Keştiya koçberan noqî avê bû: 13 kes mirin

Li Taylan û Malezyayê keştiyek koçberan noqî avê bû, tê gotin herî kêm 13 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan – Rayedarên Tayland û Malezyayê ragihandin ku keştiyek ku gelek koçberên Rohingyasyê têde noqî avê bûye, herî kêm 13 kesan jiyana xwe ji dest dane û xebatên lêgerînê hatine zêdekirin. Hate zanîn ku hê jî gelek kes winda ne.

Herî kêm 13 kes mirin

Keştiya ku tê ragihandin ku nêzî çar rojan beriya niha binav bûye, tê texmînkirin ku perçeyekî rêwitiya komeke koçberên ku ji Myanmarê reviyane ku ji 300 kesî pêk tê. Hate îfadekirin ku koçber ji bo çend keştiyên cuda hatine belavkirin. Rayedaran dan zanîn ku herî kêm 13 koçberan jiyana xwe ji dest dane û hê jî gelek kes winda ne.

Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê li nêzîkî Girava Tarutoa a Taylandê û bakurê herêma Langkawi ya Malezyayê berdewam dikin.

Cenaze derxistin

Berpirsiyarê Ewlehiya Behrê ya Malezyayê Romli Mustafa diyar kir ku wan heta niha heft cenaze derxistine û tevahiya wan kesên ji Misilmanên civaka Rohingyayê ne ku rastî zilmê tên. Hate îfadekirin ku tîmên Taylandê jî şeş cenazeyên cuda derxistine.

Rayedaran diyar kir ku li herêmê herî kêm 12 keştiyên rizgarkirinê beşdarî xebatên lêgerînê bûne. Bi tevahî 13 kes hatine rizgarkirin û li gorî polîsan kesên hatine rizgarkirin welatiyên Rohingya û Banladeşê ne.

Welatiyên Rohingyayê, li Myanmarê ji ber polîtîkayên sîstematîk ên cihêkarî, tundî û bêparhiştina ji hemwelatîbûnê bi salan e koçberiya girseyê li wan tê ferzkirin. Hersal bi hezaran bi keştiyên neewle berê xwe didin Malezya û Endonezyayê û ji bo jiyaneke aramtir dest bi rêwitiya li ser behrê ya bi xeter dikin.