Kesên sax mane nikarin ji şer rizgar bibin
Ji ber rewşa şer û pêxêrtengiyan yên ku herî zêde tên paşguhkirin û nikarin jiyana xwe xilas bikin kal û pîr in. Pirî caran tên paşguhkirin û jiyana wan a rojane hêdî hêdî ber bi têkçûnê ve diçe.
ŞELA QASIMXANÎ
Navenda Nûçeyan – Di roja me ya îro de mijar şerê di navbera Îsraîl-DYE yê li dijî Îranê de ye, wêneyên ku tên parvekirin bi gelemperî ya ciwan, leşker, mirî, koçberên di rê de ne ku dixwazin jiyana xwe rizgar bikin. Lê li kêleka van wêneyên bilez derdikevin, komek heye ku ji yên din kêmtir xuya dikin; ew kesên ku ne şiyana wan ya rev û koçberiyê heye û ne jî îhtîmala peydakirina jiyanek din heye; Kal û pîr. Ji bo wan, şer ne tenê krîzek derveyî ye, lê belê hilweşîna jiyana rojane ya gav bi gav, hilweşînek di bêdengiyê de çêdibe û kêm caran tê behs kirin.
‘Ez gelek caran ji şer ditirsim’
Kesên temen mezin, kal û pîr di şer de berî her tiştî bi pirsgirêka ‘veguhastinê’ re rû bi rû dimînin. Sîma Q, jina ku ji Tehranê ye dibêje: “Ez pir caran ji şer ditirsim. Dema ku êrîşên hewayî û muşekî dest pê dikin, ez yekser berê xwe didim kolanê. Piştî êriş diqedin, ez ditirsim vegerim mala xwe. Hevjîn û kurên min bi zorê min vedigerînin malê. Kurên min ji bo min dibêjin em te bibin bajarokekî din, ji ber ku eger rewş girantir û aloztir bibe ezê ji bo wan dibim bar giranî, lêbelê ez bê kurên xwe naçin tu deverê.”
Ji bo kesan, mal ne tenê avahiyeke, lê ‘bîranînek zindî’ ye; komeke ji bîranîn, tiştan, deng û kevneşopiyên nasnameya wan ava dike. Terikandina malê xwe, heta eger bi mebesta rizgarkirina jiyanê be jî, cureyek şikestina derûnî ya kûr diafirîne. Dema ku ciwanek dixawze li bajar an jî welatek din ji bo jiyana xwe ji nû ve saz bike, gelek caran kal û pîr li dijî vê guhertinê bê zar dibin. Ji ber ne dikarin zû fêrî zimanê nû bibin, her wiha bi nîzama pergala nûre rastî hevtên. Ev yek jî dibe sedem ku bi tecrîdekê nû re rûbirû bimînin û hem mala xwe ya heyî winda bikin hem jî nikaribin malekdin peyda bikin.
Ji bo kal û pîr şer hîn xetertire
Li aliyê din, şer astengiyên mezin jibo peydakirina derfetên tenduristiyê û dermankirinê çêdike, ev jî ji bo kal û pîran pir girîng e. Nexweşiyên kronîk wekî diyabet, bilindbûna tansiyonê an pirsgirêkên dil, pêdiviyeke lezgîn ji bo lênêrîna berdewam heye. Di şert û mercên şer de, rêzezincîrî tedewiyê bi hêsanî têk diçe. Derman kêm dibin, nexweşxane têk diçin yan jî ji ber rewşên şer û pevçûnan tije dibin, xeterî di rê de jî hene. Ji bo kal û pîran qutbunek kurt di xwarin û dermanên wan de dikare bigihêje qeyraneke giran.
Sara L., ji Siwêdê dibêje: “Dayika min çûye gel xwîşka min, li cihekî bi ewle. Lê bavê min qebûl nekir ku biçe. Bavê min nexweşê dil e. Her car dema ku ez nûçeyên topbaranê dibihîzim, ji bo bavê xwe ez gelek bi fikar dibim. Ez ditirsim bi dengên teqînan re dilê wî raweste an jî ji bîr bike ku dremanên xwe bi kar bîne.” Bi vî awayî bêyî ku di şeran de gule bên barandin nexweşî zêde dibin yan jî jiyan dikeve xeteriyê de.
