Kesên rengê çermê wan girtî li Yemenê bi cihêkariyê re rû bi rû ne
Kesên rengê çermê wan girtî ye, li Yemenê tên paşguhkirin û rastî gelek zehmetiyan tên.
RANIYA EBDULLAH
Yemen - Qanûna rewşa sivîl a Yemenê nabêje ku yek ji çînên civaka Yemenê ji nasnameyan mehrûm e. Benda 49’an a zagona rewşa sivîl dibêje ku hemû welatiyên Yemenê yên bûne 16 salî, dikarin nasnameya xwe derxin. Ger bibin bav jî dikarin daxwaznameya deftera malbatê jî pêşkêş bikin lê belê piraniya kesên rengê çermê wan esmer e ji derxistina nasnameyê mehrûm in.
Kesên rengê çermê wan girtî ye, li Yemenê tên paşguhkirin û rastî gelek zehmetiyan tên. Dema ku dixwazin nasnameya xwe derxin holê, ji ber rewşa aborî gelek xirab e û nezanî di warî zagonî de heye, kes guh nade wan.
Seher Ehmed yek ji kesên rengê çermê wê girtî ye. Li Yemenê dimîne. 25 sal in li wê derê dijî lê belê nasnameya wê tune ye. Dibêje ku ew rastî gelek zehmetiyan tê û wiha didomîne: "Gelek pere ji me dixwazin, dibe di çavên hinekan de hindik be lê ji me re gelek zêde ye û em nikarin peyda bikin. Her wiha ew der barê me de agahiyan dixwazin, ev yek mijarê tevlihevtir dike û me ji derxistina nasnameyê paşve dikşîne. Gelekî zehmet e ku kesek ji derveyî malbatê were dîtin agahiyan der barê me de bide.”
Meryem Seîd a 50 salî dibîne ku pêwîstiya wê bi nasnameyê yan belgeyên îsbatkirinê tune ye. Li gorî wê tişta herî pêwîst di dema niha de debara jiyana wan e û wiha dibêje: "Em di avahiyên xwe yên ji sefîh de dimînin. Kesek îtirafê bi me nake û em bi beşên din ên civakê re jî mijûl nabin."
Rêxistina UNICEF’ê û Oxfam û Yekitiya Jinên Yemenê, derxistina bawernameyên jidayikbûnê û nasnameyê ji beşa paşguhkirî re derxistin, ji bo ku rewşa wan sererast bikin û ji bo bidestxistina alîkariyan hêsan bibe.
‘Gelek kes hê jî girîngiya hebûna belgeyên nasnameyan nizanin’
Rojnamevan Xedîr El-Edenî dibêje ku tunebûna zanebûnê dibe sedema paşguhkirina vê beşa civakê ji derxistina nasnameyên xwe re û wiha got: "Dernexistina nasnameyê û paşguhkirina vê mijarê ji nezanînê tê, hê jî vê beşa civakê nizane girîngiya hebûna van belgeyan çi ye."
Xedîr El-Edenî destnîşan kir ku tunebûna nasnameyên vê beşê cihê metirsiyan e ji ber ew dibin kesên bê nasname, ev yek wan rastî gelek pirsgirêkan tîne û ji mafên wan ên herî biçûk bêpar dihêle û got: “Li vê derê rola rêxistin û çalakvanan girîng e divê ku xwe bigihîjînin kesên ku hebûn û nasnameya wan hatiye paşguhkirin û wan zana bikin.
‘Ji ber zehmetiyan gelek kes hewl nadin nasnameyên xwe derxin’
Salî Elî jî got ku piraniya kesên bênasname, dernexistina nasnameyên xwe bi hebûna zehmetiyên ku di dema derxistina wan de çêdibin ve girê didin û got: “Sedema yekem rewşa aborî ya xirab e. Tunebûna nasnameyên paşguhkiriyan wan ji xizmetên sereke mehrûm dihêle. Em li bendê ne ku berê xwe bidin komeleyên niştecihbûnê, ji bo wan zana bikin û nasnameyên xwe derxin."
Ji ber nazanîna zagonî û xirabiya rewşa aborî gelek kes bênasname ne
Saziya pêşerojê ya ciwan û pêşxistinê, sedema tunebûna nasnameyên vê beşa civakê bi nezanîna zagonî û aliyê aborî yê xirab ê ve girê dide. Li gorî saziyê, ev yek jî bi xwe sedema mehrûmbûna wan e ji nasnameya fermî û bi vê yekê mehrûmkirina zarokên wan ji bawernameya jidayîkbûnê ye.
Li gorî saziya pêşerojê, destwerdanek ji aliyê hinek rêxistinan ve heye. Diyar dike ku hewl dide hezar nasnameyan ji paşguhkiriyên li Teizê re werin derxistin. Ji ber ku pêdiviya gelek kesan bi belgeyên îsbatkirinê heye.