Kerem Ehmed li pey xwe mîrasek têkoşînê hişt

Ji Rêveberên Kombûna Jinan a Zenûbiya Kerem Ehmed Şehabî El Hemed a di êrişên dewleya Tirk ê li ser Bendava Tişrînê de hat qetilkirin, bi gotina “Dê nikaribin pêşî li riya me ya azadiyê bigrin” li pêy xwe mîrasek têkoşînê hişt.

Navenda Nûçeyan – Gelê ku ji kantonên Tebqa, Reqa, Cizîrê û Firatê ji bo rawestandina êrîşên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê yên li dijî Bendava Tişrînê bi rê ketin, bûn hedefa êrişên dewleta Tirk. Di êrîşên dewleta Tirk de yek ji rêveberên Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqayê Kerem Ehmed El Şeheb El Hemed jî di nav de 3 kes jiyana xwe ji dest dan û 15 kes jî birîndar bûn.

Rêvebera Kombûna Jinan a Zenûbiyayê Kerem Ehmed Şehabî El Hemed a 30 salî, li bajarê Dêrezor ê Bakur Rojhilatê Sûriyeyê ji dayîk bû, bi 5 xwişk û 2 birayên xwe re mezin bû. Xwendina xwe heta Enstîtuya Hunerên Jinan berdewam kir lê ji ber krîza Sûriyeyê nikaribû berwerdeya xwe bidomîne. Ji ber wê yekê bi malbata xwe re bi lêgerîna jiyana bi ewle û îstîqrar koçî Reqayê kir.

Bi xeyala xwendina zanîngehê berê xwe da Dêrezorê

Piştî gihîştin Reqayê, bi xebata di warên cuda de hewl da destekê bide malbata xwe. Bi xeyala ku li zanîngehê bi taybetî, li Zanîngeha Firatê, beşa Wêjeya Erebî bixwîne careke din vegeriya Dêrezorê. Lê ji ber ku DAIŞ’ê Dêrezorê dagir kir, xeyala wê pêk nehat. Di wê pêvajoyê de zextên li ser jinan zêde bûn. Ji bo ku ji bajarê di bin kontrola DAIŞ’ê de derbikeve, gelek caran ket nava hewldanan û careke din berê xwe da Reqayê ba malbata xwe. Ji ber ku dayika wê ji ber gurçikan jiyana xwe ji dest da, rewşa wan zortir bû.

Li Reqayê ji bo koordînatoriya Kombûna Jinan a Zenûbiyayê hat peywirdarkirin

Kerem El-Hamad, diyar kiribû ku rizgarkirina bajarê Tebqayê bûye mifteya azadiyê. Di Kanûna 2023’yan de li Reqayê tevli Kombûna Jinan a Zenûbiya bû, li wê derê di komîteya perwerdeyê de dest bi xebatê kir û dûre ji bo koordînatoriya herêma Reqayê ya Kombûna Jinan a Zenûbiyayê hat peywirdarkirin.

Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ku her dem jinên pêşeng û têkoşer hedef digirt, sekna xwe diyar kir. Ji ber vê yekê di 8’ê Çileyê de di refên pêşên ên konvoya ku ji bo êrîşên li ser Bendava Tişrînê çêdibin şermezar bike derketibû rê de cih girt. Bi baweriya xwe bi doza xwe re, li dijî zextan sekinî û di wî riyê de jiyana xwe feda kir. Wê li pey xwe ji bo nifşên din mîrasa têkoşîna ku îlham jê were girtin hişt.

‘Em dibînin ku polîtîkayên dagirkeriya Tirk û DAIŞ’ê yên li herêmê weke hev in’

Rêvebera Konseya Kombûna Jinan a Zenûbiyayê Kerem El-Hamad, di hevpeyvînên xwe de balê dikşîne ku ew ê bi îsrar li dijî şîdeta li ser jinan têbikoşin û tu carî dest ji doza xwe bernedin û diyar dike ku ew hewl didin ji aliyê aborî ve heza xwe mezin bikin. Kerem El-Hamad wiha dibêje: “Em têkoşîna xwe ya li dijî êrîşan dimeşînin. Em dibînin ku polîtîkayên dagirkeriya Tirk û DAIŞ’ê yên li herêmê weke hev in. DAIŞ’ê li dijî gelên herêmê sûcên gelek mezin kir. Dema ku em li wan û çeteyên bi pere yên dewleta Tirk dinêrin dibînin ku polîtîkaya wan heman e û ji aliyên heman dewletê ve tên fînansekirin. Bi van entrîkayên ku ji bo tunekirina destkeftiyên Şoreşa Rojava tên kirin, hewl didin derbên mezin li îradeya jinan a azad bixin û nehêlin şoreş bi pêş bikeve. Bi van rêbazan dê nikaribin pêşî li riya azadiyê bigrin.”

Kerem El Hamad bang li jinan û gelan dike ku li dijî binpêkirinan berxwedana xwe bidomînin, serî li ber biryarên dagirkeran netewînin û heta serkeftinê têkoşîna xwe bi biryardarî bidomînin. Her wiha balê dikşîne ku ji bo sûcên li herêmên di bin dagirkeriyê de tên kirin werin dîtin divê dengê gel ji cîhanê re were ragihandin.