ku ji qadê hatin berhevkirin, hate îdeakirin ku di rojên dawî de 30 kes hatine darvekirin. Hate diyarkirin ku îtirafên van kesan dibin îşkenceyê de hatine girtin û ji mafên bingehîn ên mirovan bê par hatine hiştin.

‘Darvekirin binpêkirin mafê mirovane’

KJAR anî ziman ku di demek ku hemû raya giştî bal daye geşedanên şer, pêkanîna darvekirinan, binpêkirina mafê mirovan li Îranê parçeyek a polîtîkaya veşartinê ye.

Di daxuyaniyê de hate îfadekirin ku, ji bo avakirina civakek demokratîk li Rojhilata Navîn û Îranê, divê rêz li hemû pêkhate û nasnameyên meshebî bê girtin. 

KJAR xwe wek hêzek ku ji îradeya jinên têkoşer dibîne û wiha got: “Em li dijî mirinê di sekinin, ji ber em jiyanê di hilbijêrin, em li dijî zextê di sekinin, ji ber em dizanin azadî mafê meye, em li dijî darvekirinê di sekinin, ji ber em edaletê ne di mirinê, di azadiyê de dibînin.”

KJAR’ê di dawiyê de bang li saziyên mafê mirovan, aktivîstên civaka sivîl û hemû kesên dinyayê yên xwedî wijdan kir ku ji bo sekinandina tavilê ya darvekirinan bikevin nava tevgerê û li beramberî vê pêvajoyê bêdeng nebin.

Daxuyanî bi diruşmeya ‘Na ji darvekirinan re, ji jiyan, azadî û rûmeta mirovan re erê’ bi banga çalakiya havpar bi dawî bû.