Kirmaşan dilê yekbûn, nasname û berxwedana dîrokî ye

Di pêvajoyekî ku rejîma Îranê hewl dide olê veguherîne amûra zextê, Kirmaşanê çand û nasnameya gel bibîr dixe. Ev ax ji bo mirovahiyê bûne stargehek û îro jî ji nû ve roleke dîrokî dilîze.

FATEME KERÎMÎ

Kirmaşan ne tenê erdnîgariyek e; hafizeya zindî ya yekbûn, yekîtî û baweriyên herî kevnar ên mirovî û Kurdî ye. Cihekî ku ji nava dîrokê avabûye û îro jî di kêliyên çarenûsê de bi biryardarî rola xwe dilîze ye. Ev der axa Şîrîn û Ferhadan e; axên ku evîn, êş, berxwedan û hişmendî bikevin nava hev û vediguherin nasnameyek mayînde ye.

Di tevahiya nêzî 47 salên desthilatdariya Komara Îslamî de, di bin maskeya gotinek olî ya tundrew de polîtîkatek bipergalî ya asîmîlekirina gelê Kurd hat meşandin. Armanca vê polîtîkayê, ne tenê tepeserkirina siyasî ye, di aliyê çandî, zimanî û nasnameyê de valakirina hundirê vê û li şûna domandina nasnameya neteweyî-çandî bi şîrovekirinek yekalî û îdeolojîk a olê ye. Lêbelê, rastiya dîrokî nîşan dide ku ev proje herî kêm li Kirmaşanê, qet bi ser neket.

Gelê Kurd a Kirmaşanê ne tenê dev ji nasname û bêhempabûna xwe berneda, di heman demê de hewl da rastiya xwe ya neteweyî û çandî bi rêya jiyankirinê bidomîne. Ev berxwedan bi awayekî pasîf nebû; bi awayekî ku ji nû ve hilberandina rîtûel, ziman hafizeya dîrokî û çalakiyên kolektîf xwe nîşan dan. Kirmaşan li şûna teslîmbûnê, veguherî qada ji nû ve pênasekirina xwe.

Yek ji mînakên herî şênber a vê berxwedanê, di newrozê sala borî de hate dîtin. Kirmaşanê, destpêka sala nû ya Kurdan zêdetirê mehekê bi şahî, govendên kevneşopî û beşdariya berfireh a gel pîroz kir. Ev bûyer ne tenê rîtûelek çandî ye, di heman demê de çalakiyek siyasî û civakî û îlankirina hebûna kolektîf bû. Di vê Newroz de,  Kirmaşan ne li kêlekê bû, di eniyên pêş ên pîrozbahiyên mezin ên Newrozê yên li seranserê herêma Kurdistanê de cihgirt.

Ev helwest, ji bo gelê Kurd çavkaniyek mezin a serbilindiyê bû û nîşan da li dijî polîtîkayên hovane, zordar û dijî nasnameyê yên rejîma Îranê, bêdengî ji bo gelên vê herêmê ne vebijarkek e. Gelê Kirmaşanê, bi biryardariyek xurt û îradeyek hesinî daketin kolanan û îspat kirin ku wê hafizeya kolektîf bi zordariyê neyê bêdengkirin.

Dema ku em li dîrokê dinêrin, tê dîtin ku ev rihê berxwedanê xwedî kokên kûr e. Kirmaşan, di pêvajoya parçekirina Kurdistanê û îmzekirina Peymana Qesr-i Şîrîn de bêdeng nema. Van axan tenê şahidiya parçebûnê nekirin; hertim li dijî vê bertek nîşan da. Bi zimanê çandê, bi evîna Ferhad û Şîrîn re… Metafora Şîrîn û Ferhad li vir ne tenê çîrokek evînê ye; bi baweriya yekîtîyê ya di navbera parçebûnên ferzkirî de, sembola yekbûna evîn û têkoşînê ye.

Di aliyê olî de jî, Kirmaşan xwedî cihekî bêhempa ye. Bajar û derdora wê, dîrokekî jiyana olî ya pir bawerî, pir çandî û mirovî di hundirê de dihewîne. Ev taybetmendî, Kirmaşanê veguherandiye pirekê di navbera gelê Kurd û gelên din ên li Îranê de. Rola ku Kirmaşan di pêvajoya demokratîkbûna Îranê de lîst û dilîze, ji pozîsyona vê ya di navbera çand, bawerî û nasnameyê de çavkanî digre.

Di pêvajoyekî ku rejîma Îranê hewl dide olê veguherîne amûra zext û yek tib de, Kirmaşanê îhtîmalek din a jiyana olî û mirovî bi bîr xist. Ev axan ji bo mirovahiyê bûne stargehek û îro jî ji nû ve roleke dîrokî dilîze. Ev rol, peyamekî neteweyî û navneteweyî ku sînorên herêmî derbas dike, hildigre.

Lewma, li ser milê gelê Kurd berpirsiyariyek dîrokî heye; çi yên ku li Kirmaşanê bijîn, çi li deverên din ên Îranê û çi jî belavî çar parçeyên Kurdistanê an jî derveyî welat bibin… Îro, ji her demê bêtir pêdivî ya dengek hevpar û çarenûsek hevpar tê hîskirin. Qîrîna hevpar ku divê bilind bibe ev e:

Em hemû Kirmaşan in.

Em hemû kedkar û mîrasgirên vê axê ne.

Kirmaşan ne bi tenê ye; gelê Kurd li gel wê ye.

Ev deng, ne tenê dengê parastina bajarekî ye; dengê parastina şêwazek jiyanê, hafizeyek dîrokî û asoyek pêşerojê ye. Kirmaşan sembolekî ku nîşan dide him xwedî kok bûn û him jî meşa berbi pêşerojê, him Kurd mayîn û him jî avakirina piran, him êş kişandin û him jî li ser bilindî seknandin pêkan e.

Di encamê de, Kirmaşanê tîne bîra me ku dîrok ne tenê ji aliyê fatîhan ve, ji aliyê kesê li ber xwe didin ve tê nivîsandin û heta ku ev berxwedan bijî, wê hêvî jî bidome.