‘Kezî remza tîrêjên rojê û ronahiyê ye’
Di baweriya Êzidayetiyê de kezî ango gozik remza tifaq û ronahiyê ye îro jî keziyên jinan yekbûna jinan nîşan dide.
FARAŞÎN MERVAN
Şengal- Di van deman de li Rojavayê Kurdistanê êrîşên çeteyên Şamê bi dijwar didomin. Hêjayî bibîrxistinê ye ku bi hezaran keç û jinên Êzidî hê jî di destên çeteyên DAIŞ’ê de weke esîr tên girtin.
Ji bo jinên Êzidî herî zêde jî Yekîneyên Parastina Jin(YPJ) tekoşînek pir mezin li hember DAIŞ’ê maşandine. Çend roj berê çeteyê ku li Raqayê şervanek jin şehîd xistibû, keziya wê jêkiribû û ji hevalên xwe re weke diyarî dibir. Piştê ku ev dîmen belav bû jinên ciwanên Êzidî li hemberî vêbûyerê bi newiyatek pir bi hêz û bibiryardariyek mezin li ser platformên medyaya dîjîtal keziyên xwe hûnandin û belav kirin. Kezî di nava civaka Êzidî de xwedî girîngî û manewiyatek pir mezin e. Li ser vê mijarê weke jinek Êzidî mijarê Ferîde Şengalî ji ajansa me re axivî.
‘Kezî ango gozik remza tîrêjên Rojê ye’
Ferîde Şengalî di serî de şervana jin a ku keziyên wê hatibûn birîn bi bîr anî û got ku di dîroka Êzidiyan de û di roja got ku di dîroka Êzidiyan de û di roja îro de keziyên jinan remza tîrêjên rojê ye, baweriya Êzidatiyê roj e, wiha anî ser ziman: “Ez di serî de di şexsê hevala jin a ku çeteyan keziya wê birîn de, hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînim. Di dîrokê de di civaka Êzidî de bi taybetî ji aliyê olî hwd. kezî gelek bi nirx e û xwedî dîroka taybet e. Li ba me ji keziyan re dibêjin gozin, di gelek mekanên dîrokî yên Êzidiyan de kezî hene. Ji ber ku wateya gozikên jinan temsîliyeta tîrêjên roj ye.
Di nava civaka me de ne tenê jin, gozikên zilaman jî hene di nav me Êzidiyan de bi navê Ciwana heye bi navê Ciwana heye heya niha jî ew eşîr edet û teqalîdên me Êzidiyan diparêzin. Zilamê wê eşîrê hê jîgozikên wan hene ji ber remza tîrêjên rojê ye gozik. Li gel me gozik gelek pîroz e bi taybetî jî dema ku tê hûnandin.”
‘Hûnandina keziyan hûnandina tifaqê ye’
Di heman demê de Ferîde Şengalî got ku civaka Êzidî ji birîna porê şervanek jin a azadiyê pir bi bandor bûye ji ber di nava civakê de pîroziya porê jinan gelek bi qîmet e û wiha berdewam kir: “Civaka me jî bi jêkirina keziya wê hevala jin gelek êşiyaye. Di van rojan de ez rastî kesek temenê wî mezin hatim. Got ku dê jêkirina wê keziyê bi xwe re tifaqek mezin bîne. Di heman demê de kezî di ola me de tê wateya tifaqê.”
‘Navê Behra Reş ji keziyên jinên Êzidî tê’
Her wiha Ferîde Şengalî bal kişand ser navê Behra Reş ku behrekî li Tirkiyê ye di fermanek Osmaniya de ku li ser civaka Êzidî de jinan revandine birine ber bi wê behrê ve. Wan jinên Êzidî ji bo ku nekevin dest xwe avêtine behrê û wiha domand: “Di nava 74 fermanan de fermaneke Osmaniyan heye. Dema ku ferman çêdibe, keç û jinên Êzidî digrin û dibin Behra Reş ji bo ku destdirêjiyê li wan nekin wan jinan xwe davêjin Behra Reş û keziyên wan bi ser avê dikevin. Bi qasî ku em dizanin dibêjin ji ber ku keziyên wan keç û jinên Êzidî reş û dirêj bûn, navê Behra Reş lê kirine. Di fermanên ku hatine serê civaka me ya Êzidî de destpêkê dest avêtine kezî û gozikên keç û jinan.”
