‘Kiryarên ku li dijî baweriyan pêk tên xeteriyek mezin e’

Berdevka Yekîtiya Jinên Êzîdî ya Rojava Hediya Şemo balkişand ser xeteriya kiryarên ku li Sûriyê li dijî ol û baweriyan de pêk tê û got: “Ev kiryarên ku li dijî baweriyan pêk tên, li ser pêşeroja Sûriyê xeteriyek mezin in. Divê maf, ol û bawerî bên paras

RONÎDA HACÎ

Hesekê - Dîroka dewleta Tirk bi ferman û komkujiyên li dijî civaka Êzidî pêk anîne dagirtî ye. Fermana herî dawî di 3'yê Tebaxa 2014'an de bû. Di vê dîrokê de dewleta Tirk bi rêya çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Şengalê kir û komkujî li dijî xelkê wê pêk anî. Di encamê de bi hezaran kes jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Her wiha bi hezaran jin û zarok hatin revandin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku hêzên hikûmeta Iraqê û PDK'ê di sala 2014'an de ji Şengalê reviyan û xelkê wê di nav pençên çeteyên DAIŞ'ê de hiştin. Herî dawî şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) gerîlayên Hêzên Parastina Gel (HPG) û YJA-Star bi hawara gelê Êzîd ve hatin û ew rizgar kirin. Ji bo ku ferman dubare nebe, Êzîdiyan piştî sala 2014’an xwe di fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan de kûr kirin, dest bi lêgerîna heqîqetê kirin û xwe li gorî rêbaza tekoşîna parastina cewherî birêxistin kirin. Di vê çarçoveyê de Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ), Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) û Asayîşa Êzîdxanê ava kirin, xak, ziman, çiya, deşt, ol û çanda xwe ji hêzên derve diparêzin.

Li Rojavayê Kurdistanê jî civaka Êzdî li Efrîn, Serêkaniyê û herî dawî Şehbayê rastî qirkirin û koçberiya ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve ve hatin. Berdevka Yekîtiya Jinên Êzidî ya Rojava Hediya Şemo mijarê ji ajansa me re nirxand.

Dixwazin civaka Êzidî ji holê rakin’

Berdevka Yekîtiya Jinên Êzidî Hediya Şemo da zanîn ku armanca fermanên li ser civaka Êzidî pêk hatin, tunekirina civaka Êzidî ye û wiha domand: “Di sala 2014’an de me dît ku armanca fermanê bi temamî ji holêrakirina bîr û baweriya civaka Êzidî bû. Heta niha weke hejmar tenê behsa 74 fermanan tê kirin. Dijmin xwest bi fermana 74 bi temamî bigihîje armanca xwe û bibe fermana herî dawî ya tunekirina civaka Êzidî. Li hemberî ewqas fermanan civaka Êzidî liberxwe da û rola xelkên Rojavayê Kurdistanê di xelaskirin û piştgiriya civaka Êzîdî de hebû. Di fermanê de  ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ku dewleta Tirk a dagirker piştevaniyan wan dikir ve, nêzî 5 hezar jinên Êzidî hatin dîlgirtin. Li beramberî wê her kes bêdeng ma û ev jî şermek dîrokî ye. Di êrîşên li ser Şengalê de gund, cihên ol û baweriyan hatin xerakirin û şewitandin.”

’22 gundên Êzidiyan hatin talakirin û xerakirin’

Hediya Şemo balkişand ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku tê de civaka Êzidî jî tê hedefgirtin. Hediya Şemo wiha got: “Di sala 2018’an de dewleta Tirk a dagirker êrîşî Efrînê kir, li Efrînê gelek ol û bawerî jiyan dikirin, nêzî 22 gundên Êzidiyan hebûn. Xelkên Efrînê piştî berxwedaniya 58 rojan, li hemberî teknîka herî pêşketî neçarî koçberiyê bûn û li Şehbayê hatin bicîhkirin û rêxistinkirin. Lê di heyva Mijdarê ya sala 2024’an de carek din planên qirkirina gelê Kurd dewam kir û bi ruyekî eşkere dewleta Tirk a dagirker û hevalbendên wê, planên qirkirin û tunekirinê meşandin. Li Efrîn û Şehbayê jî cihên pîroz û baweriyan hatin xerakirin û rûxandin, heya konên ku koçber tê de jiyana xwe didomandin şewitandin û talan kirin.”

