Kevana Zêrîn: Bi banga dîrokî em ê 8'ê Adarê bikin cejna azadî, aşîtî û hêviyê
Tevgera Çand û Hunera Jinê ya Kevana Zêrîn 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Aşîtî û Civaka Demokratîk pîroz kir.

Navenda Nûçeyan - Bi nêzbûna Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê Tevgera Çand û Hunera Jinê ya Kevana Zêrîn bi daxuyaniyek nivîsîkî 8'ê Adarê li tevahî jinên cîhanê pîroz kir. Kevana Zêrîn bi banga dîrokî ya 'Aşîtî û civaka Demokratîk' a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 8’ê Adarê pêşwazî dike.
'8'ê Adarê bû haveyn û hevgirtina tevahî jinan'
Di destpêka daxuyaniyê de Tevgerê bal kişand ser wateya jiyanê û civakbûnê û wiha got: "Demsala biharê ku demsala jiyanê ye, bi wateya xwe ya herî kûr, di heman demê de demsala çêbûna çand û hunerê ye. Jiyanê bi xwe re civakbûnê, di heman demê de li derdora civakbûnê jî çand û hunera herî kevnar a mirovahiyê bipêş xist. Çandiniya li ser zeviyan çanda hevbeş a civakê bi xwe re ava kir. Çanda hevbeş a civakan jî bedewî û hunerê bi hev re hunand. Jiyan, civak, çand û huner li derdora mirovahiya ku li pey wateyê bû, herî zêde di demsala biharê de geş bû û hêza wateyê bi dest xist. Hişmendiya serdest a mêr jî di heman demsalê de xwest ku dengê jinê, hevparî û daxwaza edalet, vîn û rêxistinbûyîna jinê tune bike. Xwest ku dengê jinê ji binî ve qut bike. 8’ê Adara Sala 1857'an, hovîtî û dirindetiya vê helwesta hilweşîner bû. Li gorî vê ew agirê ku berdan bedena jinê, di bîreweriya me jinan de, cihê xwe yê herî bi êş girt. Di heman demê de bû hêza me jinan a herî xurt, hevgirtî û bi wate. 8'ê Adarê bû haveyn û hevgirtina tevahiya jinan. Di encama vê de gav bi gav rêya xwe ya azadiyê hunand.
'Bi banga dîrokî em ê 8'ê Adarê bikin cejna azadî, aşîtî û hêviyê'
Tevgerê di berdewama daxuyaniyê de destnîşan kir ku divê jin xwedî li banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derkeve û wiha pê de çû: "Di berbanga 8’ê Adara vê sala ku em tê de ne, ji hêla rêhevalê herî dilsoz ê jinan Rêber Apo ve bangawaziya aştî û civaka demokratîk pêk hat. Ev bangawazî haveyna jiyaneke hevbeş a civakan û wateya herî bedew li xwe bar kir. Herî zêde pêwîstiya jinan bi aştî, civak û demokrasiyê heye. Ji ber ku di encama aştî, civak û demokrasiyê de jiyana bi rûmet û serberz ava dibe. Ev bangawaziya Rêber Apo herî zêde divê ji hêla jinan ve were pêşwazîkirin, hembêzkirin û bihêzkirin. Ji ber ku jiyan, civak û aştî hebûna jinê ye ku di çanda civaka me ya qedîm de jî cihê xwe girtiye. Di van rojên herî bi wate yên dîrokî de, em weke Kevana Zêrîn a li ser esasê çand û hunera jiyan, azadî, xwebûn û hêviyê ava bûye, bi hêza zanîna dîroka xwe ya jinbûnê 8’ê Adarê bibîr tînin, destkeftiyên jinan pîroz dikin. Bi hêza ku me ji banga Rêber Apo stendiye, di avakirina çand û hunera civaka demokratîk de emê 8'ê Adarê bikin cejna azadî, aştî û hêviyê."