Kelecana cejnê tuneye: Em birçî radizên birçî radibin
Jinên ku di meha Remezanê de ji ber krîza aborî di nava xizaniyê de dijîn û nikarin debara xwe bikin, dibêjin “bila cejn qet neyê, herkes birçî ye!”

MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed – Li gor lêkolînên dawî li Tirkiyê malbatek ji çar kesan pêk tê, ji bo ku bikaribe tenê tiştên xwarinê bikire, ango ‘sînorê birçîbûnê’, 22 hezar û 131 TL ye. Ji bo ku bikaribe hemû lazmatiyên xwe yên bingehîn bikire yanê sînorê xizaniyê jî, 72 hezar û 88 TL ye. Li Tirkiyê di van 5 salên dawî de ji ber zêdebuna enflasyonê û bihabûna ku pêşî lê nayê girtin, gel bi xizaniyek kûr re rûbirû hatiye hiştin. Gelên ku nikarin pêdiviyên xwe yên wek parastin, xwarin, cil û tendûristiyê bicîh bînin, tînin rewşeke wisa ku wan bi saziyên civakî ve girê didin. Gelê ku meha Remezanê di nava krîz û bihabûnê de derbas dike, cejna ku nêz dibe yanê 'Cejna Remezanê' di nav fikaran de pêşwazî dike.
‘Em nikarin şekirê cejnê jî bikirin’
Jinên ji navçeya Rezan (Baglar) a Amedê yên ku di bazara taxê de me nêrînên wan girt tengasiyên ku di hêla aborî de dijîn, ji ajansa me re vegotin. Jinan gotin: "Jin di warê aborî de gelek zehmetiyan dikşînin. Me vê meha Remezanê birçî derbas kir û her ku diçe em hîn xizantir dibin. Heya em di vê rewşê de ne, bila cejn neyê."
‘Gel perîşan kirin'
Di nava malbata dayîka Meyaser de tenê kesek dixebite. Dayîka Meyaser diyar dike ku bi mehaneyên xwe tenê kirêya malê didin û di nîvê mayî yê mehê de jî, zehmetiyan dikişînin. Dayîka Meyaser destnîşan kir ku hinek malbat nikarin ji zarokên xwe re şîr bikirin û wiha berdewam kir: “Ne em ne jî kesên din nikarin debara xwe bikin. Her kes dizane ku rewşa wan çawa ye û ev rewş her ku diçe hîn xirabtir dibe. Ji ber vê rewşê tiştên ku em dikirin em bi îdare bikar tînin. Cejn nêz dibe, lê em nikarin tiştekî bikirin.”
‘Gel tê perçiqandin’
Dayîka Meyaser diyar kir ku neviyên wê tên cem wê, lê nikare tiştek ji wan re bikire û wiha pê de çû: “Gel perçiqandin, perîşan kirin. Ne tehma Meha Remezanê ne jî tehma Cejna Remezanê maye. Ez di kirê de tenê bi mehaneyek dijîm. Her tişt pir zehmet e, ne cejn ne jî tiştên din êdî nikarim bi dilxweşî pêşwazî bikim. Tenê xwesteka min ew e ku ev rojên wisa êdî bi dawî bibin.”
‘Sifreyên zengîn ên cejnê nemane'
Saadet Çîçek jî cejnên berê bibîr xist û anî ziman ku bêriya cejnên berê dikin, cejnên niha bi dilxweşî pêşwazî nakin. Saadet wiha got: “Berê kar hebû, xwarin hebû, lê niha tiştek tuneye. Niha kîloyek goşt bûye 500 TL. Em dia dikin ku ji birçîna nemirîne. Êdî tama cejnan nema ye. Ne mirov, ne şekir ne jî ew sifreyên berê yên zengîn nemane. Em ketine rewşa ku di cejnê de nikarin mêvanan jî qebûl bikin. Tenê em dikarin şekir li zarokan belav bikin piştre deriyê xwe bigirin. Hemû cîranên min jî di vê rewşê de ne, wê ev rewş hîn xirabtir bibe.”
‘Derd, êş û xizaniya me pir e’
Hediye Yildiz anî ziman ku ev demek dirêj e goşt nexwarine, gelek caran nikarin goştê mirîşka jî bikirin û zarokên wan bêyî ku goşt bixwin mezin dibin. Hediye wiha berdewam kir: “Remezan di pozê me re hat. Nîv birçî, nîv têr xelas bû. Li bazarê em dezgeh dezgeh li tiştên erzan digerin. Me wan kesên ku gel kirine vî halî, hewaleyî Xwedê kiriye. Berê me sepeta xwe bi 100 TL’yî tije dikir. Niha bi wî pereyî tu nikarî hêşînayî bikirî.” Hediye diyar kir ku wek dayîkek, naxwaze cejn were û sedema wê bi van gotinan anî ziman: “Bila rojî biqede, lê bila cejn neyê. Derdê me pir e, êş û xizaniya me pir e. Yên ku li me wisa dikin, li malên xwe rûdinîn lê em di vî halî de ne. Yên ku bihabûnê evqas zêde kirin û xizanî evqas bipêş xistin, hêvîdarim cezayê xwe bikşînin.”
‘Ji sergoyan hêşînayî û fêkiyan kom dikin'
Dikandara ku di nava bazarê de dixebite ya bi navê Gulseren Emînoglu destnîşan kir ku hem firoşkar hem jî kirîger di rewşên zehmet de dijîn û wiha got: “Em nikarin tiştek bifroşin, gel jî nikare tiştek bikire. Mirov perîşan bûne. Krîzê vî welatî perîşan kir.” Gulseren da zanîn ku di meha Remezanê de gel nikare xwarinên bi tendûristî bixwe û wiha pê de çû: “Mehaneya asgarî û heqê kirêyan wekhev e. Em ji vî welatî jî ji vê buhabûnê jî nerazî ne. Berê mirov li benda cejnê diman lê niha ew tama berê nemaye, krîz niha pir zêde bûye. Cejn neyê ji bo me hîn baştir e, qet nebe em mesref nakin. Tiştên destê me ewê di destê me de bimîne. Êdî em ditirsin gavê xwe biavêjin derve. Gelek kes bişev tên li ser sergoyan hêşînayî kom dikin. Ti mirovek vî halî heq nake.”
‘Em birçî dijîn’
Jina bi navê Zulfiye Batiran jî diyar kir ku vê mehê me di malê de çi dîtine, xwarine û wiha got: “Emê cejnê jî wek meha Remezanê birçî derbas bikin. Her tişt pir biha ye, tiştek nema ku nehat serê me. Em nikarin goştê mirîşka jî bikirin. Perê me ne têra kirîna hêşînayî dike ne jî fêkiyan. Em birçî ne, lê mirovên birçîtir jî hene. Ev rewş çawa tê ziman, nizanim.”