Kîjan Osman: Jinek tije hêz û enerjî
Kîjan Osman ji malê derketiye derve, ji şanoyê destpê kiriye û gelek qad ceribandiye. Niha jî wek rojnamevanek, Cîgira Rêveberiya Tîma Werzîşa Helebce ye.
MIHRÎBAN SELAM
Helebce – Di nava dengê saet û hatin û çûyîna xelkê de, jiyan ji bo hinek jinan tenê wek mal û malbat nemaye. Bûye qadek ceribandin û hebûnê. Jinek ku sibehê zû dest bi kar dike, ji derveyî malê kedkar e, firoşger e, mamoste ye an jî xwedî pîşeyek biçûk e, hemû van rolan bi hev re li ser milê xwe hildigre.
Kîjan Osman ku mînakek ji wan jinên ku em behs dikin e, ezmûna xwe ji ajansa me re anî ziman. Kîjan Osman destpêka karê xwe wiha got: “Ger ez behsa karê xwe bikim, min di gelek qadên cûda de kar kiriye û di hemûyan de bersivên baş ji bo min hatine. Destpêka karê min ez ji malê derketim derve, min dest bi karê şanoyê kir û di sala 2017’an de li gel şanoyê min dest bi nivîsandina helbestan kir û ez niha dinvîsim.”
‘Karkirina ragihandinê xeyala min bû û niha jî didomînim’
Gelek ezmûnên Kîjan Osman yên karkirinê hene. Kîjan van karan wiha vegot: “Min destpêkê di qada şandoyê de dest bi kar kir. Min gelek şano amade kir û piştre min berê xwe da ragihandinê, ew jî xeyalê min bû û piştî karê ragihandinê di sala 2018 û 2019’an de ez bûm lîstikvana bedewiya bedenê û heta niha didomînin. Di holên werzîşê de ez ji hilgirtina giraniyê hez dikim. Ez bûm lîstikvana hêza bedenê û beşdarî pêşbaziyan bûm, li gel wê jî ez dinivîsim û ez niha xwedî pirtûkek nehatî çapkirin im. Her tim nivîsa min hebû ez beşdarî mihrîcanan bûm. Her wiha niha jî ez cîgira tîma werzîşa Helebce me. Min werzîşa paraşutê hilbijartiye. Wek desteya rêveberiya kar dixebitim. Li gel van karan jî xebatên ragihandinê didomînim û werzîşê dikim. Ez xwedî fîroşgeha xwe me û li wir jî dixebitim.”
‘Min karî hevsengiyê di nava karan de bikim, piştgiriya jinan girînge’
Têkildarî pirsa ku gelo çawa dikare hevsengiyê di nava karê xwe de bike, Kîjan Osman wiha dibêje: “Ez gelek ji karên dirêj dike hez nakim, mînak ger du sal carekê ez karek baş bikim ji bo min bes e. Min karî li her cihê ku tê de dixebitim, şopa destê xwe bihêlim. Ew kesên li gel min bûn ji karên min razî bûn. Bi piştgiriya jinan min kiriye bighêm serkeftinê. Gelek girîng e ku jin piştgiriya hev bikin, ji ber parêzgara Helebce bi taybetî ji peywira rêveberiya heta tê xwarê piştevaniya hev dikin û girîng e jî wisa kiriye ku rê ji bo me jî vebe.”
‘Bila jinên bajarê min qet netirsin û bidomînin’
Kîjan Osman di dawiya axaftina xwe de bang li jinan kir û wiha got: “Ez ne jina yekem û ne jî ya dawî me. Malbata min piştgiriya min kir, heta ku gihîştim niha. Min domand û niha ez bi keda xwe gelek kêfxweş im. Bi jinên bajarê xwe re em wek torek in, em ji tiştek natirsin û emê berdewam bikin. Ji ber ev rêgeza min a karkirinê bû. Her karê ku min ceribandiye, heta niha ez xwe serkeftî dibînim. Belkî min xeletî kiribe lê min hewl daye dersê ji xeletiyên xwe bigrim.”