‘Kengê dagirker jê derkevin emê wê demê vegerin Efrînê’

Jinên Koçber yên bajarê Efrînê ku niha li bajarê Qamişloyê bicih bûne gotin: “Me du caran koçberiyê jiya. Me zehmetî dît lê em bê hêz neketin. Kengî çeteyên dagirker ji Efrînê derketin, wê çaxê em ê vegerin Efrînê û bi rumet jiyan bikin.”

ZEYNEB ÎSA

Qamişlo – Di nav aloziya şer û koçberiya bi darê zorê de, bi deh hezaran niştecihên Efrînê ji ber êrîşên dijwar yên dewleta Tirk, ji axa xwe hatin derxistin. Bîranîn, mal û zeytûnên xwe yên ku şahidiya jiyana wan a rojane dikirin, li dû xwe hiştin. Lê koçberî ne dawiya çîrokê bû, berovajî wê, ew destpêka beşek nû ya têkoşînê bû. Koçberên Efrînî bi îrade û rêxistinkirina xwe, têkoşîna xwe didomînin.

Li gel êşên dijwar ên ku bi koçberiya wan a ji Efrînê ber bi herêma Şehbayê ve û ji Şehbayê jî ber bi Kantona Cizîrê ve hatin, van koçberan nehiştin ku êşa wan bibe teslîmbûn. Di şûna wê de, wan bi avakirina komînan, avakirina jiyanek li ser bingeha hevkariyê, berxwedanê û biryardariya ji bo jiyana civaka xwe kirin û ji nû ve ava kirin, li hêviya vegera Efrînê ne. Jinên Efrînê yên ku ji ber dewleta Tirk a dagirker li cih û warê xwe koçber bûne û niha li bajarê Qamişloyê bicih bûne, ji ajansa me re dan zanîn ku koçberî wê îradeya wan neşkînê, tevî koçberiyê wê têbikoşin heta ku bajarê xwe rizgar bikin û bi rûmet vegerin ser axa xwe.

Li Şehbayê komîn ava kirin da xwe bi xwe bi rê ve bibin

Sewsen Xelîl behsa çîroka koçberiya xwe ya ji sala 2018’an a ber bi Şehbayê ve kir. Sewsen got ku “Di sala 2018’an de ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker em bi zor û zehmetî ji Efrînê derketin. 3 rojan em li ser rê man me nizanîbû ku em bi ku de herin. Herî dawî me berê xwe da Şehbayê. Dema ku em gihîştin Şehbayê, tiştek li Şehbayê tunebû. Tevî w tunebûnê me her tişt li Şehbayê ava kir, di hundirê Şehbayê de me komînên xwe ava kirin ji bo ku em xwe bi xwe bi rê ve bibin heta me Meclîsên Gel ava kirin.”

‘Zarok ji sermayê dimirîn’

Sewsen da zanîn ku di hundirê Şehbayê de rastî gelek zehmetiyên ji aliyê rejîma Baasê ve hatine derxistin hatine û bi van gotinan berdewam kir: “Me dît em hatine dorpêçkirin. Nedihiştin ku pêdiviyên jiyanê ji me re werin. Dema ku zivistan dihat, mazot tunebû ku em xwe li ber sobeyan germ bikin. Em derdiketin ser rêyan da ku bihêlin mazot ji me re were. Gelek zarokên jidayîk dibûn ji sermayê dimirîn.”

‘Heta ew çete di Efrînê de bin jî em venagerin’

Tevî evqas zehmetî jî, 7 salan li Şehbayê îdare kirine ji bo ku vegerin Efrînê. Sewsen got ku “Lê em venegeriyan Efrînê heta ku ew çeteyên dewleta Tirk tê de ne. Ji ber ku me dibhîst ku çi li Efrînê dihat jiyankirin. Her tim revandin, tundî, kuştin û tecawîz li wir dihat kirin. Heta di dibistanan de zimanê Tirkî bi wan zarokan didin xwendin. Çima zimanê me yê dayîkê tune ye? Heta ku em bi zimanê dijmin biaxivin, emê bi zimanê xwe biaxivin. Ji ber van binpêkirinan em venegeriyan Efrînê û heta ew çete di Efrînê de bin jî em venagerin.”