‘Kiryarên dijî ol û baweriyan li ser pêşeroja Sûrî xeteriyek mezin e’

Hediya destnîşa kir ku li Sûriyê kiryarên binpêkirinê li dijî ol, bawerî û netewan pêk tê û bi vî rengî Sûriyek dubare tê avakirin. Hediya nêrînên xwe yên li ser ê xeterê, bi van gotinan anî ziman: “Koçberên Efrînê ku li Şehbayê carek din hatin koçberkirin, berê xwe dan cihê bi ewle yên wekî Tebqa, Hesekê û Qamişlo. Eger em behsa Sûrî bikin, emê bibînin ku cîhê di bin sîwana Rêveberiya Xweser de, cîhê herî bi ewle û yê parastina maf û olan e. Piştî ku sîstema rêjîmê hilweşiya, niha hikûmetek nû tê avakirin, bi destê HŞD’ê. Lê mixabin tiştên ku tê gotin û yên li ser rûyê erdê, ne wekî hev in. Li herêmên ku Xirîstiyan û Elewî dijîn, li hember wan kiryarên dijmirovî pêk tên, cîhên ol û baweriyan yên Xiristiyanan tên rûxandin. Her wiha xelkên Elewî tên qetilkirin. Emê bi vî rengî çawa bikaribin bêjin Sûriyek nû ku her kes bi deng, reng û hebûna xwe jiyan bike! Ev kiryarên ku li dijî netewan pêk tên, li ser pêşeroja Sûriyê xeteriyek mezin in.”

‘Hebûna jinê di destûra Sûriyê de wê çareserî û Sûriyeke nû bi xwe re bîne’

Hediya di dewama axaftina xwe de diyar kir ku rola jinê di nivîsandina destûra Sûriyê de esas e û wiha got: “Di destûra Sûrî ya nû de wê rola jinê çawa be? Hikûmeta nû heya niha li gorî ku em dişopînin, rola jinan red dike û dibêje jin nikare di qada leşkerî, siyasî û diplomasî de cih bigre. Lê em dixwazin balê bikşînin ser Şoreşa Rojava ku bi pêşengtiya jinan pêk hat û gelek serkeftin hatin girtin û bû mînak ji tevahiya cîhanê re. YPJ’ê ji bo xelasiya tevahî jinên cihanê ya ji terorê, berxwedanek dîrokî  meşand û mohra xwe li dîrokê xist. Lewma em jin jî ji hemû pêkhate û netewên wek Êzidî, Ermen, Suryan, Keldan, Ereb, Kurd û Çerkes pêk tên. Me hevgirtina xwe ava kiriye û emê ji bo avakirina Sûriyeke nû û azad asta têkoşînê bilind bikin.”

Hediya bang li tevahî rêxistin û dezgehên Kurdî kir ku ji bo doza Kurdî bibin yek û axaftina xwe wiha bidawî kir: “Jinê 5 hezar sal têkoşînek domdar li beramberî hêzên desthilatdar meşand. Di sedsala azadiya jinê de jinan bi têkoşîn û berxwedaniya xwe ya dîrokî, sîstema Rêjîmê da hilweşandin û sîstema hevserokatiyê mînak da nîşandan. Bê guman îro redkirina rola jinê ya li Sûriyê, tê wateya ku sîstema koletî û desthilatdarî dixwaze xwe zindî bike û xwe li ser komkujiya gelan bide avakirin.”