Kesên di êrîşan de hatin qetilkirin bi merasîmekê hatin definkirin

Bi hezaran koçberên Efrînê û gelê Şehbayê li navçeya Fafînê yê kantona Efrîn-Şehba kesên di êrîşên dewleta Tirk de hatin qetilkirin li Til Rifetê oxirkirin.

Şehba- Di 23'ê Cotmehê de dewleta Tirk êrîşên dijwar bi ser navçeya Til Rifetê ya kantona Efrîn-Şehbayê. Di encama êrîşan de jin û zarok jî di nav de 4 welatiyên bi navê Mihemed Weqfî 47 salî, Îbrahîm Şêxo 55 salî, Cemîla Weqas 37 salî û Melek Şiyar 5 salî ku keça Cemîla Weqas bû jiyana xwe ji desta dan. Îro bi hezaran koçberên Efrînê û gelê Şehbayê bi merasîmekê 4 welatiyên xwe li navçeya Fafîn a Şehba-Efrîn, i heman demê de endamek Hêzên Rizgariya Efrîn Iskender Efrîn demê li ser kar xwe bû şehîd bû oxirkirin. Merasîm bi derxistina cenazeyan ji nexweşxaneya Avrîn û ber bi goristana pakrewanan a Şehîd Zozan Amanos li navçeya Fafînê ve birin, destpêkir.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin destpêkir, piştre Endama Meclisa Malbetên Şehîdan Efrîn-Şehba Hscer Miho axivî. Hacer Miho got: "Em di kesayetên van çar pakrewanên xwe de hemû pakrewanên doza azadiyê bi bîr tînin. Dewleta Tirk têkçûyîna xwe pêkanîna komkujiyan vedişêre, loma rojane êrîşî gel û destkeftiyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Hebûn û vîna gelan di heman demê de hevgirtinên wan li dijî siyasetên dagirkeriyê ye ji ber vê yekê êrîşên xwe pêk tîne. Ev êrîşanan bi destê îxanetê pêk tên. Em soza tolhildana xwîna pakrewanên xwe carek din nû dikin û em ê şopdarê xetê wan bin. Ew pakrewanên rizgariya Efrînê ne."

Piştre wesîqeya kesên jiyana xwe ji dest dan ji aliyê mamoste Rûken Ehmed ve hate xwendin û diyarî malbatên wan hate kirin.

Merasîm bi oxirkrinê û bi dirûşmeya "Şehîd namirin" û "Bijî berxwedana Til Rifet" dawî bû.