Vegera birînên kevin
Dibe ku wan berê jî şer, koçberî an windabûn jiya bin. Şerên nû van birînên kevin dîsa zindî dike. Windakirina zarok, nevî, cîran yan hevalan, ji bo wan ne tenê windabûneke, zêdetir ji bo wan matmayîneke ku ne hatiye çareserkirin. Ev rewş dikare veguhere sedema depresyonên kûr, awarte ya dirêj an jî heta cureyek bê dudiliyê û heya dawiya jiyanê biçe.
Di gelek rewşan de, kesên bi temen mezin di malê de jî tên paşguhkirin. Di şertên qeyranan de, malbat neçar dibin ku biryarên lezgîn û dijwar bigirin.
Şeyda F. dibêje: “Dayika min temen mezin e, neçar e ku li malê bimîne û li hevjînê xwe yî bi temen mezin û nexweş meyzebike. Dema ku li nêzî mala wan mûşek ket, hevjîna dayika min ji ser textê xwe ket xwarê û ji ber ku bi nexweşiya Alzheimer re, dayika min tawanbar kiribû ku te min ji ser textê avêt jêr.” Şeyda ji ber ku di van rojên dijwar de nikare li gel dayika xwe bimîne, hestên xemgîn û bêçaretiyê hîs dike. Ev hilbijartin, her çendî pêdivî bin jî, dibin sedem kesên mezin neyên xuya kirin. Dibe ku van kesên temen mezin di malên nîv-hilweşandî de bêne hiştin, an jî veguhêzin navendên ku şert û mercên wan têrê nakin jî. Di şertên herî baş de jî, hesta ku ew hîs dikin ku ew barin dibe beşek mezin ji jiyana wan.
‘Kontrola li ser jiyanê winda bûye’
Pirsgirêkek din jî ya ku derdikeve holê têkçûna hestên kontrolê ye. Kal û pîr bi giştî hewldidin serxwebûna xwe biparêzin, rêvebirina malê, plankirina rojane, biryargirtina derbarê jiyanê de û hwd. Şer van hestan bi temamî ji hev dixe û têk dibe. Bi carekê re kesên din ji bo wan biryarê digirin, wê bi ku derê ve biçin, çi bixwin, kengê hereket bikin. Ev windakirina çalakiyê dikare bibe sedema hesta bêhêzî û têkçûnê; ev hest gelek cara ji xetereyên fîzîkî jî xetertire.
Di gelek qeyranên nû de, bi riya amûrên dîjîtal mirov xwe digihîne agahî û alîkariyê, ew kesên temen mezin ku van amûran nas nakin, li derveyî vê torê dimînin. Ew ne nizanin alîkarî li ku tê belavkirin û ne jî çawa dikarin bi kesên din re têkilî daynin. Ev valahiya dîjîtal di kiryarê de diguherê ser cureyekî bêparastin û bêmafiyê ya sazûmanî.
Kal û pîr; bîra dîrokê ne
Lêbelê, wêneyên kal û pîran di şeran de divê tenê wekî qurbanyan neyê sînordarkirin. Gelek ji wan bîranînên dîrokî di bîra xwe de radikin. Ew kes dikarin tecrûbeyên di şer û qeyranên berê de jiyane dikarin bikin çavkaniya kar ji bo roja îro. Çîrokên wan yên li ser mayîn, lihevhatin û heta hêvî, dikarin ji bo nifşên ciwantir bibe çavkaniya îlhamê; bi şertê ku civak guh bide wan.
Di siyasetên mirovî de jî, divê ku kesên mezin ji paşguhkirinê bên navendê û ev bala her kesî bikşîne. Misogerkirina gihiştina xizmetên tendurustî û jiyanî û peydakirina alîkariyên taybet ên derûnî, ev gavên ku dikarin beşek ji van ziraran kêm bikin. Ya herî girîng, divê rûmeta wan a mirovî li navenda biryargirtinê bê parastin.
Şer bi xwe bêdadiye; lê ev bêdadî ji bo hin koman, di nav wan de kal û pîr jî, zêdetir dibe. Pirsgirêka şer û wêraniyê dibe ku ev be: ‘Şer ji bo wan kesan ne hêza bazdanê ye, ew dem wê çi bike?’ Bersiva vê pirsê ne ji bo şer, kesên ku di jiyanê de pir bi stresin wê çawa bibin pêwîste bê fikrandin.