Kedkarên Çand û Hunerê ya Ewropayê serdegirtina Stêrk TV û Medya Haber Tv şermezar kir

Kedkarên Çand û Hunerê ya Ewropayê bi daxuyaniyekê serdegirtina li ser Studyonên Stêrk TV û Medya Haber Tv de şermezar kir.

Navenda Nûçeyan- Kedkarên Çand û Hunerê ya Ewropayê bi daxuyaniyek nivîskî serdegirtina li ser Studyonên Stêrk TV û Medya Haber Tv li Belçîka şermezar kir.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Piştî êrişa dagirkeriyê ya ku dewleta Tirk a mêtinger li ser Başûrê Kurdistanê dayî destpêkirin, polîsên dewleta Belçîkayê jî di nîva şevê de li ser studyoyên Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de girtin.”

Di daxuyaniyê de bal kişand ser êrişa vê siharê li Stenbol û Enqereyê li dijî çapemeniya azad hatî kirin, ne tesaduf e û ev bang hate kirin: “Li dijî van operasyonên qirkirinê emê dengê xwe bilind bikin û xwedî li saziyên xwe yên çapemeniyê derbikevin ku îrade û dengê me ne. Em ê  nehêlin dengê me were qutkirin.”