Heqaretê li koçberan kirin

Sewsen Xelîl  da zanîn ku tevî zehmetiyan jî komîn û Meclîsên xwe ava kirine û xwe bi xwe rêxistin dikin û wiha pê de çû: “Piştî ku me 7 salan di zehmetiyê de li Şehbayê jiyan kir, cardin dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên hovane li ser me pêk anî. Hiştin ku di rojek de dîsa em neçar bibin koçberî Kantona Cizîrê bibin. Koçberiya me ya ji Şehbayê, zehmettir bû ji koçberiya me ya ji bajarê Efrînê. Ji ber ku li ser riya koçberiyê gelek binpêkirin, kuştin li ser me hat kirin. Kalemêr û jinpîrên me yên temen mezin gotinên herî nebaş ji wan dibhîstin, ji jinan re digotin nabe ku hûn serê xwe hildin. Heta li zarokên me jî dixistin û wan dikuştin. Ew buyer tu car ji pêş çavên me naçe.”

‘Em ê li Efrînê jî komîn û Meclîsên xwe ava bikin’

Sewsen da zanîn ku piştî 3 rojên di riya koçberiyê de, gihîştine Kantona Cizîrê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Miletê Kantona Cizîrê bi dilekî pir mezin pêşwaziya me kirin. Li kantona Cizîrê jî dîsa me xwe ava kir. Em wek gelê Efrînê xwe bi xwe bi rêve dibin. Me dîsa komînên xwe ava kirin û em diçin serdana malên xwe yên koçberên Efrînî. Me bi rêya vê rêxistinkirinê, heviyên xwe yên vegera Efrînê qut nekiriye. Em ê her tim berxwedana xwe bidomînin, heta ku em bi keramet vegerin ser axa xwe Efrînê. Heta li Efrînê jî em ê komîn û Meclîsên xwe ava bukun. Dîsa emê xwe bi rêxistin bikin û em ê li wir di bin sîwana Rêveberiya Xweser de bijîn.”

‘Me 58 rojan liberxwe da’

Eyşa Gedro jî diyar ku tevî êrîşên dewleta Tirk jî, 58 rojan li ber xwe dane û wiha pê de çû: “Di êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Efrînê de şerekî pir giran hat ser serê me. 58 rojan me bê tirs û bê navber li ber xwe da. Dewleta Tirk çi bikira nikarîbû hêza me bişkîne, lê bi balafirên xwe hişt ku em neçar bibin di 16’ê Adara 2018’an de koçber bibin. Bi zehmetî em koçberî Şehbayê bûn û em li wir bicih bûn. Em li Şehbayê ne rihet bûn, di wan konan de zehmetiyek nema ku me nedît. Tevî wan zehmetiyan me digot em ê vegerin Efrîna xwe.”

‘Em hêviyên xwe tu car qut nakin’

Eyşa Gedro bi xemgînî axaftina xwe domand û wiha got: “Lê em çi bikin cardin çeteyên dewleta Tirk êrîşên xwe yên hovane li ser me pêk anîn û em ji Şehbayê jî koçber kirin û niha em li Qamişloyê bicih bûne. Em xwe bi rêxistin dikin, xwe zane dikin û heviyên xwe yên ji bo vegera Efrînê tu carî qut nakin. Em ê hertim derkevin kolana meşan li dar bixin daxwaza vegera Efrînê ya bi rûmet bikin. Çi dibe bila bibe, em ji pey vegera Efrînê ya bi rûmet venagerin, em ê vegerin ser axa xwe.”

‘Em ji Şehbayê jî koçber bûn’

Emîne Mihemed jî çîroka koçberiya xwe anî ziman û daxwaza vegera Efrînê kir. Emîne behsa şerê Efrînê kir û wiha got: “Di şerê Efrînê de me pir li ber xwe da. 72 balafirên dewleta Tirk a dagirker li ser ezmanê bajarê Efrînê bûn. Tevî wê jî me hîn digot em ê li ber xwe bibin. Lê şerê Efrînê heta 58 rojan pir zor kir. Ji neçariyê em derketin, me bîranînên xwe û rojên xwe yên xweş, her li pey xwe hiştin û em derketin. Dema em ji Efrînê derketin me berê xwe da Şehbayê, 7 salan di êş, zilm û zoriyê de me li ber xwe da. Piştî van 7 salên bi zehmetiyê me derbas kir, cardin êrîş li ser me hatin kirin. Di du sê demjimêran de em ji Şehbayê jî koçber bûn. Me berê xwe da Qamişloyê, em niha li vir jiyan dikin. Di vir de jî gelê me yê Kantona Cizîrê bi dilekî mezin em hembêz kirin û em li vir bi hev re dijîn. Em venagerin Efrînê, heta ku Efrîna me rizgar nebe. Kengî çeteyên dagirker ji Efrînê derketin, wê çaxê em ê vegerin Efrînê û bi rumet jiyan bikin.”