‘Di çanda Êzidayetiyê de kezî tişta herî pîroz e’
Di heman demê de jî Ferîde Şangalî diyar kir ku di çanda Êzidatiyê de kezî bi nirx û pîroz in. Ji bo kesek pir jê hez bikin an jî jiyana xwe ji dest dide birîna keziyan tê maneya ku kesa/ê ku jê tê hezkirin an jî jiyana xwe ji dest dane pir bi nirx e û axaftina xwe wiha domand: “Dema ku di malbatê de yek dimire bav be bira be, jin diçin gozikên xwe jêdikin û datînin ser gorên wan. Ev jî tê wê maneyê ku tişta herî bi qîmet gozik e. Li vir dema ku şervanên parastina axa xwe dikin şehîd dibin, xwişk, dayîk an jî hevjînê wan diçin gozikên xwe jêdikin û datînin ser gorên wan. Di dema fermanan de jî jinan her dem gozikên xwe çêkirine. Ev kevneşopiyek bi nirx e di nava me jinên Êzidî de û hê jî heye. Di heman demê de jî zilamên eşîra Ciwana şeş gozikên xwe çêdikin. Li ser timtalê (kum) xwe û hê jî ew gozikên wan hene hunandîne. Di Êzidatiyê de hem tê maneya tîrêjên rojê hem jî tê maneya tifaqê. Gozik tîrêjên rojê ne û ronahiyê didin derdorê.
Em jî weke jinên Êzidî gozikên xwe her dem çêdikin ji ber wê remzê gozikên xwe dihûnin. Her wiha dema ku jinên Êzidî emrê xwedî dikin, tên xemilandin, porê wan vekirî namînin bi taybetî dugozikên wan tên çêkirin. Di heman demê de jî gozik dema ku tên hunandin ber bi derve ve tên hunandin lê ger bemire gozikên wê ber bi hundir ve tên hunandin. Ya din jî dema ku fermana Îskender ser Êzidiya de hat wê demê 7 gundan şewitandine di wê fermanê de Îskender têk diçe. Di wê demê de bi du maneyan jinên Êzidî gozikên xwe birîne yek ji ber serkeftinê yek jî ji ber xemgîniyê. Cejna Xidir Ilyas bi wê fermanê ve girêdayê di wê cejnê de piçek serê porê wan tê jêkirin û dibêjin ji bo ji nexweşiya xilas bibin. Dema ku jinek Êzidî bikeve xeletiyek de destpêkê jê re dibêjin: Gozikên xwe jêbike, ew ne layîqên te ne. Ya din jî dema ku pir ji yekê hez bikin gozikên xwe didinê û dibêjin tu li ber dilê min ezîz î ev ji bo te ne.”
‘Li derdora wê hevala şervan bi hezaran kezî hatin hûnandin’
Ferîde Şengalîher wiha behsa êrîşên îro li Rojavayê Kurdistanê tên kirin kir û anî ziman ku keziya wê şervana jin a YPJ bandoriyek mezin li ser jinên Êzidî kiriye û wiha berdewam kir: “Gozik di nav me jinên Êzidî de pir bi qîmet in. Asta hezkirin û hebûna me didin nîşandan. Her wiha dema ku bûyer diqewimin, em dibêjin em tifaqek bihûnin. Piştî ku jin û ciwanên me yên Êzidî wan dîmenen keziyên şervana me dîtin gelek bi tesîr bûn û manewiyatek bi wan re ava kir û fikirîn ku pêngavek bidin destpêkirin li ser medyaya dîjîtal. Ev tê maneya ku jin hemû yek in. Niha cîhan piştgiriya vê dike. Ev ruhê berxwedan û rûmetê ye. Ev hûnandina tifaqa jinên cîhanê ye. Ev jî temsîliyeta keziya wê hevala jin e. Ev ji bo jinên Êzidî gelek bi mane ye ji ber gozikên jinan xwerû ye, xweşikbûn e, hêza tekoşînê dide avakirin.
‘Jin dê hemû tifaqa xwe bihûnin û em ê bi berxwedana Rojava re bibin yek’
Herî dawî Ferîde Şengalî bang li hemû jinên cîhanê kir û got ku ew ê tifaqa xwe ya xurt li derdora cîhanê ji bo Rojavayê Kurdistanê bihûnin û wiha anî ziman: “Rûmeta herî pîroz di heman demê de di nav civaka me de ji bo rûmeta jinan dibêjin gozik e yanî keziya wan e. Di civaka me de tiştek ji rojê pîroztir nîn e keziyên jinan jî tîrêjên rojê ne. Ez di wê baweriyê de me ev gozika hevala jin dê di nava jinan hemûyan de bibe tifaq û yekbûna jinan. Jixwe jinên têkoşer ên Rojava yê Kurdistanê bi berxwedanî û tekoşîna xwe di cîhanê de mînak in. Dîsa ew hişmendiyê tarî û qirêj êrîşê jinên li Rojava dike. Lê ya bi hêz dîsa jinin û alîgiriyek berfireh jî ya jin di cîhanê de îro heye. Ev jî ji bo hemû jinan riya berxwedana herî rastîn nîşanî me dide. Herî dawî jî ez dibêjim em hemû jin serkeftina xwe bi hev re bihûnin û em bi Rojava re bibin yek.”