Katayoun Rihaî desteka xwe ya ji bo çalakiyên li Îranê anî ziman

Lîstikvan Katayoun Riahî, diyar kir ku ew destekê dide çalakiyên gel ên li bajarên cuda yên Îranê tên lidarxistin. Riahî, bi peyamek bal kişand ser rola hevgirtin û zanîna kolektîf a di pêvajoya guherîna civakî de.

Navenda Nûçeyan Lîstikvan Katayoun Riahî, di dema serhildana li Îranê ya di sala 2022’yan de dabû xuyakirin ku ew destekê dide xwepêşandanan, vê helwesta wê di platformên medyaya dîjîtal de deng vedabû, ji aliyê gelek kesan ve weke sembola desteka hunermendên serbixwe yên ji bo daxwazên gel hatibû dîtin.

‘Ey cîhan binêre zanîna kolektîf a hezarsalî rê nîşanî gelê Îranê dide’

Lîstikvana sînema û televîzyonê Katayoun Riahî, bi parvekirinek li ser hesabê xwe yê Instagramê destek dabû çalakiyên li Îranê û wiha gotibû: “Bitirsin, bitirsin lewre em hemû bi hev re ne. Ey cîhan binêre, zanîna kolektîf a hezarsalî rê nîşanî gelê Îranê dide.”

Katayoun Riahî, bi salan e di warê daxwazên civakî û mafên gel de helwestên zelal raber dike û yek ji jinên herî li pêş ên ku azadiya civakî diparêze ye. Sala 2022’yan di dema serhildana gel a li Îranê de diyar kiribû ku ew li ba çalakgeran e û desteka xwe ya ji bo daxwazên civakê anîbû ziman.

Van helwestên Katayoun Riahî di navbera bikarhênerên medyaya dîjîtal de deng vedabûn. Gelek kesan peyamên wê weke sembola desteka hunermendên serbixwe ya ji bo gel anîbûn ziman.